Karayilan planên Tirkiyeyê ya Sûriye kifş kir

Karayilan bal kişand ser têkiliyên dewleta Tirk a bi  rêxistinên li ser xeta El Qaîde û El Nûsrayê û got: “Nûnerên vê xetê AKP û Qeter e. Hinek komên li Îdlibê ji ber girdana zêde ya El Nûsra ya bi MÎT’ê re rexne dikin.”

Karayilan destnîşan kir ku Tirkiye Kurdan ji bo xwe weke gef dibîne û bibîr xist ku Komara Tirkiyeyê li ser tinekirina Kurdan hatiye avakirin û wiha got: “Niha Erdogan di dîroka Komara Tirkiyeyê de dest bi pêvajoyeke nû kiriye. Pêvajoya Serokatiyê da destpêkirin. Sîstema serokatiyê ya ku Erdogan pêşengtiyê dike li ser qirkirina Kurdan hatiye avakirin. Ji bo tenê bibe serwer divê Kurd bên tinekirin.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê  Mûrat Karayilan ê tevlî bernameya Taybet a Stêrk tv bû, bersiva pirsên rojnamevan Ciwan Tunç da.

Karayilan di nirxandinên xwe de bal kişand ser van xisûsan:

JI BO GELÊ EREB JÎ XETERÎ YE

“AKPsenteza xeta Îxwan-î Muslîm û Elqaîdê ye. Ev li gel hev îtifaq kirin û bi hev re tevger dikin. Ji xwe ev têkiliya wan li Îdlib û gelek deverên din bi awayekî vekîrî li ber çav e. Ev yek ji bo gelên Ereb jî xeterî ye.  Tirkiye li herêmê rê li ber pirsgirêkên nû vedike. Ji xwe pirsgirêkên herêmê nebesin Tirkiye van pirsgirêkan hê kûrtir dike. Dixwaze destê xwe dirêjî derveyî sînorê xwe bike û li wan cihan bibe serwer. Di vê çarçoveyê de sala 2011’an bi Sûriyeyê re gelek eleqedar bû. Ev nêzîkatî sala 2015’an vegerî konseptekê. AKP bi esasî ji destpêkê ve bi Îxwan-î Muslîm û El Qaîdê re di nava têkiliyan de ne.Dama sala 2011’an li herêmê şer geş bû, ev têkilî zindî kir û piştgiriya çekan kir. AKP û Qeder piştgiriya vê kir. Beriya vê jî Siûdî Erebîstan jî hebû lê vê xwe ji nav kişand. Niha jî komên selefî ku desteka xwe ji Îxwan-î Mûslî û El Qaîdê re digirin destek dike, bi çek dike û dixwaze serweriya xwe li Sûriyeyê jî bide çêkirin. Di qirkirn û talankirina Sûriyeyê de parekî mezin a siyaseta AKP’ê û Erdogan heye.

TÊKILIYÊN TIRKIYE Û RÛSYA

Dewleta Tirk a li pêşberî Kurdan bendên ku pêşkêşî Rûsyayê kirî wiha ne:

“Divê hevîdîtinên hêzên Kurdî yên li Bakûrê Sûriyeyê yên bi rejîma Sûriyeyê re bên qûtkirin. Di dema MSD hevdîtinê bi Şamê re dike û ji bo çareseriya Sûriyeyê û pirsa Kurd dîyalogê dike. Ji bo ev pêk neyê yekan e dewleta Tirk ji bo aştî pêk neyê daxwaz pêşkêşî Rûsya dikin.

Ji bo operasyona li dijî Til Rifat û ku îdîa dikin hêzên YPG’ê yên li Til Rifatê hene derbixin. Ji bo Kurdên ji Efrînê derbasî wir bûne ji wir jî derbixînin daxwaz ji Rûsyayê dike.

Daxwaza dagirkirina Minbicê dike. Lê astengiyên Amerîka heye, her wiha astengiyên cuda hene.

Eger di van bendan de lihevkirin pêk were, em dikarin dikarin El Nûsra ji Îdlibê vekişînin. Wê wan li xeta Cerablûs, Bav, Efrîn û Ezazê bi cih bikin, wê demê wê meseleya Îdilibê bi rêya aştiyane çêbibe, dibêjin.”

Ji van daxwazan em baş dizanin, yek hedefa Tirkiyeyê heye, ew jî Kurd li herêmê nebin xwedî statû, Kurd li herêmê azad nebin û nebin fermî. Aramanca serek a Tirk ev e.

HEDEFÊN DOMDIRÊJ ÊN TIRKIYEYÊ

Hedefa dem kurt a Tirkiyeyê, bi PKK’ê re şerkirine. Hedefa wê ya domdirêj jî hemû destkeftiyên Kurdna ji holê rakirine. Ev konsepta bingehîn a Tirkiyeyê ye. Ji xwe  vê bi vekirî dibêjin. Nimûna vê referandûma Başûrê Kurdistanê Erdogan bi xwe ev yek got. Ev li  herêmê hebûna Kurdan naxwazin. Dibêjin; eger li Bakurê Kurdistanê Kurdan biçewisînin, hebûna federasyona li başûr, dîsa federasyona Rojava rê nade ku Bakur Kurdan biçewisînin û tine bikin. Nîvê wê qir jî bikin wê dîsa nîvê din serî rakin. Ji bo vê yekem pirsgirêk divê Kurdan ji kokê ve qir bikin. Ji bo divê destkeftiyên li Başûr û Rojava tine bikin. Dîsa bi îtiqên li gel Îranê Rojhilatê Kurdistanê çareser bike. Vi vê yekê dixwazin gefa Kurdan a li ser xwe çareser bikin.

SÎTEMA NÛ LI SER QIRKIRINA KURDAN E

Tirkiye Kurdan ji bo xwe weke gef dibîne. Komara Tirkiyeyê li ser tinekirina Kurdan hatiye avakirin. Niha Erdogan di dîroka Komara Tirkiyeyê de dest bi pêvajoyeke nû kiriye. Pêvajoya Serokatiyê da destpêkirin. Sîstema serokatiyê ya ku Erdogan pêşengtiyê dike li ser qirkirina Kurdan hatiye avakirin. Ji bo tenê bibe serwer divê Kurd bên tinekirin. Divê dengê Kurdan bê qutkirin, gotina navê wan jî nebe. Ji ber ku sîstem li ser MHP’ê û Ergenekonê hatiye avakirin. Ev bi şev di xewde xeyala Kerkûkê dikin. Her roj radibin û rûdinin dibêjin Kerkûk a bav û kalê me ne. Em ê Mûsil û Kerkûkê bigirin. Sîstem li ser vê hatiye rûniştkandin. Ji bo vê ji bo Kurdan xeteriyeke mezin e.

STRATEJIYA KURDAN

Divê hemû Kurd vê gefa konsepta xeter bibîne. Ji bo vê divê stratejiya hevpar û yekgirtî bê avakirin. Divê hemû derdorên Kurd bibin yek ku li dijî êrîşan bibin xwedî helwestekî yek.  Ji bo vê herî kêm her aliyek ji bo pêşîgirtina van gefên xeternak bikeve nava hewldanan. Di nava Kurdan de pêwîstî bi hevkarî, diyalogên hevpar û îtifaqan heye. Êrîşên tên kirin vê dike neçarî. Di vê mijarê de divê tu Kurd nekeve vê şaştiyê. Ev ne mijara partiyekê ye, meseleyekî stratejîk e. Stratejiya gelê Kurd e. Niha li Rojhilata Navîn şer heye. Mesele piştî şer wê li herêm dîzaynek çawe were kirine. Niha dewleta Tirk hesabê vê dike. Armanca wê di dîzaynkirina nû de cihê Kurdan nebe, polîtîkaya wê ya esas ev e. Divê tu hêz cih di polîtîkayên dijî Kurdan de cih negire. Bi kurt û kurtasî divê ev xeterî ji aliyê hemû aliyên Kurdî ve bê dîtin û ji aliyê xwe ve li dijî vê bibe xwedî helwest.

DESTÊ DIJMINAN XURT NEKIN

Eger Kurd li ser bingehê stratejiyek hevpar di vê demê dîrokî de tevger neke wê winda bike. Tevî vê berxwedan, berdêl û kedê eger polîtîk û stratejiyekê pêş nexin di vê rewşê de wê encam pir xirab bin. Divê mijarê de stratejîk û tedbîrên me hene. Lê neyekbûna Kurdan destê dijmin xurt dike. Divê em destê dijmin xurt nekin. Mesele hemû ev e.

HEDEFÊN DEMKÎ YÊN TIRKIYEY

Dewleta Tirk bi rêxistinên li ser xeta El Qaîde û El Nûsra re di nava têkiliyan de ne. Nûnerên vê xetê AKP û Qeter e. Hinek komên li Îdlibê ji ber girdana zêde ya El Nûsra ya bi MÎT’ê re rexne dikin. Wan bi ketina destê wan sûcdar dikin. Hedefa domdirêj a Tirkiyeyê jî tinekirina Kurdan e. Ji bo demkî jî du konseptên wan hene.

Rawestandina şerê li Îdlibê û eger mimkûn be ew bi xwe şer bike.

Dagirkirina Başûrê Kurdisanê.

Ji bo dîyalogê hem li gel Îranê hem jî li gel Iraqê didomîne. Qasî me dizanin bi ser neket. Li Başûr ji bo xwe li hevkaran geriya, di vê mijarê de jî ser neket. Bi serê xwe jî nikare pêş ve were. Halê hazir niha xitimî ye. Li Lêlîkan, Girê Xwedê û Koordîneyê her roj derb dixwin. Nikarin xwe biparêzin. Paşve vekişin ji bo wan hilweşîne. Ji bo pêşveçûnê jî divê hevkaran ji bo xwe çêbike, di vê meselê de heta niha bi serneketiye. Nikar e bi serê xwe jî bi pêş ve biçe.

Dewleta Tirk demê xwe yê herî lewaz dijî. Hem di mijara Îdilbê de tengijiye, hatiye dawiya rê. Hem jî di mijara Başûr de jî asê maye. Weke em dizanin kirîzekî siyasî, leşkerî  û aborî dijî.”