Karwanê Gel dijî dagirkeriyê Tirk bang kir

Karwanê Gel li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Garê bi 5 xalan bang li partiyên siyasî, rêxistin, pêşmerge kirin.

Koma bi navê “Karwanê Gel” ku ji endam, kadro û pêşmergeyên dêrîn ên Partî Gel (Partiya Gel) pêk tê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Garê şermezar kirin û bi 5 xalan bang rêxistin, partî, pêşmerge, hêzên ewlekariyê û gel kir ku dijî dagirkeriyê bisekinin. Karwanê Gel got,“Her alîyek yan jî hêzek ku rewayetiyê bide van êrîşan, em wan bi hevalbend û harîkarê dewleta Turkiye dizanîn.”

“Karwanê Gel” ji endam, kadro û pêşmergeyên dêrîn ên Partî Gel (Partiya Gel) pêk tê. Partî Gel jî piştî raperîna sala 1991’yan ji aliyê komeke ku ji PDK’ê veqetiya bûn ve hatibû avakirin.

Koma “Karwanê Gel” derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Garê de, daxuyaniyek nivîskî weşand û êrîş bi tundî şermezar kirin. Karwanê Gel bal kişand ku planên dagirkeriya dewlet Tirk a faşist dijî tevahiya Kurd û Kurdistanê ye, lewma pêwîste tevahiya Kurdan dijî rabin.

Daxuyanî Karwanê Gel wiha ye:

“Gelî Kurd û Kurdistaniyan, hêz û aliyên nîştîmanperwer;

Di berdewamiya planên dagirkeriyê yên dewleta Turk a faşîst û dijî Kurd û Kurdistanê de, bi armanca têkdan û jinavbirina qewareyê herêma Başûrê kurdistanê, dîsa dest bi êrîş û operasyoneke leşkerî ya zemînî û esmanî kirin bo ser deverên Çîyayê Gare heta Dînarte. Di heman demê de jî di amadekariyê de ye ji bo êrîşeka mezin bo ser Şengala birîndar. Di demekê de ev êrîş li dijî hemû yasa û rêsayên navdewletî û binpêkirina serweriya axa pîroz a Kurdistanê ye. Ev dibîte metirsiyeke mezin a ser man û nemana qewareyê (Statuya) Herêma Kurdistanê. Ew destkeftî bi xwîna hezaran cangorî, ked, xebat û berxwedana gelê Kurdistanê bidest ve hatîne. Parastina vê destkeftê erka her nîştîmanperwerekî ye! Her wiha erkeke li ser milê hemû hêz û aliyên welatparêz û şoreşgêre ku milên xwe bidene ber hev û li dijî vê pîlana qirêj a dewleta dagîrker a Turkiya û dûvelankên wê rawest in.

Mixabin! hinek alî bi girêdana peymanên bazirganî û bi navê ewlehiyê ve, li gel dijminan dijî berjewendiyên gelê Kurd û çarenivîsa Qewareya herêma Kurdistanê bi agendayên (berjewendiyên) dewleta Turkiya û bi taybet desthilata Erdogan ve girêdayî ne. Her ew jî bûne sedem û egerên qeyranên mezin di herêmê da. Bi pratîk û zanîn zemînek ji bo pîlanên dijimnan xweş kirine û bi hêza xwe ya çekdarî û sîxorî çavsaxîyê ji bo êrîşên dagîrkeryê dikin û rewayetiyê didene dagîrkarî ya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê. Ji alîyek dî ve jî, bêdengî û bêhelwêstiya hikûmeta ‘Êraqê li hember vê dagîrkeriyê, gumana beşdarbûna wê ya ji bo ji navbirna Qewareya Herêma Kurdistanê serrast dike. Berovajî wê divê dewleta ‘Êraqê bi rêyên yasayî û nêvdewletî li hember dagîrkarîyê raweste û bikeve nava lêgerînan.

Bi van pêngavên berifrehbûna dagîrkeryê û qeyranên hemecorên desthelatdarîya başûr, man û hebûna Qewareya Herêma Kurdistanê di metirsîyeka mezin û berçav da ye.

Em bi navê ” Karwanê Gel ” komek ji endam û pêşmergeyên dêrîn ên Partî Gel, bi tundî van êrîşên dewleta Tirk bo ser Kurdistanê, her wiha hevkarî û çavsaxiya hêzên teslîmî îradeya dagîrkeran bûne şermezar dikin.

– Daxwaz ji hêz û alîyên welatparêz û gelê xwe yê berxwedêr dikin, li dijî êrîş û planên dagîrkeriyê rawestin û dengê nerazîbûnê bilind bikin û ji bo parastina axa Kurdistanê bi erkê xwe yê nîştîmanperweryê rabin.

– Em bangî hemû hêz û partiyên Kurdistanî, her wiha hêzên beşdar ên di desthelata Başûrê Kurdistanê de dikin ku li hember van pîlan û êrîşan xwedî helwest bin û xwedî li vê Qewareyê derkevin.

– Her alîyek yan jî hêzek ku rewayetîyê bide van êrîşan, em wan bi hevalbend û harîkarê dewleta Turkiye dizanîn û ew nikarin ji dîrokê rizgar bibin.

– Em bangî pêşmergeyên dilsoz û qehreman, her wiha hêzên ewlehiya herêma Kurdistanê dikin, bi erkê xwe yê neteweyî rabin û dagîrkeriyê şermezar bikin.

– Daxwaz ji çalakvan û kesayetiyên welatparêz dikin, her çi ji destê wan bêt deng û doza gelê kurd û Kurdistanê bi saziyên nêvdewletî bigehînin û vê dagîrkeriya dewleta Tirk bo ser başurê Kurdistanê bi raya giştî ya cîhanê belav bikin û şermezar kin.

Silav ji bo hêza berxwedêr û qehremanên parastina gel û axa Kurdistanê! Serkeftin behra gelê Kurd û Kurdistanê ye! Şermezarî û neman jibo dagîrker û dijiminan e!”