KCD: Komkujiya Roboskî plankirî ye

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li ser salvegera Komkujiya Roboskî daxuyaniyeke nivîskî da. KCD'ê diyar kir, Komkujiya Roboskî ji gelek komkujiyên dewleta Tirk yek jê ye û plankirî ye.

KCD'ê li ser salvegera 7'an a Komkujiya Roboskî daxuyaniyeke nivîskî da. KCD'ê Komkujiya Roboskî ya ku bi balafirên şer ên Tirk, bi biryareke navendî ya rejîma Enqerê pêk hatiye, şermezar kir, diyar kir ku ev komkujî plankirî ye û ji gelek komkujiyên dewleta Tirk ên li ser Kurdan, yek jê ye.

KCD'ê bi bîr xist, li gel ku 7 sal di ser komkujiyê re derbas bûne jî derbarê berpirsên komkujiyê ti 'lêpirsîn'ek nehatiye destpêkirin û dosyaya têkilî komkujiyê di nav dosyayên 'kujer nediyar' de hatiye bicihkirin.

KCD'ê di peymana xwe de wiha got: "Komkujiya Roboskî, ji komkujiyên ku heta niha li ser gelê me hatine kirin yek jê ye. Piştî komkujiya Roboskî êrîşên li ser têkoşîna azadî û demokrasiya gelê me zêdetir bûn. Li bajar û navçeyên wekî Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Gever, Pirsûs, Amed, Dîlok û hwd. komkujiyên bêhejmar pêk anîn. Êdî derket holê ku ev hemû pêkanînên wekî polîtîkaya dewletê pêk hatin, di çarçoveya plana têkbirina têkoşîna azadî û demokrasiyê û bi şikandina vîna wê serî li ber sîstema dagirkerî ya heyî bitewînin, pêkanîn.

Lê belê dîroka têkoşîna gelê me bi awayekî eşkere nîşan daye ku ev êrîş û komkujî nikare vîna gelê me bişkîne û nikare pêşiya biryarbûna gelê me ya xwedî li vîna xwe derdikeve û bihêzbûna têkoşîna azadî û demokrasiyê bigire. Ji ber vê yekê têkoşîna azadiya gelê Kurd ji gelên Rojhilata Navîn re bûye hêviyek.

''NIKARIN ROBOSKÎ BIDIN JIBÎRKIRIN'

Ne mumkun e ku komkujiya Roboskî û komkujiyên din ji hişê gelê me û gelên dinyayê derxînin û nikarin bidin jibîrkirin. Îro daxuyaniyên lanetkirina komkujiya Roboskî yên ji çar hêlên dinyayê tên weşandin hestyariya gelan a li hemberî vê komkujiyê nîşan dide û her wiha tê xwestin ku berpirsyarên vê komkujiyê bên darizandin û hesab ji wan bê pirsîn.

'NÊZÎK E KU HESAP BIDIN'

Ev tevkariya neteweyî û ya navneteweyî di encama têkoşîna biryarbûnî ya gelê me de derketiye holê. Em di wê baweriyê de ne ku rojên ku berpirsên komkujiya Roboskî hesab bidin nêzîk e.

Bi vê bîr û baweriyê em 7’emîn salvegera komkujiya Roboskî careke din bi tundî lanet dikin. Rehma Xwedê li 34 ciwanên me yên jiyana xwe ji dest dane be. Di serî de ji malbata wan û gelê me re banga me ew e ku bi sebreke mezin vê têkoşîna xwe berdewam bikin."