KCD'ê êrîşa li ser kampa Mexmûrê şermezar kir

KCD'ê êrîşa li ser kampa Mexmûrê şermezar kir û bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên neteweyî û navneteweyî kir.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) derbarê êrîşa li ser kampa Mexmûrê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku kampa Mexmûrê ji sala 1998'an û vir ve di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye û NY'ê statuya kampa penaberan daye wargehê.

KCD'ê ragihand, Kurdistaniyên ji ber zext û zordariya dewleta Tirk sala 1994'an ji Bakurê Kurdistanê koç kirin, ji hingî ve di nava şert û mercên giran de li kampa penaberan dimînin.

'ÊRÎŞ NIKARE ÎRADEYA ME BIŞIKÎNE'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ev êrîş yek ji dehan êrîşên li dijî gelê me ye. Êrîşên ku li dijî têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê me tên kirin -di dîroka têkoşîna gelê me de bi zelalî tê dîtin- nekariye îradeya gelê me bişikîne û li pêşiya xwedîderketina li têkoşîna azadiyê nebûne asteng.

Ji ber vê yekê, têkoşîna azadiyê ya gelê me bûye hêviya gelên Rojhilata Navîn. Êrîş ji aliyê kê hatibe kirin, wê ji bîra gelê me neçe û gelê me wê heta dawiyê li dijî vê yekê têbikoşe."

BANG

Di dawiya daxuyaniyê de kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn, kujer hatin şermezarkirin û hate gotin, "Em bang li Neteweyên Yekbûyî û hemû saziyên neteweyî û navneteweyî dikin ku li dijî êrîşên li ser kampa penaberan a Mexmûrê derkevin û nerazîbûnê nîşan bidin."