Endamê Komîteya Rêvebir a PKK’ê Mûrat Karayilan wê îşev bibe mêvanê bernameya taybet a Stêrk Tvyê.
Karayilan ji tevgera dagirker a artêşa Tirk heta bûyera li Metînayê ya ku di 5’ê Hezîranê de pêk hat, wê gelek bûyeran binirxîne.
Karayilan di bernameyê de qala hin xalên girîng dike:
Erdogan çend meh berê çima heyetek ji PKK’ê re şand?
Karayilan li ser daxwaza vê heyetê çima xwest rûbirû bi Mesûd Barzanî re rûnê û wî hişyar bike?
Hewldana ku tê xwestin pêşmerge tevlî şerê li dijî PKK’ê bibe çawa dest pê kir?
Dema ku Hûlûsî Akar çû Hewlêrê û di civîna wan a bi PDK’ê re ya di 20’ê Gulanê de encamên çawa derketin holê?
Li pişt bûyera li Metînayê de ya di 5’ê Hezîranê de çi hene?
Di vê pêvajoyê de têkiliyên di navbera PKK û PDK’ê de çawa dimeşin?
Karayilan bangeke çawa li hêzên Kurdistanî, hunermend, ronakbîr û bi taybetî gelê li Behdînanê dike?
Di vê hevdîtinê de ya bi Karayilan re, bersivên gelek pirsan hene.