KCD, TJA, DBP, HDP: Tecrîd divê tavilê bi dawî bibe

KCD, TJA, DBP û HDP'ê bi daxuyaniyekê ragihandin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sûcê li dijî mirovahiyê ye û xwestin, tavilê bi dawî bibe.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinê ya Azad (TJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Buroya Şêwirmendiyê ya Navenda Giştî ya DBP'ê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz bal kişand ser cezayên dîsîplînê yên qedexeya 6 mehan a hevdîtina bi parêzeran û 3 mehan qedexeya hevdîtina bi malbatê re ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye birîn.

Salîha Aydenîz got, "Tirkiye êdî li ser mekanîzmaya dewletê bi rê ve naçe. Ji ber tecrîdê pirsgirêka demokrasiyê heye. Israra di tecrîdê de astengiyeke herî mezin a li pêşiya demokratîkbûnê ye. Beşên civakî, muxalefet û her kesên ku demokrasiyê ji xwe re esas dibîni, divê li dijî tecrîdê têbikoşe. Li dijî tecrîdê, civata navneteweyî û CPT jî xwedî berpirsyariyê ye. Divê vê berpirsyariya xwe bi cih bÎnin."

Salîha Aydenîz diya rkir ku li gorî peymanên navneteweyî tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye û got, "Bêdengiya li hemberî vê yekê jî hevpariya li vî sûcî ye. Em zanin ku qedexeyên hevdîtinê yên ji bo 6 mehan û 3 mehan li gogrî hiqûqê nehatiye dayin. Tecrîdkirina Birêz Ocalan ku ji bo gelê Kurd tê wateya jinûve bûyînê, navê dijminatiya li gelê Kurd e. Divê tavilê dest ji polîtîkaya tecrîdê bê berdan."

Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz destnîşan kir ku agahînegirtina ji tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelê Kurd xistiye nava tirs û fikaran û got, "Birêz Ocalan rêbereke ku bi milyonan mirovî jê re gotine, ew îradeya me ye. Ji bo demokrasiya li Tirkiyeyê divê tecrîd tavilê bi dawî bibe."