KCK: Bi wefata Adil Mirad gelê me nirxekî gewre ji dest daye

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, ji bo Endamê Komîteya Rêveber ê YNK’ê Adil Mirad ku duh çû ber dilovaniya xwe, peyama serxweşiyê da.

Peyama serxweşiyê ya bi mohra Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:

‘’Em bi xemgînî jê agahdar bûn ku kedkarê mezin ê têkoşîna azadiya gelê Kurd, siyasetmedarê bijarte, dîplomatê serkeftî û pêşmergeyê wêrek, damezirînerê YNK’ê û sekretere Meclîsa Partiyê birayê me Adil Mirad çûye ber dilovaniya xwe. Wefata vî mirovê bijarte ku hemû jiyana xwe li ser doz azadiyê ya birûmet a gelê Kurd kiriye û di dilê gelê me de cihê xwe çêkiriye, ji bo gelê me bûye xemgîniyek. Vê rojê, ku em hemû xemgîn in, em êşa mabata hêja ya Adil Mirad, rêveberiya YNK’ê û cimeta wê par ve dikin.

Adil Mirad ê gorbihişt, ji ciwantiya xwe ve bi hîsên niştimanperweriyê tevlî nav têkoşîna azadiyê ya gelê me bûye. Tevahiya jiyana xwe hemû peywirên ku têkoşînê li ser milê wî kiriye bê kêmasî pêk aniye. Di hemû qadên têkoşînê de bi rol û peywirê rabûye û bûye pêşengekî gel ê rayedar. Di tevahiya mêjûya têkoşînê de qet ji zehmetiyan xwe nedaye alî, dema ku derfet çêbûne qet xwe bi dest rehetiyê ve bernedaye. Hay ji dijwarî û giraniya bûyera Kurd hebûye û li ser têkoşîna xwe rawestiyaye û bi biryardarî domandiye. Li gel hîsên xwe yên niştimanperwerî, bi hişmendiya xwe ya siyasî jî yekerebûna bûyera Kurd hê zû fêhm kiriye, di her platformê de ji bo ku mafê Kurdan bi asta netewî parastiye,bi asta netewî jî xwedî lê derketine. Dema êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser Mexmûrê li cem gelê me bûye, ji bo ku ji pêdivî û daxwazên gelê me re bibe bersiv hemû derfetên xwe seferber kirine.

Dema Şoreşa Rojava jî hem ji bo desteka maddî û hem ji bo li platformên siyasî û diplomatîk destkeftî werin parastin bi roleke mezin rabûye. Di her platformê de bê dudiliyekê xwedî li nirxên têkoşîna Bakurê Kurdistanê derketiye, tim li cem gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê jî sekiniye. Bi vê çarçoweyê ji bo pêkhatina Yekîtiya Netewî ya Kurd têkoşerekî mezin bûye, hemû hewldanên bi vê biwarê bê dudiliyekê destek kiriye. Adil Mirad ê gorbihişt, li gel yekîtiya têkoşînê ya Kurd, girîngiyeke mezin daye ku Kurd di serî de bi gelê Ereb re, bi gelên Iraqê re bibin xwedî jiyaneke hevpar û demokratîk. Ji bo vê jî 2014’an di pêvajoya hazirkirina Destûra Iraqê de cihê xwe girtiye. Birayê me Adil Mirad ê zeraq û xwedî jiyaneke rewnaq a siyasî di jiyana xwe ya civakî de û di têkiliyên xwe de jî pir dilnizm bûye.

Ev wesfên wî yên sereke ku bi qutebirî me hewl da ku vebêjin, nişana wê ye ku me çendî nirxekî gewre ji dest daye. Ji ber vê jidestdana gewre em êşa malbata gorbihişt, hevalên wî yên têkoşînê û dostên wî par ve dikin. Bila rehma Xwedê li ser be, di serî de yê  malbata bi kovan, rêveberiya YNK’ê û cimeta wê, serê gelê me xweş û sax be.’’