KCK: Divê gelê me li her derê tevlî pêngava têkbirina dagirkeriyê bibe

KCK: Gelê me yê li Bakur, Rojava, Rojhilat û derveyî welat divê bi pêngava me ya 'Dawî li tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê bîne, dem dema azadiyê ye' bi çalakiyên xwe li dijî dagirkeriyê helwesteke zelal nîşan bidin.

Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê êrîşa dagirker a li dijî qada Garê daxuyaniyeke nivîskî weşand. 

Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hate diyarkirin.

"Piştî ku wezîrê şer û fermandarê giştî yê artêşa Tirk li Bexda ya Iraqê û li Hewlêr a Başûrê Kurdistanê hevdîtin kirin, artêşa dagirker a qirker û mêtinger li dijî Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşeke dagirker dane destpêkirin. Di 10’ê Sibatê de ber destê sibehê li gelek cihan bi saetan êrîşên hewayî hatiye kirin û leşker danîne hin deran. A niha li Garê di navbera gerîlayên azadiyê û artêşa Tirk şerekî giran didome.

BÊYÎ PESENDKIRINA PDK'Ê TEVGERA DAGIRKER A LI DIJÎ GARÊ NIKARE PÊK WERE

Qada Garê gelekî dûrî sînorê Tirkiyeyê ye û di nav Başûrê Kurdistanê de ye. Her dem li dijî Garê êrîşên hewayî dihate kirin. Cara pêşîn ji bejahiyê ve leşker şandine û dest bi tevgera dagirker kirine. Bêguman ji bo ku tevgereke dagirker li dijî Garê divê destûr û pesendkirina PDK’ê hebe. Roja ku wê êrîş pêk were, Mesrûr Barzanî ji dêvila ku wê li dijî dagirkeriyê rabe, gerîlayan sûcdar dike û vê dagirkeriyê meşrû dike. Jixwe ev du sê meh in hêzên leşkerî yên girêdayî PDK’ê dora qadên gerîlayan girtibû. Di nav şertekî wisa de dagirkeriya dewleta Tirk dest pê kiriye.

TEVGERA DAGIRKER DI SALVEGERA 22'EMÎN A KOMPLOYÊ DE PÊK HAT

Tevgera dagirker a li dijî Garê di salvegera 22’emîn a komploya navneteweyî de pêk hat û ev jî eşkere dike ku armanca dewleta Tirk tasfiyekirina Tevgera Azadiyê û qirkirina Kurdan e. Li Rojava ji bo jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd bi dawî bikin, êrîşên dagirker dane destpêkirin. Gotina wan 'Em ê şaşiya xwe ya li bakurê Iraqê li bakurê Sûriyeyê nekin' diyar dike ku êrîşên li ser Rojava wisa dikin. A niha li qadên navxweyî yên Başûrê Kurdistanê di şexsê gerîlayan de li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdan e û dixwazin federasyona Başûrê Kurdistanê jî ji holê rakin. Jixwe gelên Başûrê Kurdistanê û gelê Kurd dibêjin ku ev êrîş ne li dijî PKK û gerîlayan e, tevgera dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Heta ku tevgerên dagirker ên li hemû parçeyên Kurdistanê bi dawî nebin, wê ev êrîşên dewleta Tirk a li dijî jiyan û hebûna azad û demokratîk a hemû parçeyên Kurdistanê bidome. Rayedarên dewleta Tirk û çapemeniya wan a li ser polîtîkaya dewletê di her firsendê de diyar dikin ku Kerkûk û Mûsûl aîdî wan e. Piştî êrîşên dagirker ên li ser qadên Xakurkê û Heftanînê ku nêzî sînor in, ev êrîşên li qadên navxweyî yên Başûrê Kurdistanê, dibe gaveke girîng a bidestxistina wîlayetên Kerkûk û Mûsûlê. Ji dagirkeriyên berê jî tê zanîn ku dewleta Tirk ji qadên ku dagir kiriye, dernakeve.

DIVÊ GELÊ ME RABE SER PIYAN Û TEVLÎ PÊNGAVA ŞIKANDINA DAGIRKIRINÊ BIBE

HPG eşkere kir ku helîkoptêrên ku tevlî tevgera dagirkirinê bûne, ji çiyayên Garê, ji aliyê başûr ve ku di bin kontrola PDK'ê de ne, rabûne. Kanên xwecih diyar dikin tevgera dagirkirinê ya li ser Garê, ji bajarokê Bakirmanê yê bajarê Akre yê Başûr tê rêvebirin.

Êrîşa li ser Garê ne tenê êrîşa li ser têkoşîna azadiya Kurd a bi pêşengiya PKK'ê ye, êrîşa li ser hebûna gelê Kurd, êrîşa li ser jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd e. Jixwe heta ku êrîşa li ser her parçeyê Kurdistanê weke êrîşa li ser hemû Kurdan neyê dîtin û li gorî vê helwest neyê nîşandan, ne pêkan e ku hemû parçeyên Kurdistanê azad bibin, destkeftî dibe ku ji dest biçin. Ji ber vê, li dijî êrîş û tevgera dagirkirinê ya li ser Garê gelê me yê li hemû parçeyan û derveyî welat, hêzên siyasî, rewşenbîr, nivîskar, hunermend, jin û ciwan divê helwesta xwe nîşan bidin. Bi vê êrîşê re li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê divê tevgereke gel çêbibe, partiyên siyasî, rewşenbîr, hunermend, ciwan û jin tevlî nav vê tevgera gel bibin. Gelê me yê li Bakur, Rojava, Rohilat û derveyî welat jî, pêngava me ya 'Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; Dema azadiyê ye' li dijî vê dagirkirinê bi çalakiyên aktîf bibe xwedî helwesteke berbiçav. Li her deverê di serî de jin û ciwan divê gelê me rabe ser xwe û tevlî pêngava şikandina vê dagirkirinê bibe.

GELÊ ME YÊ BAŞÛR DIVÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ LI DAGIRKERAN TENG BIKE

Gelê me yê Başûrê Kurdistanê li dijî hêzên dagirkirinê yên weke dewleta Tirk, li dijî her êrîşa dagirker helwesta xwe ya welatparêz û şoreşger daniye holê. Me ji bîr nekiriye ku dema tevgera dagirkirinê ya 2008'an a li ser Zapê, li Amediyê, Derelok û Şeladizê gel gel bi helwesteke çawa rabûye. Bi vî rengî yek ji berxwedana herî birûmet a dîroka Kurdistanê daniye holê. Her wiha li dijî baregehên li Şeladizê helwesta gel weke bîrdariya rûmetê li dîrokê cihê xwe dîtiye. Ev helwest rênîşandêra çalakiyên îro yên li dijî dagirkeriyê ye. Bi vê çarçoweyê li dijî tevgera dagirker a dewleta Tirk a li ser Garê, di serî de Duhok û Akre, hemû bajar û bajarokên Kurdistanê divê rabin ser xwe, nîşan bidin ku Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê nikare were dagirkirin. Başûrê Kurdistanê divê li dagirkeran were tengkirin.

Dewleta Tirk a mêtingeriya qirker li her deverê êrîşê tîne ser têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û destketiyan. Bi êrîş û dagirkirinê hewl tê dayin ku di hevseng û statûya nû ya Rojhialta Navîn de Kurd nikaribin bi rengekî azad û demokratîk cih bigirin û bi vê dixwazin qira Kurdan bînin. Ev rastî divê hemû Kurdan li dijî dewleta Tirk a qirker rake ser piyan, êrîşan bide şikandin, hebûna Kurdan misoger bike û bike ku di sedsala 21'ê de her parçeyê Kurdistanê bibe xwedî jiyana azad û demokratîk."