KCB'ê girtina rahîp Aho şermezar kir

KCB'ê nerazîbûn nîşanî girtina Rahîbê Keşîşxaneya Mor Yakûp Sefer Aho da û diyar kir, "Ya rast rahîb alîkarî neda kesî, sûc nekir. Li gorî baweriya olî deriyê xwe li her kesî vekir."

Kongreya Gel a Mezopotamyayê (KCB) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku zextên hêzên dewleta Tirk ên li dijî gelan dewam dikin û diyar kir, bi binçavkirina beriya sê rojan re hate nîşandan ku bangên "Vegerin welatê xwe, ewlekariya can û malê we wê ji aliyê dewletê ve bê misogerkirin" a ku li Suryaniyan tê kirinçiqasî vala ye.

Daxuyaniya KCB'ê wiha ye:

"Li Turo d'îzlo çiyayê Bagokê, Rahîbê Keşîşxaneya Mor Yakûp Sefer Aho, keyayê gundê Arkahê Josep Yar û ji gundê Sederî Mûsa Taştekîn ji aliyê hêzên dewletê ve hatin binçavkirin. Rahîp Sefer Aho pêr ji aliyê dadgehê ve hate girtin û ew şandin girtîgehê.

Tê payin ku keyayê gundê Arkahê Josep Yar sibe derxînin pêşberî dadgehê. Bi navê kongreyê em dixwazin destnîşan bikin ku vê helwesta dewleta Tirk bi tundî şermezar dikin. Sûcê ku tê îdîakirin ku rahîp kiriye, 'alîkariya ji bo gerîla ye'. Ya rast rahîp alîkarî bi kesî re nekir, sûc nekir. Li gorî baweriya xwe ya olî kî hate ber deriyê wî derî vekir. Eger ev sûc be sibe dema ku hate berdan wê vî sûcî careke din bike.

Li gundên Suryanî yên Tûr d'îzlo, deverên ku gelê me lê ye qadên çiyayî ye. Gerîla car carna li wan herêman e. Hêzên dewletê dixwazin sîxuriyê li gelê me ferz bikin. Em di wê baweriyê de ne ku mirovên ji Ewropayê vegeriyan e wê bi ti awayî nekevin vê xefikê.

Banga me li hêzên dewletê ew e ku li gorî banga xwe ya beriya bi salan li gelê me kiribû tevbigerin û wan li gundan rehet bihêlin. Di rewşeke berevajî de li qada navneteweyî ev nêzîkatiya we wê serê we gelekî biêşîne. Lewma hem rahîbê hatiye girtin hem jî mirovên hatine binçavkirin divê tavilê bên berdan.

Banga me li hêzên gerîla ew e ku eger dixwazin gelê me li warê xwe bimîne, divê teqez bi hesasî nêzîk bibin."