KCD û HDP: Ji bo Xerabê Baba divê em bibin yek
Ketina heyeta KCD û HDP’ê ya ji bo gundê Xerabê Bava yê ku êşkence, înfaz û binçavkirin lê hate kirin hate astengkirin.
Ketina heyeta KCD û HDP’ê ya ji bo gundê Xerabê Bava yê ku êşkence, înfaz û binçavkirin lê hate kirin hate astengkirin.
Li gundê Xerabê Bava ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê qedexeya derketina derve di roja 8’emîn de didome. Heyeta KCD û HDP’ê ku di nava wan de Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Parlamenterên HDP’ê Leyla Bîrlîk, Mehmet Alî aslan û Feleknas Ûca hene di ketina gund de ji aliyê leşkeran hatin astengkirin û heyetê li gundê Zorava daxuyaniyek da çapemeniyê.
ÇI HATE JIYÎN VEGOTIN
Di daxuyaniyê de Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan axivî û diyar kir ku ew ji bo tiştên li gundê Xerabê Bava tên jiyîn bibînin hatine gund. Aslan diyar kir ku hefteyeke li gund qedexeya derketina derve hatiye îlankirin û wiha got: “Me bihîst ku êşkence li gundiyan dikin. Ji bo em pêşiya van êşkenceya bigirin heyeta me hat vir lê destûr nehat dayîn. Me bihîst ku welatiyên nexweş hene. Gotin pêwîstiya xwarin û avê heye, destûr nedan ku em bi pêwîstiyên welatiyan re jî mijûl bibin. Leşkeran got wan ferman ji Walî û Enqereyê girtine. Ji bo ketina gund hevdîtinên me didomin. Ji bo em welatiyên xwe yên li gund bibînin dê xebatên em yên dîplomatîk bidomin.”
Piştre jî Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk axivî û destnîşan kir ku ji gund re 3 kîlometre mayî ew ji aliyê leşkeran ve hatine astengkirin û wiha pêde çû: “Em nizanin li gund çi diqewime. Dema em bi rêya telefonê bi welatiyên li wir re axivîn gotin ku li gund rewş xirabe. 300-400 mal hene li vî gundî nexweş li gund hene û nikarin derbikevin. Kesên kal û zarok hene. Beriya niha li Şirnex û Sûrê çi kirin niha li gund heman tiştî dikin. Li wir wehşetek pêk anîn niha dixwazin li vir jî hema tiştî bikin. Mal tên şewitandin, welatî tên binçavkirin û destûr nadin kesek bikeve gund. Me ji devê wan bihîst ku binçavkirin hene. Ji bo em bizanin ku 8 roje li gund çi diqewime divê em bibin yek.”
WÊ QET BI SER NEKEVIN
Bîrlîk, bi lêv kir ku hikûmeta AKP’ê ku zanî wê di referandumê bisernekeve dixwaze bi binçavkirin û girtina gel biçewisîne û wiha axivî:
“Em niha dibinin ku pergala AKP’ê gihiştiye kîjan astê. Welatiyên li vir deng dane me, agahî ji wan girtin mafê me yê herî rewa ye. Ji bo pêşiya referandumê bê vekirin zextan li ser gel didin meşandin. Li gorî em dizanin li vir cenaze hene. Çi ji cenazeyan kirine nizanîn û agahiyan nadin me. Ev zihniyet bi van zextan tu carî biser nakeve. Di deste me de agahiya pêwîstiya welatiyan bi xwarin, av û dermanan heye. Em dixwazin ligel gelê xwe bin. Em bang dikin ku demildest qedexe bê rakirin û destûr bê dayîn ku heyeta me bikeve gund.”