KCD: Tifaqa faşîst ji tirsa, Hevseroka me binçav kir
KCD'ê diyar kir, faşîzma AKP-MHP'ê ji tirsa, Hevseroka wan Leyla Guven binçav kiriye û bang li saziyên navneteweyî kir.
KCD'ê diyar kir, faşîzma AKP-MHP'ê ji tirsa, Hevseroka wan Leyla Guven binçav kiriye û bang li saziyên navneteweyî kir.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li ser girtina li binê çavan a hevseroka wan Leyla Guven, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, zext, komkujî, tinehesibandin û binpêkirina mafên mirovan, ji ber tirsa tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê ji sekna gelan a berxwedêr e û hat gotin, "Aqlê dewletê, ku ji bo xatirê desthilatdariya xwe gelek caran hemû rêbazên dîktatoriyê ji bo şikandina vîna gelan ceriband, divê êdî dest ji vê rêbazê berde."
KCD'ê ragihand, hevseroka wan belasebep beriya du rojan bi rengekî nehiqûqî ahtiye binçavkirin û piştî derket pêşberî dozgeriyê, dema girtina wê ya li binê çavan bi 6 rojan hatiye dirêjkirin.
KCD'ê xwest, hevseroka wan Leyla Guven tavilê bê berdan û destnîşan kir, ku weke Kongreya civaka Demokratîk, çawa ku li dijî zext, zilm, komkujî, tinehesibandin, binçavkirin, girtin û polîtîkayên têkbirinê, tevî sazî û gelê xwe berxwedana xwe geş kirin, wê ji niha û pê ve jî li dijî her şêwe êrîşan berxwedana xwe mezin bikin.
KCD'ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li saziyên navneteweyî jî kir, ku van binpêkirinên mafên mirovan û bêhiqûqiyê bibînin û bi berpirsyarî rabin.