Kayaturk ê AKP'yî gef li welatiyê ji Wanê xwar

Li Balafirgeha Van Ferît Melenê, welatiyek li ber cezayê otoparkê yê lê hate birîn rabû. Parlamenterê AKP'yî Bûrhan Kayaturk jî li ser vê yekê gef li welatî û malbata wî xwar.

AKP'yiyên ku li Wanê zext û zordairyê li welatiyan dike, gefê li mirovan dixwin.

Li Balafirgeha Van Ferît Melenê, welatiyek li ber cezayê otoparkê yê lê hate birîn rabû. Parlamenterê AKP'yî Bûrhan Kayaturk jî li ser vê yekê gef li welatî û malbata wî xwar. Kayaturk ê AKP'yî ji welatiyê ku îtiraz li ceza kir got, "Em te û malbata te nas dikin, em ê malikê li we bişewitînin."

Parlamenterê Wanê yê HDP'yî Lezgîn Botan jî ev bûyer piştrast kir û got, "Li otoparka balafirgeha Ferît Melenê ya Wanê, bêyî ku 15 deqe tijî bibe, ceza li wesayita welatiyekî hate birîn. Welatî îtirazê li vê dike. Li ser vê yekê Parlamenterê AKP'yî gefê li esnaf dixwe." Botan ev pirs kir, "Gelo çi eleqeya vî parlamenterî bi otoparka Balafirgeha Wanê heye?"