KCK'ê komkujiya dewleta Tirk a li Kobanê bi tundî şermezar kir

KCK'ê komkujiya li Kobanê bi tundî şermezar kir û got, "Li dijî van komkujî û êrîşên li derveyî mirovahiyê yên dewleta Tirk divê gelê me, hemû gel, hêzên demokratîk, azadîxwaz, sosyalîst û dostên me bi hevparî nerazîbûna xwe hîn bi xurtî nîşan bidin."

DAXUYANIYA KCK'Ê

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi vî rengî ye:

"Dewleta Tirk bi SÎHA û topan êrîş bir ser malek li gundê Berxbotan ê Kobanê û di encamê de ji heman malbatê 9 kes hatin qetilkirin ku 7 ji wan zarok bûn. Em vê êrîşa tirsonekî bi tundî şermezar dikin. Kesên ku di êrîşê de şehîd bûn bi hurmet bi bîr tîni û sersaxiyê ji gelê xwe re dixwazin. Ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazin. Ev êrîş di nava gelê Kurd de bû sedema xemgînî û hêrseke mezin. Em gelekî pê êşiyan û hêrs bûn. Dewleta Tirk bi vê komkujiyê re sûcekî din li sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê zêde kir. Çawa dibe ku malbatek, dayik û bav li gel zarokên xwe bêne qetilkirin? Êrîşa li ser malbatekê, li ser dayik-bav û zarokên wan û tinekirina wan gelo di kîjan wijdan, exlaq û aqlî de heye? Mirov nikare vê rewşê bi gotinan vebêjin. Ev yek tenê dikare karê mejiyekî tarî, kor û li derveyî mirovahiyê be. Yên ku bi qasî misqalekî xwedî exlaq û wijdan be, nikare tiştekî bi vî rengî bike. Dijminatiya li Kurdan dewleta Tirk xistiye nava zemîneke ewçend kor û tarî, ew kiriye cinawirek.

Gundê Berxbotanê ku êrîş lê hate kirin, beriya niha bûbû hedefa komkujiyeke mezin a DAÎŞ'ê. Niha jî dewleta Tirk bi balafirên şer komkujiyeke nû kir. Ev rewş nîşan dide bê dewleta Tirk li ser planeke çawa ye. Ji her liv û tevgera wê tê fêhmkirin ku dewleta Tirk dixwaze plana nîvco ya DAÎŞ'ê temam bike.

Piştî ku ev êrîş kete rojeva raya giştî û nerazîbûn hate nîşandan, dewleta Tirk xwe neda ber berpirsyariya vê komkujiyê, lê ev helwesta wê hewldaneke xapandinê ye. Dewleta Tirk ji mêj ve êrîşî Rojava dike û komkujiyan dike. Rojek nîne ku êrîş nekiriye û mirov nekuştiye. Wan bi xwe bi rengekî eşkere gotin wê li her derê bixin, ser û bin bikin û ji bo vê bikin jî êrîş kirin. Li Sûriyeyê piştî ku rejîma Baasê hilweşiya, êrîşên xwe hîn zêde kir. Ev yek jî nîşan dide uk dewleta Tirk naxwaze li Sûriyeyê pirsgirêk bêne çareserkirin û Sûriye bi hemû cudahiyên xwe bibe xwedî sîstemeke demokratîk. Eger li Sûriyeyê pirsgirêk çareser nabin, şer dewam dike, sedema vê yekê dewleta Tirk e.

Li dijî van komkujî û êrîşên li derveyî mirovahiyê yên dewleta Tirk divê gelê me, hemû gel, hêzên demokratîk, azadîxwaz, sosyalîst û dostên me bi rengekî hevpar nerazîbûna xwe hîn bi xurtî nîşan bidin. Bêdengiya dewletan, di serî de jî bêdengiya Neteweyên Yekbûyî ya li pêşberî van sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk nayê qebûlkirin. Dewamiya vê bêdengiyê tê wateya hevkariya li van sûc û komkujiyan. Divê êdî vê helwesta xwe biguherîne û li hemberî sûcên dewleta Tirk helwestê nîşan bide."