Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Karayilan: YPS'ê bi berxwedana xwe mohra xwe li dîrokê xist

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir, YPS'ê pêvajoyeke berxwedanê ku mohra xwe li dîrokê bixe derxist holê û sala duyemîn a têkoşînê li hemû endamên YPS'ê pîroz kir.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bi wesîleya yekemîn salvegera damezrandina YPS'ê, li malpera înternetê ya fermî ya YPS'ê (http://yps-online.com/) nivîsek nivîsand. Karaylian da xuyakirin, ku ragihandina xweseriya demokratîk li Kurdistanê, berxwedana nava bajaran a li ser vê bingehê, di dîroka Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de qonaxeke nû ye. Karayilan di berxwedana bajaran de bal kişand ser pênc taybetmendiyên derketin pêş.

Karaylan weke taybetmendiya destpêkê ya pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê işaret bi sîstema rêvebeiryên herêmî, formula jiyana bi hev re ya çandên cuda kir û got, "Civakên xwedî çandên cuda, ancax di nava modelên mîna otonomî, xweserî, federasyonê de dikarin bi hev re bijîn. Daxwaza afirandina yek netew, meylek ji bo qirkirinê ye."

RAGIHANDINA XWESERIYA DEMOKRATÎK GAVEKE RAST Û DI CIH DE YE

Mûrat Karayilan da xuyakirin, ku çareseriya prisgirêka Kurd di çarçoveya yekîtiya Tirkiyeyê de bi modela xweseriya demokratîk pêkan e û weke taybetmendiya duyemîn a vê pêvajoyê jî got, "Ragihandina formula çareseriya xweseriya demokratîk tê wateya destnîşankirina vîneke girîng a çareseriyê. Rêber Apo, xweseriya demokratîk ku dispêre bingeha paradîgmayî, weke şêweyê herî rast ê çareseriyê diyar kiriye. Dema ku mêtîngeriya Tirk xwe neda ber vê çareseriyê û şer da destpêkirin, Meclîsên Gel ên Kurdistanê bi feraseteke rast a rêveberiyê, xweseriya demokratîk ragihandin û bi vî rengî gaveke rast û di cih de avêtin." Karayilan da xuyakirin, ku li dijî dewleta AKP'ê gelê Kurd çareseriya xwe bi xwe nîşan daye û got, "Dema ku Rêber Apo dibêje 'xweseriya demokratîk, rastiyek e' ev eyk hem ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, hem jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd weke rêya yekane destnîşan kiriye. Ev model wê hem Tirkiyeyê demokratîk bike, hem jî çareseriyeke mayînde ya aştiya civakî li Kurdistanê bafirîne."

Karayilan ragihand, AKP ji bo mayîndekirina desthilatdariya xwe û pêkanîna sîstema serokatiyê, bi hemû derfetên dewletê, bi hêza dîplomatîk-siyasî û leşkerî êrîşî bajarên xwerêveberiya demokratîk lê hat ragihandin kir.

YPS'Ê BERXWEDANEKE KU MOHRA XWE LI DÎROKÊ BIXE DERXIST HOLÊ

Karayilan got, "Tevgereke gel ku bi daxwaza mafê xwezayî derket holê, li hemberî xwe teroreke dijwar a dewletê dît. Di nava rewşeke bi vî rengî de avabûna YPS'ê xusûseke gelekî girîng e." Karayilan wiha dewam kir: "Di vir de ya girîng ew e, ku ev yek weke pêwîstiyekê derketiye holê. Her wiha daxwaza berxwedanê ya li nava şer, kir ku ev pêkhate xwe bi rêxistin bike. Aliyê xwe yê watedar jî ev e."

Karayilan destnîşan kir, ku YPS li cihekî, li dora maseyekê yan jî di civînekê de nehatiye ragihandin û anî ziman, YPS'ê berxwedaneke ku mohra xwe li dîrokê bixe derxistiye holê. Karayilan taybetmendiya sêyemîn a pêvajoyê nirxand û da zanîn, tevî hemû kêm derfetan û kêmasiyan jî gel bi xurtî li ber xwe da. Karayilan got, "Li pêşberî fedakariya bilind a gel û sekna fedayî ya pêşengên rasteqîn ên mîna Mehmet Tûnçan, divê mirov rewşa yên ku di dema xwe de bi erka xwe ranebûne jî bibînin. Tevî hemû kêmasiyên derketin holê jî, berxwedana mezin a gelê me, encameke girîng e. Mirov dikarin vê yekê weke taybetmendiya sêyemîn a vê pêvajoyê destnîşan bikin."

RUHEKÎ FEDAYÎ YÊ BERÊ XWE DAYE SERKETINÊ DERXIST HOLÊ

Mûrat Karayilan, ruhê fedayî yê mezin, ku di nava rewşeke bê amadekarî û amatorî de derket holê, weke qonaxa çaremîn a vê pêvajoyê bi nav kir û wiha dewam kir: "Sekna Mehmet Tûnç û Sêvê Demîran nîşaneya şênber a vê yekê ye. bi taybetî di dema dijwarbûna şer de, ku gel neçar hat hiştin bajêr vala bike, di berxwedanê de israr kirin û bi biryardariyeke mezin û ruhekî fedayî berxwedan hat meşandin. Ev yek taybetmendiya herî balkêş a vê pêvajoya berxwedanê ye. Gotina 'Çi dibe bila bibe encam wê bêhempa be' ya fermandarê mezin Çiyager, nîşaneya asta ruhekî berê xwe daye armanceke mezin û serketinê ye. Ew teslîmî dijmin nebûn, heta dawiyê li ber xwe dan û rêya serketinê vekirin."

Karayilan destnîşan kir ku berxwedana hat nîşandan gelekî watedar e û got, "Vê berxwedana dîrokî ya Çiyageran, Xebatan, Zeryayan, Rûkenan, Çekoyan û Îslaman, di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de rûpeleke nû vekiriye. Ev rûpel bi berxwedanên bi heybet û lehengiyên mezin hatiye xemilandin û li dîroka berxwedanê ya gelê me bi cih bûye."

CIHÊ PESINDAYÎNÊ YE KU YPS DI NAVA BERXWEDANÊ DE AVA BÛ

Karayilan anî ziman, YPS bi ruhekî fedayî ava bûye û got, "Tevî ku YPS di demeke kurt de ava bû, berxwedaneke gelekî mezin raber. Vê yekê nîşan da ku siberoja wê ronî ye. Cihê pesindayînê ye ku YPS di nava berxwedana ciwanên Kurdistanê de bi ruhê fedayî yê Apoyî ava bûye."

STRATEJIYA ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGER KET MERIYETÊ

Karayilan weke taybetmendiya pêncemîn a pêvajoyê jî got, "Ya pêncemîn û taybetmendiya dawî ku em ê di vê nivîsê de destnîşan bikin jî; Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşger e ku bi berxwedana bajaran û têkoşîna têkoşîna me ketiye meriyetê. Stratejiya şerê Gel ê Şoreşgerî, qonaxeke ku gel dikare li her qonaxa têkoşîna şoreşgerî de tevlî nava têkoşînê bibe. Me ev yek di berxwedana xwerêveberiyên li bajaran dît. Temamiya berxwedêrên vê berxwedanê, ne kadroyên ku beriya niha tevlî têkoşînê bûbûn, perwerde dîtibûn û milîtan bûn. Piraniya wan ciwanên ji nava gel, gel bi xwe bûn. Lê belê tevî vê yekê jî lehengiyeke gelekî mezin nîşan dan. Eger li Şirnexê, li Nisêbînê, li Cizîrê, ew ciwanên qet perwerde nedîtine mîna pilingekî li dijî dijmin li ber xwe dan, ev yek cewhera nava ciwanan radixe pêş çavan."

AKP JI YPS'BÛYÎNA CIWANAN DITIRSE

Mûrat Karayilan da xuyakirin, ku AKP ji vî ruhê ciwanên Kurdistanê ditirse, lewma bi pêkanînên li derveyî mirovahiyê faşîzmê mein dike. Karayilan got, "Dewleta Tirk bi hemû hewldan û rêbazên xwe yên şerê taybet û psîkolojîk re dixwaze li Amed, Gever, Cizîr û Nisêbînê ciwanan ji rê derxîne. Mêtîngeriya Tirk cara yekê ye di vê astê de ji ciwanên Kurd ditirse. Tirsa mêtîngeriyê, YPS'bûyîna ciwanan e. Ditirse ku berxwedana YPS'ê ya li Sûr, Cizîr, Şirnex û Nisêbînê gelemperî bibe."

'AMÛRA HERÎ GIRÎNG A PARASTINÊ, RÊXISTINBÛN E'

Karayilan destnîşan kir, ku divê ciwan li her cihî xwe bike hêz û îrade û wiha dewam kir: "Mînak, hemû ciwanên li metropolan dikarin xwe weke hêzeke parastinê ya sivîl bi rêxistin bike. Ne ku illehî bi çekê be." Karayilan anî ziman, amûra herî baş a parastinê, rêxistinbûn e û got, "Di roja îro de eger rêxistinbûneke xurt, dîsîplîn û nepenîbûn nebe, tiştek nikare bê kirin. Bi taybetî erka parastinê nebe, ti tişt nikare bê kirin."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan da xuyakirin, ku divê xweseriya demokratîk êdî weke şêweyeke jiyanê bê dîtin.

SALVEGERA YEKEMÎN A DAMEZRANDINA YPS'Ê PÎROZ KIR

Karayilan di dawiya nivîsa xwe de salvegera yekemîn a damezrandina YPS'ê li gelên Kurdistanê, ciwanên Kurdistanê pîroz kir û got, "Ez, lehengên ku bajarên Kuridstanê veguherandin abîdeya berxwerdanê careke din bibîr tînim. Bi meşa li ser rêya wan, em dikarin van lehengan bibîr bînin." Karayilan hemû endamên YPS'ê silav kir û di sala duyemîn de serketin xwest.