KCD: Em xwedî li daxwazên Leyla Guven derkevin

KCD: Hevseroka me Leyla Guven 40 roj in di greva birçîbûnê de ye. Em bang li hemû gelê xwe, derdorên demokrat, sazî û dezgehên neteweyî û navneteweyî dikin ku bila di vî warî de bihistyar bin.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlementera HDP’ê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 40 roj in di greva birçîbûnê de ye. KCD’ê derbarê çalakiya Leyla Guven daxuyaniyeke nivîskî weşand.

‘TECRÎD KAOSA CIVAKÎ KÛR DIKE’

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Daxwaza hevseroka me gelekî zelal e. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye kûrkirin. Ev tecrîd çawa ku di warê exlaqî, mirovî û hiqûqî de nayê qebûlkirin, di warê polîtîk de jî nayê qebûlkirin. Ev tecrîd kaosa civakî kûrtir dike û nahêle ku aştiyeke civakî pêk were.

Ji bo ku di her warê jiyanê de aştî û normalbûn pêk were divê daxwaza hevseroka me Leyla Guven baş were fêmkirin. Ev daxwaz di heman demê de daxwaza gelê me ye jî.

BANG

Hevseroka me Leyla Guven 40 roj in di greva birçîbûnê de ye. Em bang li hemû gelê xwe, derdorên demokrat, sazî û dezgehên neteweyî û navneteweyî dikin ku bila di vî warî de bihistyar bin.”