KCD, DBP û HDP li Mêrdînê bi gel re civiya

Heyeta KCD, DBP û HDP’ê li Mêrdînê di çarçoveya yekîtiya neteweyî de bi gel re civiya. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir got, “Çiqas êrîş were kirin jî wê nikaribin vê gelî parçe bikin.”

Heyeta ku ji Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) pêk tê li Mêrdînê xebata Yekitiya Netewî ya Kurd bi dirûşmeya “Dem dema yekitiya netewî û azadiyê ye” didomînin. Heyetê ev xebat duh li Nisêbînê dabû destpêkirin. Di çarçoveya bernameyê de heyeta ji Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan û yên li gel wan pêk dihat li navçeya Mehsertê ya Mêrdînê serdana esnaf û malbatan kir. Heyet piştî serdanê ji navçeyê derket.

Heyeta ji Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar û yên li gel wan jî li navçeya Stewrê serdana esnaf û xelkê kir. Esnafan bi dilgermî pêşwazî li heyetê kir. Heyet piştî navenda navçeyê çû serdana xelkê gundê Ewîna, Cirzê û Barman û hevdîtinan bi welatiyan re kirin.

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li gundê Ewîna axivî û destnîşan kir ku ew bajar bi bajar serdanên xwe didomînin û ew ê heta 25’ê sibatê li Mêrdînê bidomînin. Bayindir destnîşan kir ku gelê Kurd her tim di bin êriş û zextan de ye û wiha got: “Em jî li dijî vê têdikoşin. Ji bilî zextan tu tiştek di destê desthilatdariya AKP û MHP’ê de nemaye. Dixwazin li ser gelê me polîtîkayek qirêj bi rê ve bibin. Ji Wanê bigire heta Amed û Mêrdînê gelê me jî bi bawerî û biryardariyek mezin li dijî vê têdikoşe. Ew jî dizanin her çiqas êriş dikin bila bikin û zextan pêk tînin bila bînin wê nikaribin vî gelî parçe bikin. Wê nikaribin rêxistinbûyîna me, baweriya me û hêviya me bişkînin. Heta îro rêxistinbûyîna vî gelê hilweşînin, wê ji niha şûn ve jî nikaribin hilweşînin.”

Heyet li Stewrê çû serdana taziyeyan jî û pişt re bernameya xwe li navçeyê bi dawî kirin.