KCD: Bila bibe saleke berxwedan û destketiyan

KCD'ê sersal pîroz kir û xwest, 2019 bibe salek ku berxwedan û destketî mezin bûne.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi wesîleya sersalê peyamek weşand û got, "Hêzên emperyal ên navneteweyî, dîktatorên Rojhilata Navîn û çeteyên terorê dest dan hev û di sala 2018'an de komkujî, qirkirin, koçberî li gelên Rojhilata Navîn ferz kirin."

'ZEXT JÎ BERXWEDAN JÎ MEZIN BÛ'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, faşîzma AKP-MHP'ê sala 2018'an li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di asta herî bilind de zext û zordarî li hêzên demokrasiyê kir.

KCD'ê diyar kir, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye şidandin û wiha dewam kir: "Lê belê mijara ku mohra xwe li sala 2018'an xist, berxwedana mezin û têkoşîna demokrasî, edalet û azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn bû ku li dijî kiryarên mêtinger û faşîzan nîşan dan.

Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bi dînamîkên xwe hemûyan, li her deverê sala 2018'an kirin saleke mezin a berxwedanê."

'ÇALAKIYA GUVEN BÛ ÇALAKIYA CIVAKÊ'

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê ku li dijî tecrîdkirina Ocalan dest pê kiriye û hate gotin, çalakî pêl bi pêl mezin bû û li qada neteweyî û navneteweyî bû çalakiya civakê.

KCD'ê işaret bi berxwedana li Rojavayê Kurdistanê jî kir û ragihand, berxwedan bûye ronahî ji bo paşeroja Rojhilata Navîn.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Em hêvîdar in sala 2019'an bibe saleke welê ku berxwedan û destketî zêde bûne."