Kaytan: Rewşa li Îmraliyê tirsnak e

Kaytan: Ji bo azadiya Rêber Apo, divê em li her welatekî Ewropayê hêzên demokratîk tevlî çalakiyan bikin û bikin ku hêzên navborî bi vê armancê zextê li hikumetên xwe bikin.

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Alî Haydar Kaytan, tecrîda teqez a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên ji bo azadiya wî ji ANF'ê re nirxand.

Kaytan di destpêka axaftina xwe de 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û işaret bi tecrîda giran a li Îmraliyê kir ku ji bilî hevdîtina birayê wî, ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve agahî jê nayê girtin. Kaytan destnîşan kir ku rewşa li Îmraliyê xumamî ye û got, "Ji ber vê yekê gelê me bi rengekî tirsnak, bi tirs û fikar rojbûna îsal a Rêbertî pêşwazî kir. Pîrozbahî ji kêfxweşiyê bêhtir bi hêrs hate kirin. Bi kurtasî rewş bi rastî jî tirsnak e. Em di pêvajoyeke welê de ne ku ji ya serdema Çîller-Gureş-Agar gelekî girantir e. Rejîmeke welê ya faşîst li hemberî me heye ku dixwaze hemû Kurdan bide ber şerê xwe yê qirkirinê. Ti garantiya xwe nîne ku rejîmeke bi vî rengî di nava şert û mercên tecrîda teqez de kiryarên hovane li ser Rêber Apo ferz nake. Ji ber vê yekê girîng e gelê me û dostên me ji her demê bêhtir li ser jiyan, tenduristî û ewlekariya Rêbertî bi hesas tevbigerin."

'YA HEYÎ TECRÎDA MUTLEQ E'

Alî Haydar Kaytan diyar kir ku sîstema li Îmraliyê sîstemeke navneteweyî ye û sîstemeke êşkenceyê ye ku ji ya Gûantanamo gelekî girantir e. Kaytan bi dewamî got, "Sîstema li Îmraliyê ji bo şexs hatiye avakirin, lewma li derveyî hiqûqê ye. Cihê xwe di nava ti normeke navneteweyî de nîne. Rêber Apo ne mirovekî cîhana şaristaniya derewîn e, lewma tine tê hesibandin û ji hemû mafên girtiyên din ên siyasî bêpar tê hiştin. Bi salan e li girtîgeheke giravekê bi tena serê xwe di nava tecrîdê de tê girtin. Rewşa heyî ne tenê tecrîd e, ya heyî tecrîda mutleq e. Tecrîda mutleq rewşeke xumamî ye, jinedîtîhatin e. Ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve rewşeke wiha ye."

'CPT BEREVAJÎ PÎVANA GIŞTÎ TEVDIGERE'

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Kaytan bi bîr xist ku Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) beriya du salan serdana Îmraliyê kir û tevî israra gelê Kurd a ji ber ewlekarî û tenduristiya Ocalan, encamên serdana xwe eşkere nekir.

Kaytan got, lê belê di demekê de ku dewleta Tirk li Efrînê ji bo paqijkirina etnîkî dest bi dagirkeriyê kir, CPT li ser rewşa li Îmraliyê daxuyanî da û îdîa kir ku şert û mercên Rêber Apo tê de ye 'normal' e. Kaytan bi bîr xist ku di ser serdana heyeta CPT re 2 sal derbas bûn, di nav du salan de rewşa siyasî ji binî ve guherî û tevî ku ji hingî ve ti agahî ji Îmraliyê nayê girtin, daxuyaniya CPT cihê metirsiyê ye.

Kaytan destnîşan kir ku li gorî pîvana giştî; eger heyetê êşkence û kiryara xerab tespît kiribe û ji bo başkirina rewşê pêşniyar kiribe lê ev pêşniyar bi cih nehatibe anîn, divê CPT raporê eşkere bike û got, "Halbûkî CPT berevajî vê yekê tevgeriya û bi gotina 'rewşeke normal' li gorî pîvana giştî tevgeriya ye."

'LIXWEKIRINA KINCÊ JI YEKRENGÎ LI SER RÊBERTÎ FERZ KIRIN, RÊBERTÎ LI BER RABÛ'

Kaytan bi bîr xist ku rayedarên KCK'ê jî daxuyaniya CPT bi tundî şermezar kirin û ragihandin ku di dema eşkerekirina daxuyaniyê de li Îmraliyê dek û dolab digerin û di vê mijarê de belge li ber destê wan hene.

Kaytan ev agahî da: "Li gorî ve yeke, heyeteke ku nûnerên Sefaretxaneya Bilind a Rûsyayê jî di nav de hebû çû Îmraliyê û ji bo destekê bide dagirkirina Efrînê zext li Rêber Apo kirin. Ji bo zextên xwe bi ser bixînin, radyo û televîzyona ji çend qenalan jê standin. Wekî din zext li Rêber Apo kirin ku kincê ji yekrengî li ber xwe bike. Li gorî agahiyên li ber dest, heyeta navborî ne tenê carekê, di dema êrîşên dagirkeriyê de çend caran çû Îmraliyê. Em pê zanin ku Rêberê me ev zext û zordarî red kirin."

'JI BO AZADIYA RÊBERTÎ DIVÊ EM HÊZÊN DEMOKRATÎK HÊ BÊHTIR BIXIN NAVA LIV Û TEVGERÊ'

Di dewama axaftina xwe de Alî Haydar Kaytan çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin nirxand û anî ziman ku çalakî bi giranî li welatên Ewropayê û gelek welatên din ên cîhanê bi rengekî bê navber têne lidarxistin.

Kaytan destpêkê spasiya her kesên tevlî van çalakiyan bûne kir û got, "Mixabin nabe ku ev çalakî têrker werin dîtin. Tevî ked û hewldanên mezin jî, azadiya Rêbertî li aliyekî me hê nekarî tecrîda li ser Rêberê xwe rakin."

Kaytan işaret bi rêbazên nû yên çalakiyan kir û got, "Her çalakiya me divê xizmetê ji rêxisitnkirina mirovan re bike. Bi mirovên ku me bi rêxistin kirine, divê em asta çalakiyan bilindtir bikin. Ma ne Rêber Apo ye ku dibêje 'Ji bo çalakiyê rêxistinbûyin divê, ji bo rêxistinbûnê çalakî divê'."

Kaytan diyar kir, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê ew li her welatekî Ewropayê hêzên demokrasiyê tevlî çalakiyan bikin û bikin ku hêzên navborî bi vê armancê zextê li hikumetên xwe bikin.

Kaytan got, "Ji bo vê jî divê em li ser rê û rêbazên welê rawest in ku hêzên alîgirê demokrasî û aştiyê bixin nava liv û tevgerê. Gelek hikumetên welatên Ewropayê çekên ji her cureyî difiroşin Tirkiyeyê û ev çek jî di şerê qirkirinê yê li dijî Kurdan têne bikaranîn. Tirkiye hemû peymanên ku mohra xwe daniye binî binpê dike û hikumetên welatên Yekîtiya Ewropayê jî bêdeng dimînin; sûcên li derveyî mirovahiyê yên dîktatoriya Erdogan ji nedîtî ve tên. Bi çalakiyên ku tenê Kurd tevlî bûne, zext li hikumetên navborî nikare bê kirin û nikare bi wan paşve gavan bide avêtin. Ji ber vê yekê em neçar in ku hê bêhtir Ewropiyan tevî çalakiyên ji bo azadiya Rêberê xwe bikin. Eger em karibin vê bi ser bixînin, wê çalakiyên mez hê encamgir bin."