KCD'ê 8'ê Adarê pîroz kir

KCD'ê bi wesîleya 8'ê Adarê diyar kir, ku jinan di dîrokê de bi serhildan û raperîna xwe ya li dijî hişmendiya mêr nîşan dane ku ti carî serî netewanine û natewînin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyanî da. KCD'ê, di daxuyaniyê de diyar kir ku jinan di dîrokê de her tim li dijî hişmendiya mêr li ber xwe dane û serî hildane û destnîşan kir, " Jinan di dîrokê de bi serhildan û raperîna xwe ya li dijî hişmendiya mêr nişan dane ku tu carî serî netewandiye û tu carî serî natewînin."

KCD'ê bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir, " Tecrîda giran a li ser Ocalan, di şexsê wî de li ser hemû gelên Rojhilata Navîn, Tirkiyeyê û gelê Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê divê her kes li dijî vê tecrîdê dengê xwe bilind bikin. Ji bo tecrîd bişkê, divê ewil pergala Îmraliyê hilweşe. Em ê têkoşîna xwe ya azadiyê ya di pêşengiya Clara, Sara, Sêvê, Arin Mirkan û Avesta Xabûr de pêş dikeve, her roj bêtir geş bikin û mezin bikin. Em, KCD li diji zilm, zext, komkujî û polîtikayên şer ên yek tîpê, bi ruhê berxwedanê em ê teqez bi ser bikevin. Bi vê baweriyê em 8'ê Adraê Roja Jinan a Cîhanê pîroz dikin."