KCD: Dewleta Tirk kiryarên qirkirinê didomîne

KCD'ê li ser salvegera Qirkirina Ermenan daxuyanî da û diyar kir, dewleta Tirk kiryarên xwe yên qirkirinê didomîne.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi wesîleya salvegera Qirkirina Ermenan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Polîtîkayên pişaftin û qirkirinê yên li hemberî gelên Anatolya û Mezopotamyayê li ser navê tirkîtiyê bi hişmendiya yek dewlet, yek gel, yek ziman ji hêla Cemiyeta Îttihat û Terakkî ve hatiye destpêkirin, di roja me de bênavber didome û tê domandin."

'YA HERÎ GIRAN LI ERMENAN HATE KIRIN'

KCD'ê diyar kir, Kurd, Ermen, Suryan, Êzidî, Çerkes û gelek bawermend û gel hatin qirkirin û destnîşan kir, "Di nava van qirkirinan de ya herî mezin û texrîbatên wê zêde bûn, bêguman Komkujiya Ermenan a di 1915'an de bû. Di vê qirkirinê de derdora milyon û nîvek Ermen hatin qetilkirin. Ew qas jê jî ji cih û waren xwe hatin derxistin. Bi vê re dînamîka civakî ya ku di encama hezaran salan derketibû holê, hat tunekirin."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Di ser qirkirin û trajediya mirovahiyê li ser Ermenan hate kirin re 104 sal derbas bûn. Ligel daxwaz, bendeawrî û di heman demê de bangewaziyên raya navneteweyî û wijdanê mirovahiyê dewleta TC'ê bi vê pekanîna dijmirovahî û qirêjiyê rû bi rû nehatiye û berovajî vê yekê serî li înkarkirinê daye. Di encama ev feraseta înkarkirinê de polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Ermen hat meşandin, li ser gelê Kurd jî tê meşandin.

'AKP'Ê LI KURDISTANÊ POLÎTÎKAYÊN QIRKIRINÊ NÛJEN KIRIYE'

Polîtîkayên qirker, komkujî û nîjadî yên Îttihat û Terakkî, îro bi destê AKP'ê ya ku bûye MHP ve tê nûjenkirin û li Sûr, Cizîr, Silopiya, Gever, Nisêbîn, Kerboran û li gelek bajarên din ên Kurdistanê hat meşandin. Gelê Kurd bi qirkirin û wêraniyeke mezin re rû bi rû ma. Desthilatdariya AKP-MHP’ê herî dawî çeteyên mîna DAÎŞ'ê danî kêleka û êrîşî bajarê ku li Sûriyeyê herî aram bû, bajarê aştiyê û cihê ku gel xwe bi xwe bi rêve dibir Efrînê kirin. Dagirkirina Efrînê nûjenkirina ev polîtîkayên qirkirinê ye.

DIKIN NAKIN NIKARIN BI BERXWEDANÊ

Ev polîtîka û pêkanîn, berxwedan û vîna gelê me ya bi salane ji bo azadiyê derxistiye holê, tune nekiriye. Ev yek di tecrubeyên berê de bi awayekî eşkere derketiye holê.

Di çarçoveya van nirxandinan de; em qirkirina di 1915’an de ya bi taybetî li ser gelê Ermen û bi giştî li ser hemû gelên Mezopotamya û Anatolyayê hat meşandin bi tundî şermezar dikin.

Em bang li dewlet û hikumeta AKP'ê dikin ku bi rabirdûya xwe re rû bi rû were û dev ji pêkanînên û polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelan dimeşîne berde.

Destnîşan dikin ku êşa hemû gelê Ermen û yên diyasporayê parve dikin. Em di wê baweriyê de ne ku bi tevkarî û têkoşîna hevpar a gelan em ê siberoja xwe azad bikin."