KCÊ-E: Ji bo xwedîderketina li Şengalê biherikin pêşiya sefaretxaneyan

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê destnîşan kir ku ewlehî, aramî û azadiya civaka Êzidî ya li Şengalê misogeriya tevahiya Êzidiyan û gelê Kurd e. Koordînasyonê bang li Kurdistaniyan kir ku ji bo xwedîderketina li Şengalê li qadan bin.

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

Kazimî û PDK dixwazin bi destê Erdogan û bi erêkirina cîhanê, qirkirina ku DAÎŞ'ê li hemberî civaka Êzdî dayî destpêkirin temam bike.

Dewleta Tirk a dagirker, Kazimî û PDK‘ê du roj din li ser komkujiyên, li hemberî civaka Êzdî û Şingalê yên di meha Tebaxê de zêde kirin. Di êrişên di 16 û 17‘ê Tebaxê de pêşeng, fermandar, şervan, sivîl, jin û zarok di nav de, bi dehan însanên me qetilkirin. Hemû pîvanên mirovî, exlaqî û etîk binpê kirin. Êdî sînorê hovitiya wan nemaye. Em wek Koordînasyona Civaka Êzdî Ewropayê dewleta Tirk a qirker û hov, hikûmeta Iraqê ya komploger û PDK ya ku civaka me û Şingalê hedef nîşan dide û bingehê komkujiyan amade dike şermezar dikin.

Dewleta Tirk, hikûmeta Iraqê, DAÎŞ û PDK’ê dest dane hevdu û sond xwarine ku civaka Êzdî ji Şingalê derbixin, nehêlin ku ev civak rojek xweş bijî û tevahiya Tebaxê li me tarî bikin û hemû rojên Tebaxê ji civaka me ra bêxin meha komkujî û fermanan.

Di 3‘yê Tebaxa 2014‘an de, bi destê çeteyên Erdogan DAÎŞ'ê, bi hevkariya PDK‘ê hikûmeta Iraqê li Şingalê li hemberî civaka me fermana herî dijwar pêk anîn. Di 14‘ê Tebaxa 2007‘an de, li ber çavên PDK‘ê û arteşa Iraqê, ji aliyê hêzên terorîst ku piştgiriya xwe ji dewleta Tirk standin, li Sîba Şêx Xidir û Til Izêr komkujî hat kirin. Di 15’ê Tebaxa 2014‘an de, li gundê Koço ji aliyê çeteyên Erdogan DAÎŞ'ê ve komkujî pêk hat. Di 15‘ê Tebaxa 2018‘an de di roja salvegera komkujiya Koço, ji vegera merasîmê de, Mam Zekî Şingalî ji aliyê dewleta Tirk va hat qetilkirin. Di 16‘ê Tebaxa 2021‘ê de, Fermandarê YBŞ’ê, pêşeng, siyasetvan û dîplomatê gelê xwe hevrêyê me Seîd Hesen Seîd û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda hatin qetilkirin. Hîna me şîna hevalên xwe dananî, li hemberî nexweşxaneya gundê Sikêniyê êriş pêk hat, 6 caran hat bombekirin û nexweşxana ji binî hat rûxandin. Di encamê vê hovitiya dewleta Tirk da komkujî komkujî pêk hat û bi dehan kesên me bûn cangorî. Hîna jî birîndar û miriyên me dibin kavilan de ne û nehatina derxistin.

Berpisyarê komkujî û êrişên li hemberî civaka me û pêşengên wê, ne tenê dewleta Tirk û Erdogan e, dewleta Tirk û Erdogan kujer in, bi qasî Erdogan, di sêrî de hikûmeta Iraqê, PDK, hêzên navneteweyî, DYA‘yê, NY‘yî, NATO, YE û Rûsya jî berpirsyarin. PDK û hikûmeta Iraqê bi peymana 9‘ê Cotmehê ku bi hevkariya dewleta Tirk a faşîst û piştgiriya hêzên navneteweyî îmza kirin, qirkirina civaka Êzdî û valakirina Şingalê xistin qonaxek nû û bi vê yekê êriş li hemberî Şingal û civaka Êzdî carekdin dan destpêkirin.

Li hemberî vê pîlan û konsepta tunekirina civaka me û dagirkirina axa wê, civaka me ev deh meh zêdetirin bê rawestandin di nav berxwedanê de ye. Berxwedana gelê mê pêşî li vê pîlana komplo û qirkirinê girt û rê neda van hêzan ku ew bigihêjin armancên xwe. Li ser vê yekê van hêzan dest bi êriş û komkujiyên nû kirin. Ji xwe rojana ev hêz gefan li Şingal û civaka Êzdî û dixwûn.

Herî dawî Serokwezîrê Iraqê Kazimî, di serdana xwe a di 16‘ê Tebaxa 2021‘ê a li gundê Koço ku beriya bi çend saetan hevrêyê me Seîd Hesen Seîd hatî qetilkirin, da zanîn ku çi jî bibe ber bibe ewê peymana 9‘ê Cotmehê bicih bînin û gef xwaribûn. Heman gef Mesûd Berzanî di roja salvegera 3‘yê Tebaxê de li Şingal û civaka Êzdî xwaribûn gotibû 'wê rewşa Şingalê bi vî awayî nemîne'. Ji xwe dewleta Tirk û rayedarên wê rojana li hemberî Şingalê di nav êrişan de na û gefan dixwûn.

PDK'Ê HEDEF NÎŞAN DA, IRAQÊ KOMPLO PÊK ANÎ, DEWLETA TIRK JÎ KOMKUJÎ KIR

Êrişa li hemberî fermandar Seîd Hesen Seîd, Îsa Xwedêda û komkujiya li nexweşxaneya gundê Sikêniyê, di encama gef û hevkariyên hersê hêzan çêbûya. Berzanî û PDK hedef nîşan dan, hikûmeta Iraqê îstîxbarat da û komplo pêk anî, dewleta Tirk û Erdogan jî karê qetilkirinê bicih anîn.

Wek ku tê zanîn hevrêyê me Sêid wê di nav heyeta ku bi Kazimî ra hevdîtin pêk bianiye cih digirt, navê wî di nav lîsteya heyetê debû, wesayîta ku ew tê debû jî ji aliyê hêzên Iraqê ve dihat zanîn.

'HATINA KAZIMÎ JI BO PÊKANÎNA KOMKUJIYÊN NÛ BÛ'

Êrişa li hemberî wî jî, li ber çavên arteşa Iraqê pêk hat. Hevrê û fermandarê me Sêîd bi agahiyên ku Kazimî yekser dan Hakan Fîdan hat qetilkirin û ew mîna Erdogan ji qetilkirina wî berpirsyar e. Hatina Kazimî ya gundê Koço ne ji bo rêgirtina komkujiyan bû, berovajî wê, ji ber pêk anîna kuştin û komkujiyên nû bû. Eger ne wisa bûye, wê Kazimî wek ku dihat plankirin serdana navenda Şingalê jî pêk bianiye, êrişa li hemberî hevrê Sêid Hesen Seîd şermezar bikira û sersaxî ji civaka Êzdî ra bixwesta.

Kazimî li şûna ku hesab ji dewleta Tirk bixwaze û rê li pêşiya êrişan bigre, gef li civaka Êzdî û hêzên wê xwarin. Hîna venegerayî Bexdayê balafirên dewleta Tirk li nexweşxaneya gundê Sikêniyê komkujî pêk anî. Arteşa Iraqê ku li kêleka nexweşxanêyê bû, rê neda ku gel herê bi hawara birîndar û kuştiyên xwe.

Çima arteşa Iraqê rê li pêşiya gel girt û bi hawara nexweşxaneya li kêleka xwe ve neçû. Nehişt ku gel herê û ew bi xwe jî bi alikariya kuştî û birîndaran va neçû. Gelo armanc ew bû, da ku balafirên Tirk bi tevahî nexweşxaneyê xera bikin û tu kesî sax nehêlin? Li ser vê helwesta arteşa Iraqê 6 caran nexweşxana hat bombekirin û bi dehan nexweşê tê da jiyana xwe ji dest dan û bûn cangorî.

Eger Kazimî li dijî êrişa dewleta Tirk a li hemberî fermandarê YBŞ’ê hevrê Seîd Hesen Seîd ku girêdayî arteşa Iraqê û beşek ji arteşa Iraqê ya derketibûya wê komkujiya Sikêniyê pêk nehatibûya. Eger arteşa Iraqê destûr bideya ku gel bi hawara nexweşxaneyê herê, wê windahî ewqasî zêde nebûna. Berpirsyarê komkujiya Sikêniya û hevrêyê me Seîd Hesen Seîd ne tenê Erdogan û dewleta Tirk, bi heman awayî Kazimî û arteşa Iraqê jî ya.

'HEMAN KOMPLO LI MAM ZEKÎ JÎ HATE KIRIN'

Heman komplo û pîlan di dema qetilkirina Mamê Êzdîxan Mam Zekî jî hatibû kirin. Mam Zekî li ser daxwaza hikûmeta Iraqê û vexwandina wan a fermî tevlî merasîma bîranîna gundê Koço bûbû û di vegerê de, ji aliyê balafirên arteşa Tirk va hatibû qetilkirin. Di dema ku Mam Zekî hatî qetilkirin de, helîkoptêrên arteşa Iraqê li ezmên li cihê bûyerê bûn. Her wiha li ber benda kontrolê ya artêşa Iraqê Mam Zekî hat qetilkirin.

Bûyera qetilkirina Mam Zekî û ya hevrê Seîd bi heman şêweyî, bi îstîxbarat û komploya Iraqê pêk hatin. Ji ber wê jî di serî de divê hikûmeta Iraqê û Kazimî herdu bûyeran zelal bikin û daxuyaniyekê bidin. Heya ku herdu bûyer neyên zelalkirin, rêz ji îradeya civaka Şingalê ra nayê girtin û ew statuya Şingalê neyê naskirin, hikûmeta Iraqê mîna Erdogan û dewleta Tirk û Erdogan qetil û sucdar in.

BANGA LI PDK'Ê Û BARZANÎ: DESV JI DIMINATIYA LI CIVAKA ÊZIDÎ BERDIN

PDK û Berzanî jî mîna dewleta Tirk, Erdogan, hikûmeta Iraqê û Kazimî qatilê civaka Êzdî pêşengê wê ne. Em bang li PDK‘ê, Berzanî û ragihandina wê dikin ku dev jî dijminatiya civaka Êzdî û Şingalê berdin. PDK‘ê hîna hesabê komkujiyên Sîba Şêx Xidir, Til Izêr û fermana 3‘yê Tebaxa 2014‘an nedaye, rojana dibe sedem jî êriş û komkujiyên nû re.

Bi vê siyaset û helwesta xwe ew ti fêdê li Kurd û Kurdistanê nake. Eger PDK vê hevkariya xwe bi hêzên dagirker û qirker ra bidomîne, pêşî lê neyê girtin, wê tevahiya gelê Kurd winda bike û qirkirinek mezin bê serê Kurd û Kurdistanê.

Her wiha hêzên navneteweyî jî ji komkujî û qirkirina li ser civaka Êzdî û Şingalê berpirsyar in. Ev hêz ji bona ku Erdoganê dîktator û faşîst li kêleka xwe bihêlin, çavê xwe ji êriş û siyaseta wî re digrin. Ne tenê çavên xwe digrin her weha di warê siyasî, aborî û leşkerî da piştgiriyê didin Erdogan. Erdogan û dewleta Tirk a dagirker bi vê piştgiriyê êrişî civaka me û warê me dikin.

Bi taybetî jî bêdengiya wan hêzên ku fermana 3‘yê Tebaxa 2014‘an wek‚ jenosîda Êzdiyan‘ nas kirin, nayê qabûlkirin. Gelo dewleta Hollanda, Belçika û NY‘yî tenê ji Êzdiyên mirî hez dikin. Hezkirin û xwedîderketina wan ji bo civakek tûnebûyî û qalandiye. Ew ji civakak û Êzdiyekî zindî, sax, xwedan îrade û azad hez nakin. Em ji we dipirsin hûn tenê ji Êzdiyên mirî hez dikin? Eger ne wisa be û hûn bixwazin Êzdî û civaka Êzdî hebe, divê hûn li dijî qetilê civaka Êzdî Erdogan, hikûmeta Iraqê û ya Herêma Kurdistanê derkevin. Erka we ewa ku hûn bang li Erdogan bikin da ew êrişên li ser civaka Êzdî û Şingalê bi dawî bike. Divê hûn zextê li hikûmeta Iraqê û ya Herêma Kurdistanê bikin da ew Peymana 9‘ê Cotmehê betal bikin, xweserî û statuya civaka Êzdî û Şingalê di çerçoveya qanûnên Iraqê da erê bikin.

'EGER PÊŞÎ LI ÊRIŞÊN LI SER ŞENGALÊ NEYÊ GIRTIN WÊ TIŞTEK BI NAVÊ ÊZIDIYATIYÊ NEMÎNE'

Em wek Koordînasyona Civaka Êzdî Ewropayê bang li civaka Êzdî û gelê Kurd jî dikin ku pêşî li hovitiya ser Şingalê û civaka Êzdî bigrin û êdî rê nedin ku êriş û komkuji pêk werin. Eger rê li pêşiya komkujî û êrişên li ser Şingalê neyê girtin, wê li ti devera cîhanê tiştek bi navê Êzdîtiyê nemîne. Eger pêşî li dagirkirin û valakirina civaka Êzdî li Şingalê neyê girtin, wê tevahiya Kurd û Kurdistanê dibin xeteriyê de be. Ewlehî, aramî û azadiya civaka Êzdî li Şingalê misogeriya hemû Êzdiyên li cîhanê ye. Misogeriya Şingalek xweser û azad, misogeriya azadiya Kurd û Kurdistanê ye.

BANGA XWEDÎDERKETINA LI ŞENGALÊ

Di vê çerçoveyê da, em bang li tevahiya civaka Êzdî, Kurdistanî û dostên wan dikin ku heya êrişên li ser Şingalê neyên rawestandin û pêşî li qirkirinê neyê girtin, bênavber çalakiyan li pêşiya seferat û balyozxaneyên dewleta Tirk, Irak û DYE‘ye bidin destpêkirin.

Li ser vî esasî di sêrî de cangorî, hevrê û fermandarê civaka xwe Seîd Hesen Seîd, şervanê civaka me Îsa Xwedêda û hemû cangoriyên komkujiya Sikêniyê bibîrtînin û dibêjin soza me bicihanîna armancên we ya. Em ê Êzdîxanek xweser, azad û demokratîk ava bikin."