KCD'ê Leyla Qasim û hevalên wê bi bîr anî

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) şoreşgera Kurd Leyla Qasim û hevalên wê bi bîr anî, ku 12'ê Gulana 1974'an li Iraqê ji aliyê rejîma Baas ve hatin darvekirin.

KCD'ê daxuyaniyek weşand û diyar kir, "Em, yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd û xwendekara sosyolojiyê birêz Leyla Kasim ku di 22 salî de ji aliyê rejîma Baasê ve hate darvekirin û hevalên wê Cevad Hemevendî, Nerîman Fûad Mestî, Hesen Heme Reşîd û Azad Suleyman Mîran ên hatin darvekirin bi hesret bi bîr tînin û li pêşberî têkoşîna wan bejna xwe ditewînin."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Leyla Qasim hem di têkoşîna neteweyî ya gelê Kurd de hem jî di têkoşîna azadiya jinê de meşaleyek bû. Li dijî yên ku dixwestin gelê Kurd qir bikin, bersiva ku Leyla Qasim da di afirandina hişmendiya neteweyî de xwedî cihekî girîng bû. Ji ber vê yekê gelê Kurd wê Leyla Qasim her tim di dilê xwe de, di têkoşîna xwe de hilgire, ji têkoşîna wê hêzê werbigire.

Rejîma Baas bi salan gelê Kurd hem talan kir hem jî qetil kir. Bi navê Kongreya Civaka Demokratîk em polîtîkayên qikirinê, zext, girtin û tinekirinê yên serkêşê rejîmê Saddam û derdora wî li dijî Kurdan kir şermezar dikin. Yên ku Leyla Qasim û hevalên wê darve kir bi qanûnên xwe hatin darvekirin ku ev yek mînaka îbretê ye."