KCK'ê bi wesîleya Newrozê banga yekîtiyê li hemû Kurdan kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê peyamek ji pîrozbahiyên Newroza Qendîlê şand û banga yekîtiyê li hemû Kurdan kir.

Pîrozbahiyên Newrozê yên li Qendîlê bi beşdariya bi hezaran kesan didome. Konseya Rêveber a KCK’ê peyameke nivîskî şand pîrozbahiyên Newrozê. Peyama KCK’ê ji aliyê Endamê Konseya Rêveberiyê Xebat Hewlêrî hate xwendin. Di peyamê de hat gotin ku, “Me bi têkoşînê statukoya kevn parçe kir û rewşa niha ava kir. Niha jî ji bo encamkirinê, tekane tişta ku pêdiviya me pê heye ev e ku divê em yekîtiya xwe pêk bînin.”

Di peyama KCK’ê de hat destnîşankirin ku, hêzên dagirker bi nêrîneke giştî li kêşeya kurdan dinihêrin û divê têkoşîna kurdan jî bi nêrîneke giştî were kirin.

Peyama KCK’ê ya di pîrozbahiyên Newroza Qendîlê de hate xwendin, wisa ye:

Gelê me yê hêja,

Di serdemek wisa de ku li Rojhilata Navîn û Kurdistanê pêşveçûnên dîrokî pêk tên, em Newroza sala 2017’an pêşwazî dikin. Em vê sala Newrozê bi birdariya serfiraziyê ya ku li her çar parçeyên welatê me berxwedan bilindtir dibe, daxwaza azadiyê wekî çem û lehiyan dadikeve kuçe û kolanan, û hestên gelê me yên yekîtî û hevgirtina neteweyî sînoran derbas dike, em we hemûyan bi rêzdarî û hezkirin silav dikin. Di serî de Başûrê Kurdistanê em tevahiya welatiyên xwe yên ji çar parçeyên Kurdistanê hatine û Newrozê bi me gerîlayên azadiyê re pîroz dikin, bi rêzdarî silav dikin.

Gelê me yê hêja!

Gelê me di nava yek ji pêvajoyên herî krîtîk ên dîroka têkoşînê de ye. Ev pêvajo, derfetên mezin ên azadiyê pêşkêşî gelê me dike. Eger baş bên nirxandin, di dawiya vê pêvajoyê de gelê me wê bibe çavkaniya demokratîka Rojhilata Navîn. Dijmin, ji bo ev yek pêk neyê li her parçeyan êrîşî destketiyên me dike. Lewma hemû hêzên dijmin bi rengekî 'hevgirtî' li dijî Kurdan tevdigerin. Yê ku pêşengiyê ji van êrîşan re dike dewleta Tirk û hikûmeta AKP-Erdogan e. Dewleta TC ne tenê li Bakurê Kurdistanê û êrîşî tevgera me dike, di heman demê de li Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî êrîşî destketiyên gelê me dike. Ji ber ku dewleta Tirk dizane, heta destketî û têkoşîna li parçeyên din tasfiye neke wê nikaribe li Bakurê Kurdistanê serketî be. heman nêzîkatî ji bo rejîmên Îran û Sûriyeyê jî derbas dibe. Divê baş were zanîn, ku dewletên navborî jî dijminatiya xwe ya li Kurdan ne tenê li nava sînorên xwe yên siyasî dikin. Bêguman ev rewş ji bo gelê me xeteriyeke mezin e. Ji vê rewşê jî xeteretir; hê hin hêzên Kurd hene ku bi zîhniyeta 'Kurdistanê xweman-Kurdistanê xwetan' li pirsgirêka Kurd dinêrin. Di rewşekê de ku dijminên me jî bi awayekî yekere li pirsgirêka Kurd dinêre, hin hêzên Kurd li ser bingeha parçetiyê pirsgirêka Kurd dinirxînin. Ev yek pirsgirêkeke mezin e û gelekî xetere ye.

Gelê me yê hêja!

Tenê hêzên mêtinger bi rengekî yekere li mijara pirsa Kurd nanerin. Hêzên navdewletî jî bi rengekî yekere li pirsa Kurd dinerin û ev ji bo me avantajeke mezin e. Ji ber ku di dîrokê de cara pêşî ye ku hêzên navdewletî û mêtinger ev çend têne pêşberî hev. A rast di bin vê dijberiyê de jî pirsa Kurd û hêza Kurd heye. Ji ber ku me bi têkoşîna xwe statûkoya berê şikand û rewşa heyî me afirand. Niha ji bo encamwergertinê tişta hewceyî pê heye tenê avakirina Yekîtiya me ye. Dijmin ji bo ku vê pêk neyîne gelek kêferatê dike. Bi danên biçûk û pêşkeşkirinan dixwaze dîsa nokeriya dîrokî û îxanetê vejîne. Baş tê zanîn êrîşa bi ser Şengalê û Êzîdiyan de bi kesên ku bi van dan û pêşkêşiyan xapiyaye pêk hatiye. Divê baş were dîtin ku di sîsika van êrîşan de êrîşên bi ser destkeftiyên me yên hemû parçeyan de hene. Ji bo vê jî gelê me û hêzên siyasî li her parçeyê li dijî vê helwest nîşan dane û ev êrîş şermezar kirine. Gelê me bi vê helwesta xwe careke dî bang li hêzên netewî kirine ku yekîtiya xwe pêk bînin û dengê xwe li nokeriyan kiriye û gotiye heke tu di vê helwesta xwe de bidomînî  tu yê weke parçeyek ji dijmin werî dîtin. Dîsa gelê me û hêzên siyasî li çar parçeyan bi helwesta hevpar a ku li dijî êrîşên bi ser Şengalê de nîşan dane, nîşan dane ku çarenûsa xwe bi hev ve girêdane û bi vê yekîtiya çarenûsê ew ê ber bi serfiraziyê ve bimeşin. Li qadên Newrozê nîşan dane ku kesên ku qedera xwe bi dijmin ve girêdane, wê bi dijmin re neçarî têkçûnê bibin. Em weke Tevger nîşan didin ku her demê em ê li rex vê daxwaz, feraset û têkoşîna gelê xwe bin, em wê sozê didin ku em ê vîna têkoşînê ya ku di Newroza 2017’an de derketî holê bi ser bixin û serfiraz bikin.