KCDK-E, Çarşema Sor pîroz kir

KCDK-E cejna Êdiziyan a Çarşema Sor pîroz kir û bal kişand ser girîngiya rêveberiya xweser û yekîtiya netewî.

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E ji bo cejna Çarşema Sor a Êzidiyan peyama pîrozbahiyê weşand.

Di peyamê de tê gotin ku gelek komkujî bi ser gelê Êzidî hatiye û herî dawî bûye hedefa dewleta Tirk, çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan.

‘’YEKÎTIYA NETEWÎ JI NAN Û AVÊ GIRÎNGTIRE’

Di peyamnê de ev tişt hate gotin;

“Li Şengala ku bûye mekan û xaka Kurdan, gelê Êzidî bi rêveberiya xweser, bi meclîsa xwe û bi pêşxisitna Parastina cewherî û bi vê rêxsitinbûyînê wê pêşî li komkujiyên nû û jenosîdên nû bigre.

Erk û berpisyartiyeke dîrokî dikeve li ser milê hemû Kurdan û Kurdên Êzidî. Bi rêxistinbûyînê em dikarin nirxên netewî biparêzin û pêşve bibin. Ji bo vê ji ji bo Şengal bibe xwedî statuyeke xweser erkeke dîrokî li pêşiya me hemûyan heye. Ji bo pêşîlêgirtina komkujiyên li Efrîn, Şengal û Başûrê Kurdistanê divê yekîtiya netewî pêk were û ev jî ji nan û avê bêhtir pêwîstiyeke.”

KCDK-E herî dawî wiha got;”Ji bo avakirina welateke azad, wekhev, nasname, jiyana hevpar û nirxên newetî, em dixwazin gelê Êzidî azad bibe û cejna Çarşema Sor a Êzidiyan pîroz dikin.”