Karayilan: Em ê bi ruhê Karasûngûr yekîtiya neteweyî ava bikin

Karayilan şehîdên yekîtiya neteweyî Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn bi bîr anî û destnîşan, di vê demê de ku pêwîstiya gelê Kurd ji her demê bêhtir bi yekîtiya neteweyî heye, wê bi erk û berpirsyariya xwe rabin.

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan di merasîma leşkerî ya salvegera şehadeta Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn de ji gerîlayên HPG û YJA-STAR'ê re axivî û bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî. Merasîm li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hat.

Karayilan bal kişand ser dîroka hewldanên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê yên yekîtiya neteweyî û şehîdên di vê oxirê de canê xwe dayî. Karayilan diyar kir ku pêwîstiya gelê Kurd ji her demê zêdetir bi yekîtiya neteweyî heye û ev yek ji bo tevgera wan xaleke esasî ye. 

Di axaftina Karayilan de ev xal derketin pêş:
    
"Em fermandarê yekem hevrê Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn bi rêzdarî bi bîr tînin.
2'ê Gulanê di têkoşîna azadiya Kurdistanê de rojeke girîng e. Roja şehadeta fermandar hevrê Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn e. 35 salan beriya vê, di vê rojê de ji bo karê yekîtiya neteweyî dema ku heval di nava hewldanan de bûn, di şerekî navbera YNK û Partiya Komunîst de bi şaşitî hatin şehîdkirin.

Di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de di afirandina şerê çekdarî de rista hevalê Kemal Pîr gelekî zêde ye. Lê di serdema sazîkirina yekîneyên leşkerî de hevalê Kemal Pîr dîl kete destê dijmin. Lewma derfet çênebû ku rasterast fermandariyê bike. Lê fermandar hevrê Mehmet Karasûngûr (Xalid) di sazîbûna yekîneyên leşkerî yên şoreşgerî de fermandariya yekemîn kir.

Berxwedana Hîlwan û Siwêrekê meşand, fermandariya vê berxwdanê kir û di wan şert û mercan de bi ser xist.  Fermandarê me yê yekem e. Di pêngava yekemîn de wî fermandarî kir. Piştî wê di pêşxistina berxwedana Siwêrekê de jî heman erka xwe berdewam kir. Ji bo wê di pêşxistina şerê çekdarî û gerîlatiya îro de ked, xebat, rist û mîsyona hevalê Xalid ango fermandar Mehmet Karasûngûr heye.

Hevalê Îbrahîm Bîlgîn mîlîtanekî demê yê xurt bû. Li ser çand û feraseta hevalê Hakî Karer xwe perwerde kiribû û gihandibû asta mîlîtaniya Apoyî. Hevalekî ciwan û fedaî yê ji hemû tiştî re amade bû. Hêvî û baweriya paşeroja mîlîtanekî mezin di kesayeta xwe de dihewand. Di serdema rojên vekişînê yên giran ku piştî darbeya 12'ê Îlonê pêk hat, hevalê Îbrahîm Bîlgîn mîlîtanê demê bû û her tim bi moral, coş, bawerî û biryareke mezin di refên pêş de cih digirt û têdikoşiya.

HEVRÊ KARASÛNGÛR ŞEHÎDÊ HEWLDANA YEKÎTIYA NETEWEYÎ YE

2'ê Gulana 1983'an şehadeta van herdu hevrêyan ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû windahiyeke mezin. Em di sala 35'emîn a şehadeta herdu hevalan de wan bi rêzdarî bi bîr tînin. Em di şexsê herdu hevalên pakrewan de careke din soz didin hemû Şehîdên Şoreşê. Em dibêjin, Ey Şehîd! Bila dilê we şad be. Doza we îro li dar e, ji her demê zêdetir bilind bûye. Îro Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi rêbazên şerê çekdarî yên modern di rojeva cîhanê de ye û gihiştiye qonaxa serketinê. Soza ku me li ser vî esasî dayî, weke Gerîlayên Azadiya Kurdistanê em rasterast pêk bînin. Ji bo şehîdên qehreman soz û peymana me ev e û ji bo me talîmateke esasî ye.

Hevalê Xalid û Îbrahîm ji bo karê yekîtiya neteweyî tevdigeriyan. Sala 1983'an di navbera hêzên Kurd de şer hebû. Hevalê Xalid girîngiyeke taybet dida yekîtiya neteweyî. Ket nav hewldanê ku bibe navbeynkar û di navbera van hêz û partiyên şer dikin de hevdîtinan bike, çareseriyê biafirîne û yekîtiya neteweyî ava bike. Wê çaxê di navbera gelek hizb û partiyên Başûrê Kurdistanê de şer û nakokî hebûn. Hevalê Xalid ji ber wê ket tevgerê ku vî şerî rawestîne û yekîtiyeke neteweyî ya şoreşgerî ava bike.

YEKÎTIYA NETEWEYÎ SOZA JI BO ŞEHÎDAN E, EM Ê TEQEZ PÊK BÎNIN

Ev daxwaza hêja ya hevalê Xalid îro jî bi heman girîngiyê derbasdar e. Îro jî hewcehiya gelê me bi yekîtiya neteweyî heye. Em bawerin ku hewldanên tevgera me yên di vê demê de wê hêviyên van şehîdên qehreman jî pêk bîne, karê yekîtiya neteweyî wê bi pêş ve biçe û ruhê şehîdên me, hevalê Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn hîn zêdetir şad bibe. Avakirina yekîtiya neteweyî wasiyeta hevalê Mehmet Karasûngûr e, erka me ye. Ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê çerçoveyeke esasî ye. Di vê serdema dîrokî de rastî jî hewcehiya gelê me bi yekîtiya neteweyî heye. Ji bo wê jî di vê derbarê de tiştên pêwîst û ji me tên xwestin, em ê bi dilsozî pêk bînin."