KCD'ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Şêx Seîd ê ku di 29'ê Hezîrana sala 1925'an de ji aliyê rejîma Tirk ve hate darvekirin û hevalên wî bi bîr anî.

KCD'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, ku 29'ê Hezîranê di hişê gelê Kurd de demeke girîng e.

Di daxuyaniya KCD'ê de hate gotin, "29'ê Hezîran sala 1925'an weke hemû gelên cîhanê gelê Kurd jî daxwaziya serxwebûn, azadî, demokrasî û edaletê kiriye, lê mixabin ev dîrok bûye dîroka komkujî tasfiye û îmhakirinê."

KCD'ê diyar kir, 29'ê Hezîranê di hafizaya gelê Kurd de her dem ji bo kesên metînger dîrokek bi lanet e,  ji bo gelê Kurd serhildanek bi rûmet û di dîroka berxwedanê de heta dawiya emrê mirov wê cihekî taybet digire.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji lîderên gelê Kurd Şêx Seîd û hevrêyên wî 29'ê Hezîrana 1925'an ji aliyê 'Dadgehên Îstîklalê' ve hatin darvekirin ku ew dadgeh ji bo înkarkirina hebûna gelê Kurd û pêkanîna polîtîkayên tinekirin û qirkirinê hatin avakirin.

Şêx Seîd û hevalên wî wekî doh îro jî wekî meşale rêya gelê Kurd ronî dikin û rê li ber me vedikin. Li ber çavên gelê Kurd û gelê cîhanê cihê xwe di nava kesên ji bo azadî, wekhevî û edaletê da têkoşîna berxwedanê dimeşînin girtin.

Encax ew kesên ku dibêjin me bi darvekirina van kesan li 'Dadgehên Îstîklalê' yên ji aliyê dadger û dozger bila bizanibin ku ev dîroka 29'ê Hezîranê sala 1925'an di hafiza û wîjdana gellê Kurd de hatine mehkûmkirin.

Gelê Kurd meşaleya ku Şêx Seîd û hevalên wî vêxistine tu car li erdê nahêlin û heta vê rojê bi awayekî serketî anîne.

Neviyên wan, li Bakur , Başûr, Rojava û li Rojhilat di rêya azadiyê de gelek destketiyan bidest xistine û mîrasa ku ji wan wergirtine diparêzin.

Bila ruhê wan şad be !..

Di Şehadeta wan a salvegera 94'an de, gelê me li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîna berxwedana azadiyê didin.

Niha, li çar perçeyên Kurdistanê salvegera 94'an a şehadeta Şêx Seîd û hevalên tê bibîranîn.

Em ji wekî şopînerên rêya wan û girêdayî doza wan a bi heq li ser vî esasî xebatên xwe yên Yekîtiya Neteweyî bi ruhekî serketî bi rêve dibin û dibêjin dem dema serketinê ye.

Em wekî Kongreya Civaka Demokratîk, Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin û em soza didin ku doza wan bi ser bixînin."