KCK'ê Cejna Noelê pîroz kir

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê di şexsê Xiristiyanên Kurdistanî de cejna Noelê li civaka Xiristiyan hemûyan pîroz kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê de hate gotin, "Çend roj piştî Cejna Noelê cîhana me wê bikeve saleke nû ya mîladî. Bi wesîleya rojê em sala nû di serî de li Kurdistaniyan li tevahiya mirovahiyê pîroz dikin û hêvî dikin ku sala 2024'an bibe saleke welê ku pirsgirêkên bingehîn ên mirovahiyê lê hatine çareserkirin, li erdnîgariya Rojhilata Navîn û her devera cîhanê şer bi dawî bûye, mirovahî di nava aştî, aramî û tenduristiyê de jiyaneke azad û demokratîk bi dest xistiye.

Rojhilata Navîn ku Xiristiyaniyê lê destpê kir û li nava mirovahiyê belav bû, bi şerekî giran, tecrîd, êşkence û êrîşên di asta qirkirinê de derbasî sala 2024'an a mîladî dibe. Rastiyeke ku bi van êrîşan re di serî de civakên Kurd û Ereb hemû civakên Rojhilata Navîn zerarên mezin dibînin, yekîtî, hevgirtin, bawerî, hurmet, hezkirin û biratiya gelan zerarê dibînin û derbê dixwin. Em di wê baweriyê de ne ku di nava atmosfereke bi vî rengî de pîrozkirina Cejnê, bibîranîna pîrozmendiyên civakî bi wesîlekirina çareseriya pirsgirêkan dikarin bi wate bikin. Hêvî û bendewariya me ew e ku Cejna Noelê ya îsal bibe wesîle ku dawî li şer bê anîn, tecrîd bê rakirin, aştî û xwişk-biratî li nava gelan serwer bibe, civak hemû bigihêjin aramî, tenduristî, xêr û bêrê.

Weke Tevgera Azadiyê ya Kurd em pê bawer in ku pirsgirêkên civakên Rojhilata Navîn û mirovahiya cîhanê, krîz û kaos bi têkoşîneke exlaqî, têgihiştina polîtîk û rêxistinî dikarin bêne çareserkirin. Em zanin ku têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelan, civakên baweriyan, jin û ciwanan yekane rêya rizgariya ji krîz û kaosên li Rojhilata Navîn û civakên cîhanê ye. Bi vê bîr û baweriyê em bang li hêzên demokrasiyê, hêzên civakî yên alîgirê nirxên mirovahiyê dikin ku ji bo Cejna Noelê ya îsal û sala mîladî ya nû bibin saleke welê ku têkoşîna nirxên demokrasî û azadiyê, têkoşînê hîn mezin bikin.

Em bi bîr dixin ku cejnên olî banga ji bo nirxên civakî, mirovî yên weke hezkirin, hurmet, aştî û xwişk-biratiyê ye û dixwazin destnîşan bikin ku di vê demê de pêwîstiya bi van nirxên mirovî û civakî ji her demê bêhtir e. Ji ber vê yekê jî em bang li mirovahiyê dikin ku di sala 2024'an de li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û her devera cîhanê li dijî hikumet û dewletên ji mejiyê mêtinger, qirker û faşîst, di eniya têkoşîna hevpar de hîn bi xurtî tevlî nava têkoşîna rêxistinbûyî bibin. Em dixwazin bi bîr bixin ku di sala nû de weke gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ji her demê bêhtir pêwîstiya me pê heye ku piştevanê hev bin. Em hêvîdar in ku Cejna Noelê ya îsal bibe wesîleya saleke welê ku gelên Rojhilata Navîn û gelên me yên Kurdistanî têkoşîna xwe ya li ser xeta neteweya demokratîk hîn mezin bikin, hestên yekîtî, hevgirtin û xwişk-biratiyê hîn xurt bikin.

Bi vê hest û vî fikrî em Cejna Noelê destpêkê li gelên me yên Ermen, Asûrî, Suryanî, Keldanî yên Kurdistanî, li tevahiya civaka Xiristiyan careke din pîroz dikin û hêvî dikin ku ji bo her kesî bibe saleke ji hezkirin, aştî û xwişk-biratiyê."