KCK'ê ji bo Mexmûrê got: Hesab wê bê pirsîn

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku êrîşa bi balafiran a 6'ê Kanûnê ya li dijî kampa penaberan a Mexmûrê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin û got, Iraq û Neteweyên Yekbûyî jî ji vê êrîşê berpirsyar in.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li ser êrîşa li Mexmûrê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku dewleta Tirk bi vê êrîşê careke din dijminatiya xwe ya li gelê Kurd raxist pêş çavan.

Di daxuyaniya KCK'ê de hat gotin, "Ji vê êrîşa li dijî vê hêza gelê Mexmûrê ji komkujiya DAÎŞ'ê rizgar kir û pêşî li dagirkeriya Başûrê Kurdistanê girt, Neteweyen Yekbûyî û hikumeta Iraqê berpirsyar e. Qada hewayî ya Iraqê ji aliyê dewleta Iraqê û hêzên koalîsyonê ve tê kontrolkirin. Ti hêz, bêyî destûrê bigire nikare vê êrîşê bike." KCK'ê destnîşan kir ku hesabê êrîşê wê teqez bê pirsîn.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê wiha ye:

"Roja 6'ê Kanûnê li kampa penaberan a Mexmûrê ku di bin parastina Neteweyên Yekbûyî û berpirsyariya hikumeta Iraqê de ye, li dijî hêzên xweparastinê yên li hemberî êrîşên DAÎŞ'ê hatine avakirin bi balafiran êrîşek hate kirin. Ji ber vê êrîşê 5 şervanên azadiyê yên hêza xweparastinê şehîd bûn. Em ji malbatên şehîdan, hevrêyên wan û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

MEXMÛR DERIYÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ YE

Yek ji hedefên destpêkê yên DAÎŞ'ê kampa Mexmûrê bû. Kampa Mexmûrê di heman demê de deriyê Başûrê Kurdistanê ye. DAÎŞ'ê bi dagirkirina vê derê re xwest berê xwe bide Hewlêrê û tevahiya Başûrê Kurdistanê dagir bike. Lê belê gelê Mexmûrê bi milîsên xwe, bi hêzên xwe yên xweparastinê, bi jin û ciwanên xwe li dijî êrîşên DAÎŞ'ê li ber xwe da, êrîşên DAÎŞ'ê şikand û nehişt ku Başûrê Kurdistanê bê dagirkirin. Bi salan nehişt ku DAÎŞ vê herêmê dagir bike û bi vî rengî li ser navê mirovahiyê li ber xwe da. Ji xwe ji ber vê berxwedanê Serokê wê demê yê Federasyona Başûrê Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî çû mexmûrê, li ser tejika mutewazî ya hêzên xweparastinê rûnişt û spasiya wan kir.

IRAQ, NETEWEYÊN YEKBÛYÎ Û KOALÎSYON BERPIRSYAR IN

5 şervanên azadiyê ku di êrîşa balafirên şer ên Tirk de şehîd bûn, endamên hêza xweparastinê ya Mexmûrê bûn ku li dijî DAÎŞ'ê li ber xwe didan. Vê hêza xweparastinê destûr neda ku gelê Mexmûrê ji aliyê DAIŞ'ê ve qetilkirin û bi vî rengî nehişt ku Neteweyên Yekbûyî, hikumeta Iraqê û rêveberiya Başûrê Kurdistanê bikevin bin tawanbariyeke mezin. Êrîşa li vê hêzê hate kirin, êrîşa li dijî tevahiya mirovahiyê ye. Ji vê êrîşa li dijî vê hêza gelê Mexmûrê ji komkujiya DAÎŞ'ê rizgar kir û pêşî li dagirkeriya Başûrê Kurdistanê girt, Neteweyen Yekbûyî û hikumeta Iraqê berpirsyar e. Qada hewayî ya Iraqê ji aliyê dewleta Iraqê û hêzên koalîsyonê ve tê kontrolkirin. Ti hêz, bêyî destûrê bigire nikare vê êrîşê bike. Destûr hatibe girtin jî nehatibe girtin jî, berpirsyariya êrîşê di stuyê Iraqê û hêzên koalîsyonê de ye ku qada hewayî kontrol dikin. Neteweyên Yekbûyî jî berpirsayar e, ji ber ku bi berpirsyariya kampê ranebûye. Neteweyên Yekbûyî û Iraqê hê jî derbarê vê êrîşê de daxuyanî nedane. Ev rewş ne ya qebûlkirinê ye. Bêdengî tê wateya lixwegirtina hevkariya vî sûcî.

Vê êrîşê nîşan daye ku gelê Mexmûrê ewle nîne. Dewleta Tirk mîna dewleteke eşqiya êrîşî her devera ku dixwaze dike. Ji vê yekê jî ev hêzên navborî berpirsyar in. Ji ber ku li dijî dewleta Tirk helwestê nîşan nadin, cesaretê didin vê dewletê ku sûcên bi vî rengî bike.

DEWLETA TIRK DIJMINÊ TEVAHIYA GELÊ KURD E

Mafê gelê Kurd e ku ji ber vê êrîşê li dijî dewleta Tirk li her cihî li ber xwe bide. Ev mafekî rewa ye. Hêzên azadiyê yên gelê Kurd wê nîşanî dewleta Tirk bidin ku nikare li her derê êrîş bike. Xwîna van şehîdan wê li erdê neyê hiştin.

Divê gelê Kurd vê rastiyê bibîne; dewleta Tirk ne tenê dijminê gelê me yê li Bakurê Kurdistanê ye, ew dijminê tevahiya gelê Kurd e. Hê mehek berê gef dixwar û digot 'Çi karê Kurdan li Kerkûkê heye, em ê derî bigirin, wan birçî bihêlin, eger pêwîstî pê hebe em ê biçin wir' û tevî leşkerên Iraqê tetbîqatê kirin. Yê ku li çiyayê Asosê êrîşî hêzên parastina rewa yên gelê Rojhilatê Kurdistanê kir ma ne ev dewlet bû? Yê ku her gefê li Kurdên li Rojava dixwe ma ne ev dewlet e? Li Bakurê Kurdistanê yê ku ji bo qirkirinê her roj êrîşî gelê Kurd dike, ma ne ev dewlet e? Ev rastî radixe pêş çavan ku eger kurd dixwazin li hemû parçeyan bibin xwedî jiyaneke azad û demokratîk, lazim e li dijî dewleta Tirk helwestê nîşan bidin.

HESAB WÊ TEQEZ BÊ PIRSÎN

Mexmûr parçeyekî mezlûm ê gelê Kurd e û tevahiya gelê Kurd jê berpirsyar e. Êrîşa li dijî Mexmûrê êrîşa li dijî tevahiya gelê Kurd e. Gelê Kurd û partiyên siyasî yên li hemû parçeyan, divê li gorî vê rastiyê helwestê li dijî vê êrîş nîşan bidin. Pêwîste nîşanî dewleta Tirk were kirin ku wê hesabê vê êrîşa li dijî gelê Kurd kiriye bide.

Kampa Mexmûrê kampeke ku malbatên şehîdan lê ne, kampeke malbatên şehîdan e. Her êrîşa li vê kampê were kirin êrîşa ji bo şikandina îradeya azadiyê ya gelê Kurd e. Divê cîhan tev bi vê zanibe; kampa malbatên şehîdan kampa Mexmûrê bi tenê nîne. Hesabê her êrîşa li vê kampê were kirin, teqez wê bê pirsîn. Kurdistana azad hesreta şervanên azadiyê yên di êrîşê de şehîd bûne, bû û Kurdistan wê teqez azad bibe."