KCD: Çalakiya Guven tirs berda dilê Waliyê Amedê

KCD li ber biryara Walîtiya Tirk a li Amedê rabû ku ji bo 15 rojan çalakiyên li bajêr "qedexe" kir û diyar kir, biryar li dijî berxwedana Guven hatiye dayin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li ser biryara Walîtiya Tirk a li Amedê ku ji bo 15 rojan çalakiyên li bajêr "qedexe" kiriye, daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku greva birçîbûnê ya hevseroka wan Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye roja 10'an û hate gotin, biryara Walîtiya Tirk a li Amedê li dijî bikaranîna mafên demokratîk û qanûnî, kiryareke antî demokratîk e.

KCD'ê biryara walîtiyê şermezar kir û hate ragihandin, çalakiya Guven a ji bo mafên mafdar û rewa dest pê kiriye bûye malê civaka neteweyî û navneteweyî.

'DIVÊ RAYA GIŞTÎ VÎ DENGÎ XURT BIKE'

Di dawiya daxuyaniya KCD'ê de hate gotin, "Hevseroka me Leyla Guven bi rêya greva birçîbûnê bang li wijdanê civaka neteweyî û navneteweyî kiriye. Em pê bawer in ku raya giştî ya demokratîk wê bersiveke xurt bide vî dengî û wê daxwazên Hevseroka me Leyla Guven weke daxwazên xwe bi dengekî bilind bîne ziman."