KCK'ê li ser hevdîtina li Îmraliyê daxuyanî da

KCK: Hevdîtina 12'ê Çileyê, hewldaneke şerê taybet a desthilatdariya AKP-MHP'ê ye ku ji bo şikandina pêngava me ya 'Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin' hatiye kirin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li ser hevdîtina ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatiye kirin, daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Pêngava me ya berxwedanê ya bi dirûşma 'Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin', li her qadê belav dibe û didome. Li zindanan bi sedan girtî bi biryardarî di greva birçîbûnê de ne. Li çar parçeyên Kurdistanê û derevyî welat, gelê me çalakiyên greva birçîbûnê, meş û xwepêşandanan li dar dixe. Bi van rê û rêbazên dewlemend ên çalakiyan, berxwedana me ya azadiyê her belav dibe.

Di atmosfereke bi vî rengî de, rêveberiya AKP-MHP'ê ya faşîst ku bi salan e zexteke giran dike û tecrîdê ferz dike, 12'ê Çileye roja Şemiyê Mehmet Ocalan şand Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Beriya her tiştî divê were zanîn ku ya hevdîtina 12'ê Çileyê da kirin, pêngava berxwedanê ya gelê me ye. Li ser vê bingehê, serketina destpêkê ya pêngava berxwedana 'Em tecrîdê bikişînin, faşîzmê hilweşînin' a bi pêşengiya Leyla Guven pêk hat. Li ser vê bingehê em gelê xwe û dostên xwe pîroz dikin û hêvîdar in ku wê serketina wan her bidome.

NAYÊ WÊ WATEYÊ KU TECRÎD QEDIYA YE

Lê belê eşkere ye ku hevdîtina 12'ê Çileyê, nayê wê wateyê ku tecrîd bi dawî bûye. Lewma zext û pêkanînê faşîzane yên li Îmaraliyê li dijî rêber Abdullah Ocalan didomin. Lewma pêngava me ya ku me weke gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya bi dirûşma 'Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin' dan destpêkirin didome. Divê hevrê, gel û dostên me şaş fêhm nekin. Hevdîtina 12'ê Çileyê, di rastiya xwe de ji bo sabotekirina vê pêngava me ya 'Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin', ji hêla desthilatiya AKP-MHP'ê ve weke hewldaneke şerê psîkolojîk hatiye pêkanîn. Ji xwe roja Şemiyê pêkhatina vê hevdîtinê nîşaneya eşkere ya vê yekê ye. 

EM Ê BI LÎSTÎKÊN ŞERÊ TAYBET NEXAPIN

Eşkere ye ku desthilatdariya dagirker û komkujer a AKP-MHP'ê li hemberî pêngava me ya berxwedan û azadiyê tengav bûye, lewma serî li rêbazeke wiha daye û xwestiye ku berxwedana me bişîkîne, vala derxe. Lê belê em zilma şerê taybet jî, lîstikên wê jî baş nas dikin û dizanin. Lewre em ê bi lîstikên şerê psîkolojîk nexapin û heta ku dîwarê Îmraliyê hilweşînin, dawî li tecrîdê bînin û heta ku derfetên Rêber APO yên jiyan û karê azad pêk bên em ê berxwedana xwe bidomînin. Divê hemû dost, gelê me û raya giştî wiha bizane. Wê pêngava me tecrîdê bişkîne, faşîzmê hilweşîne li ser vî hîmî Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk ava bike."