KCD: Em 4'ê Nîsanê li cihê roj lê hilat, pîroz bikin

"Em bang li her kesî dikin ku ji bo pîrozbahiyê roja 4’ê Nîsan li cih û warê ku roja me lê hilat û bûye qada berxwedanê li gundê Amarayê bi hev re govenda azadiyê bigerînin."

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi wesîleya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê em di pêvajoyeke dîrokî û girîng de ne. Di van rojên dîrokî de pêvajoyeke hem zilm, komkujî, tinehesibandin, pişaftin û gengeşî derketiye asta herî bilind û hem jî ligel vê neyîniyê ruh û pratîka hêvî, berxwedan û têkoşînê zêde bûye."

KCD'ê bibîr xist, gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn, Ocalan weke rêberê xwe qebûl kirine û diyar kir, ew ê rojbûna 68. a Rêberê Gelê Kurd bi hemû gelan re li her derê û li gundê Amarayê bi hêvî, berxwedan û têkoşîneke bêhempa pîroz bikin.

KCD'ê destnîşan kir, ku Ocalan ê bûye hêviya aştiyê ev 18 sal in li Girtîgeha Îmraliyê bi tena serê xwe tê girtin û ragihand, ev pêkanînan ku mînaka wê li ti devera dinyayê tine ye li sîstema Girtîgeha Îmraliyê bi awayekî herî dijwar tê meşandin.

Di dawiya peyamê de wiha hat gotin: "Birêz Ocalan ligel vê tecrîda girankirî ya ku li ti devera dinyayê mînaka wê tine ye bûye hêvî, berxwedan û têkoşîna gelan û em radigihînin ku azadî, ewlehî û tenduristiya birêz Ocalan bûye sedema jiyana hemû gelan. 

Rojbûna birêz Ocalan bûye destpêka hebûn, têkoşîn û rojbûna gelê kurd û ji bo gelê kurd mîladek e.

4'ê Nîsanê rojbûna birêz Ocalan ê bûye mîmarê hêviya aştî, biratî û demorasiyê gelan û ev hişmendiya wî ji hêla dinyayê ve hatiye qebûlkirin.

Em bang li her kesî dikin ku ji bo pîrozbahiyê roja 4’ê Nîsan li cih û warê ku roja me lê hilat û bûye qada berxwedanê li gundê Amarayê bi hev re govenda azadiyê bigerînin."