KBDH’ê ya Ewropayê ji bo meşê banga tevlîbûnê kir

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinên Ewropayê, bang li her kesî kir ku tevlî meşa 15'ê Çile li Berlînê ya Elmanyayê bê lidarxistin bibin.

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinên Ewropayê (KBDH) bi daxuyaniyeke nivîskî got, "Em bang li hemû jinên kedkar dikin ku 15'ê Çileyê tevlî meşa ku wê li paytexta Elmanya Berlînê bê lidarxistin bibin ku em ê hevrê Rosa Luksembûrg, Lîebknecht û Lenîn lê bi bîr bînin."

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Ev bang ji bo xwedî derketina jinên şoreşger û welatparêz ên ku têkoşîna azadiyê li Ewropa û Kurdistanê didin û ji aliyê dewleta faşîst a Tirk ve hatin qetilkirine.

Ev bang;

Ji bo xwedî derketina yek ji pêşengên jinên komunîst Roza Lûksembûrg ku gotibû, azadiya jinê wê bi şoreş, sosyalîzm û têkoşîna rêxistinbûyî derbas bibe ye.

Ji bo şermezarkirina revandin û kuştina Rosayan ji aliyê dewleta Elman a kapîtalîst ve, qîrîna îdealên me yên sosyalîzm û şoreşa jinê ye.

Tê wateya serîrakirina li hemberî qetilkirina jinên şoreşger, komunîst û welatparêz ên Kurd ku bang li milyonan jinan dikin ku li dijî serdestiya mêr 'rêxistinbûyîn' bin.

Ji bo li Başûrê Kurdistanê gerîlayên jin bi çekên kîmyewî û sûîqestê neyên qetilkirine. 

Ji bo dawî li êş û azarên jin û zarokên ku li Rojava, Rojavayê Kurdistanê tên bombekirin bê.

Ji bo hesabê jinên şoreşger ên Kurd Evîn û Sakîneyan ku di qetlîamên 1’emîn û 2’yemîn yên Parîsê de hatin qetilkirin bipirsin.

Em bang li hemû rêxistinên jinan ên li Elmanya û Ewropayê têdikoşin dikin ku zextê li dewletên Ewropa û emperyalîstan bikin.

Emperyalîstên Ewropa bi hevkariya ya ligel dewleta Tirk a faşîst re çavên xwe ji komkujiyan re digirin. Divê di zextên ku were kirin de du daxwaz bêne pêş. Girtina qada hewayî ya Rojava û Başûrê Kurdistanê ji dewleta Tirk a faşîst re û bi lezgînî qedexekirina bikaranîna çekên kîmyewî be.

Ji ber vê yekê em bang li hemû rêxistinên jinan ên demokratîk, antî-faşîst û têkoşerên azadiya jinê dikin ku bikevin nava liv û tevgerê û di nava piştevaniya navneteweyî de bin."