KCD: Daxuyaniya Barzanî zerarê dide Yekîtiya Neteweyî

KCD'ê daxuyaniya Barzanî ya li ser Qendîlê weke daxuyaniyeke bêtalihî bi nav kir û got, "Daxuyaniyên bi vî rengî zirarê dide Yekîtiya Neteweyî ya gelê Kurd, cesaretê dide êrîşên dagirkeriyê û wan rewa nîşan dide."

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku 2 salên dawî ji bo azadiya gelê Kurd bi têkoşîn û tecrûbeyên têr û tijî derbas bû.

KCD'ê polîtîkayên êrîşkarî, faşîst û nîjadperestî yên piştî referandûma Başûrê Kurdistanê bi serkêşiya Tirkiyeyê hatin kirin bi bîr xist û diyar kir ku Kerkûk di encama vê polîtîkayê de ji dest çû.

KCD'ê da xuyakirin ku dagirkirina Efrînê ji hêla artêşa Tirk ve dewama vê pêvajoyê ye û işaret bi gefên êrîşkariyê yên li Minbic û  herêmên din tên xwarin kir. 

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji ber van polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, li Efrîn, Kerkûk û bajarên din ên Rojava û Başûrê Kurdistanê hewl tê dayin ku demografiya herêmê bê guhertin.

KCD'ê destnîşan kir ku ji ber van bûyer û êrîşan, gelê Kurd li hemû beşên Kurdistanê ji aliyê civakî, siyasî û demografîk ve di rewşeke xetere de ye û wiha dewam kir:

"Çareserkirina van pirsgirêkan bi yekîtiya neteweyî dibe. Ev yek di daxuyaniyên hemû partiyên siyasî û saziyên Kurdistanî de bi gelê me re hatiye parvekirin."

KCD'ê işaret bi daxuyaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî yên li ser Qendîlê kir û diyar kir ku vê daxuyaniyê nîşan daye ku Barzanî tecrûbeyên berê rast nenirxandiye û siyaseta Yekîtiya Neteweyî fêhm nekiriye.

KCD'ê daxuyaniya Barzanî ya li ser Qendîlê weke daxuyaniyeke bêtalihî bi nav kir û got, "Daxuyaniyên bi vî rengî zirarê dide Yekîtiya Neteweyî ya gelê Kurd, cesaretê dide êrîşên dagirkeriyê û wan rewa nîşan dide."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû lîder û rêveberên partiyên siyasî hate kirin ku xwe ji daxuyaniyên zerarê digihînin Yekîtiya Neteweyî û rê li ber dagirkeriyê vedikin vegirin.