KCÊD: Nûjiyan bû dengê Êzidxanê û rastiya rûyê kujerên Kurdan

Koordînasyona Civaka Êzidi ya Demokratîk (KCÊD), bi daxuyaniyekê sersaxî ji malbata Nûjiyan Erhan û Çapemeniya Azad re xwest û got: “Nûjiyan bû denêg civaka Êzidî û Êzidxanê.”

Koordînasyona Civaka Êzidi ya Demokratîk (KCÊD), bi daxuyaniyekî nivîskî di serî de sersaxî ji bo malabata Nûjiyan Erhan, Çapemeniya Azad û hemû gelê Kurd re xwet û wiha got: “ Nûjiyan di demê herî zor û zehmet de bû dengê civaka Êzidî û Êzidxanê, li aliyê din rûyê rast ê kujerên gelê me, qirêjî, hovîtî û hemû pêkanînên dij mirovahiyê tehşîr kir û raxist ber çavan.”

Koordînasyonê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku rojnamevan Nujiyan Erhan (Tuba Akyilmaz) a ku di êrîşa komên çeteyên PDK’ê ya di 3’yê Tebaxa 2017’an a li ser Xanesorê de birîndar bibû, têkoşîna jiyanê ya 19 rojan winda kir û gihîşt şehadetê.

Koordînasyona Civaka Êzidi ya Demokratîk di dewama daxuyaniya xwe de ev agahî tişt got:

“Ji ber şehadeta rojnamevan Nujiyanê xemgîniya xwe tînin ziman û di serî ji malbata wê, ji hemû kedkarên Ragihandina Azad û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Nujiyan Erhan wekî rojnamevanek ev 2 sal bûn li ser xaka Êzidxanê hewl dida ku êş, keder, zehmetî, daxwaz û heviyên gelê me ragihîne raya giştî. Li aliyekê bi xebata xwe ya bêhempa, wekî dengê Êzidxanê bû, li aliyê din jî rûyê rast ê kujerên gelê me, qirêjî, hovîtî û hemû pêkanînên wan ên dij mirovahiyê teşhîr kirin û raxistin ber çavan.

Di demeke ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn şerekî gelekî qirêj tê meşandin û rastî tên berevajîkirin de, nîşandayîna heqîqetê karekî pîroz û ewqas jî bi zehmet e. Lewma jî kedkarên ragihandinê ku vê erkê bicîh tînin, her tim bûne hedefa zordar, dagirker û xayînan.

Nujiyan Erhan jî di herêmeke wiha de di şertên herî zehmet de ji bo ragihandina heqîqetê têkoşîn dimeşand. Tevî hemû astengiyan jî, bê tirs, guman erka xwe ya ronîkirinê bi hêjayî pêk anî. Bi keda xwe planên qirêj kirfş dikir. Dema ku di 3’yê Adarê de komên çete yên girêdayî PDK’ê û AKP’ê êrîşî ser Xanesorê kirin jî, Nujiyan ji bo ragihandina rastiyan li wir bû. Çeka wê kamera û wênekêşên wê bû. Lê êrîşkaran jî dizanîn ku ev çeka wê gelekî bibandor e. Ew bibû dengê jin, zarok û tevahiya gelê Êzidî. Cîhanê bi xebatên wê û hevalên wê fermana 73’yan nas kir, êşa gelê me dît, rûyê hovan nas kir. Lewma rast e rast ew kirin hedef. Bi guleya nemerdan ji serê xwe giran birîndar bû û piştî 19 rojan jiyana xwe ji dest da.

Em baş dizanin ku hêzên tarî û nokerên wan ji rastiyan ditirsin û naxwazin tarîtî ji ser herêmê rabe. Naxwazin ku rûpoşa wan bikeve û gel wan bibîne. Dema rûpoşa wan ket, wê desthilatdarî, dagirkerî û zordariya wan jî bidawî bibe. Lewma êrîşên wan ên li ser rojnamevanan manîdar in. Hedefgirtina Nujiyan ji hedefên dagirkirina Êzidxanê û qirkirina gelê Êzidî ne cudatire. Êrîşa herî dawî perçeyek ji êrîşên fermana 73’yan bû. Dixwestin vê temam bikin. Her wiha xwestin wisa nîşan bidin ku gelê me êrîşî çeteyan bikin. Lê belê bi dîmen, wêne û nûçeyên ku Nujiyan û hevalên xwe kişandine ev lîstokên wan vala derketin. Hemû cîhanê rastî dît û ev êrîşkar û xwediyên wan di nava civaka Kurdistanê de rûreş bûn.

Bi vê bîr û baweriyê em bejna xwe li ber şehadeta Nujiyan Erhan ditewînin û dibêjin ku keda wê ti caran nayê jibîrkirin, em ê di têkoşîna xwe de bîranîna wê bidin jiyin. Em careke din sersaxiyê ji malbata Nujiyan û hemû Ragihandina Azad dixwazin.”