Karayilan: Şehîd Fazil Botan fermandarekî neteweyî bû

Fermandarê Biryargeha NPG‘ê Mûrat Karayilan Fazil Botan bi bîr anî û got: "Ew fermandarekî neteweyî bû. Ji bo her çar parçeyên Kurdistanê têkoşiya. Fermandar Fazil wê qet neyê jibîrkirin."

Fermandar Fazil Botan (Ahmet Şeker) li herêma Botanê ji dayik bû ku welatparêziya li Kurdistanê li vê herêmê gelekî xurt e. Fazil Botan li gundê Çalişkan ê navçeya Silopiya ya Şirnexê ji dayik bû. Di nava şert û mercên herî giran de li nava refên gerîla demeke dirêj şer kir, li Ewropayê tevlî nava karwanê şehîdan bû.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê û Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan qala jiyan û têkoşîna şehîd Fazil Botan kir. Nirxandina Karayilan bi vî rengî ye:

‘EM Ê ALA ŞEHÎDAN HER TIM BILIND BIKIN‘

"Silav ji bo her kesî, silav û rêz. Fermandarê hêja, hevrê Fazil Botan, ez bi hurmet û rêzdarî bi bîr tînim. Li hember bîranîna wî serê xwe ditewînim. Soza me daye şehîdên qehreman, em car din dubare dikin. Sozên hevrêyê me daye, em ê girêdayî bin. Em ê çekên wan li erdê nehêlin, em ê her ala wan bilind bikin, tola wan li erdê nehêlin û em ê axîna wan li erdê nehêlin, doza wan bi ser bixin. Di vê sozê de, em ê heta dawiyê girêdayî bin, di bilindkirina têkoşîna azadiya Rêbertî û azadiya Kurdistanê de, qehremanên şoreşa Kurdistanê bidin jiyandin. 

ÎDEOLOJÎ Û FELSEFEYA RÊBER APO DI MIROVÊN KURD DE ÎRADEBÛNEK, FEDAKARÎ Û CESARETEKE MEZIN AVA KIR

Di têkoşîna me de heya niha, gelek fermandar, gelek qehreman çêbûne. Bi esasî 50 sal beriya vê, derketina Rêber Apo, di Kurdistanê de gelek tişt guhertin. Destpêkeke nû destpê kir. Di civaka gelê Kurd de, di erdnîgariya Kurdistanê de, pir zêde tundî, tûjî, zext û zilm hebû. Li hemberî vê, di mirovên Kurd de jî, heya astekê cesaret hebû, fedakarî hebû, lê li kêleka wê şikestin û tirs jî çêbûbûn. Îdeolojî û felsefeya Rêber Apo li Kurdistanê pêş xistiye, bi van kesayetên Kurd re dema bû yek, di mirovên Kurd de, di ciwanên Kurd, keç û xortên Kurd de îradebûnek, fedakarî û cesareteke mezin ava kir. Hîn di destpêkê de Serokatiyê fikira xwe ji bo welatê xwe, ji bo azadî, ji bo doza xwe û fedakirinê pêş xist. Bêyî guman Rêber Apo ev bixwe wisa xist meriyetê. Ango divê mirov ji bo fikira xwe, ji bo welatê xwe bikare xwe feda bike. Ev hişmendî pêş xist. Ev hişmendî di mirovên Kurd û ciwanên Kurd de îradeyeke ji cesaret û pola ava kir. Ger wisa nebûya, li hemberî zilma zindana Amedê, ew îradeya ji pola nedihat raberkirin. Ango Mazlûm Dogan, Ferhat Kûrtay, Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş çênedibûn. Ger ew nebûya, Pêngava 15’ê Tebaxê bi rê nediket. Egîd, Zîlan, Berîtan, Erdal, Bedran çênedibûn. Ango fikira fedaîbûnê, di ciwanên Kurd de hêzbûn û cesaret ava kir. Ev heqîqet, herî zêde ji bo herêma Botanê derbasdar e. Li Botanê bandora Kemalîzmê pir zêde çênebûbû. Dibistan pir tune bûn. Kesî bi Tirkî nedizanî û erdnîgariya Botanê, erdnîgariyeke tund bû. Di dîroka xwe de wisa mêrxasî û cesaret hebû. Dema ciwanên herêma Botanê, li ser vî esasî, bi fikir û raman, bi îdeolojî û felsefeya Rêber Apo cîhan nas kir, bi çavê îdeolojiya Rêber Apo li cîhanê nêrî, xwe nas kir, îradebûnek, cesareteke pir bi hêz peyda bû. Yanî ew taybetmendiya Kurd, li Botanê dema ku bi îdeolojî û felsefeya Rêber Apo re bû yek, cesareteke mezin, fedakariyeke mezin, îradeyeke mezin hate avakirin. Li ser vî esasî di nêv xelkê Botanê ku tevlî bû de, fermandarên wek Ehmed Repo, Enwer Omyanûs, Piling Kiçî, Çîçek Kiçî, Nûjin Xirbikê Bestê, Rojhat Bilûzerî, Dijwar Erkendî, Reşît Serdar, Serbest Harûnî, Adil Bilikî, Cûma Bilikî, Bedran Gundikremo, Mahmûd Afarof, Şerîf Spêrtî, Kemal Spêrtî, Serbest Goyî, Berxwedan Goyî, Rojhat Şiwêtî, Mazlûm Mamxurî, Rojîn Gewda, Dogan Dudêrî û Zelal Botan çêbûn. Yanî di şexsê van keç û xortên xelkê Botanê de, bi rastî fermandariya bi pêş ketiye, egîdbûna bi pêş ketiye, wisa bi çend gotinan nayê ziman. Niha, di nav van de, Heval Fazil, wek pêşeng bû. Hevalekê, beriya piraniya van hevalan beşdarê Tevgerê bûbû û hevalekê di sala 88’an de 20 salî ye, beriya Partiyê nas bike, koçer in, dide û distîne ji hevalan, dema leşkeriya xwe ya Tirkiyeyê tê, ew tûrê xwe radike, tê gel hevalan, beşdarî leşkeriya Kurdistanê dibe. Ji bo wê jî ji dil tevlî dibe û xwe dide. Hîna di sala 89’an de dibe fermandarê yekîneyê. Di asta fermandariyê de, bi rolê xwe radibe, di şert û mercên wisa zehmet û giran de, bibiryarbûna xwe, jêhatîbûna xwe hîna xurt dike. Di sala 93’an de diçe perwerdehiya Rêber Apo. Rêber Apo wî li wir perwerde dike û cardin heman salê vegeriya Botanê. 

HERÊMÊN BOTANÊ METRE BI METRE NAS DIKIR

Heval Fazil, li hemû herêmên Botanê mabû û hemû erdnîgariya wê metre bi metre nas dikir. Kesekê wisa bû. Di sala 94’an de tê zanîn ku êrîşên dijmin ên pir mezin çêbûn. Şerekê pir dijwar pêk hat. Di wê salê de Heval Fazil, fermandarê tabûra bi tevger bû. Ew çax tabûra bi tevger dora 200-250 kes bûn. Yekîneyek a hevalên jin bû. Wekî hêza şer bû. Wek hêzeke taybet bû. Heval Fazil fermandarê wê bû. Di heman tabûrê de, wek rêveberiya tabûrê û temsîla hevalên jin Heval Sara (Sakîne Cansiz) jî hebû. Di wan serdemên şerê germ de, bi hev re bûn. Li Bestayê bûn. Mesela, wê çaxê dijmin bi hêzeke pir mezin bi dehhezaran leşker êrîşê herêman dikir. Piraniya herêman di çend rojan de digirt. Lê tabûra Heval Fazil, li Bestayê bû. 45 rojan şer çêbû. Hingê tevgerê biryar da û got, ‘bikişin’. Heval Fazil wisa tabûra xwe kişand. Windahiyeke wisa pir zêde neda. Lê şerekê dijwar kir. 

Heval Sara wisa rexnekar bû, rexne li fermandaran dikir. Lê Heval Fazil pir rexne nedikir. Hurmeta xwe jê re hebû. Ji ber ku wê jî didît, kesekê wisa kedkar bû. Pir zêde di partiyê de, bi Serokatiyê ve girêdayî bû. Mirîdek bû. Mirîdekê demê. Tevgerê bigota çi, ji bo wî ew esas bû, wisa nêz dibû. Bê guman di tektîka şer de jî afirîneriya xwe hebû. Cesaret pê re hebû. Heval Fazil, ji dijmin neditirsiya, lê ji rexneyan ditirsiya. Ji bo ku rexne neyên ser, dikarî bîst û çar saetan ranezaya, her bixebitiya. Jixwe carinan wisa bû. Li hemberê partiyê pir zêde ew bû. Rêzdariya xwe hebû, tirsa xwe hebû. Lê wekî din ji çi kesî neditirsiya. Hevalekê wisa bû. Ango bêyî hesab, bêyî kîtab bû. Çi bigota, ew wisa bû. Dilê xwe û devê xwe yek bû, jidil bû. durist bû. Ji bo wê tevahî hevalan jê hez dikir. Hevalên jin, hevalên xort, dixwest di bin fermandariya wî de şer bikin. Li hevalên xwe xwedî derdiket. Di şer de, di birêvebirin û koordînekirinê de, asteke xwe hebû, tecrûbeyeke xwe hebû. Hevalekê wisa bû Heval Fazil. 

Niha tê zanîn, di pratîkên şer de, gelek şaşî, kêmahî çêdibin û pir caran çalakî çêdibin. Di der heqê wan çalakiyan de lêpirsîn çêdibin. Yani şer, hinekî, aliyekê xwe jî ev in, rexne ne, lêpirsîn in. Niha di pratîka Heval Fazil de, belku cih bi cih rexne çêbûn, lê hîç pratîkeke ku ketibe lêpirsînê, nîn e. Belkî ev nimûneyeke yekem e, kesekê 28 salan şer bimeşîne û bi rê ve bibe, fermandar be, lê hîç nekeve lêpirsînê. Heval Fazil ji bo ku kar wek tê xwestin bimeşîne, pir zêde cefa raber dikir, kedek raber dikir û bi hemû hêza xwe, xwe dida kar. Ji wê boneyê di pratîka wî de, kêmasiyên pir berbiçav, mezin, peyda nedibûn. Ji ber ku wisa bi erka xwe ve girêdayî bû û bi hemû hêza xwe, xwe beşdar dikir. Di meşandina pratîka şer de, di parastina hevalan de, di birêvebirina hevalan de, wisa xwedan hişmendî bû, pê re hezkirin hebû, hurmet hebû, li hember her hevalekî hurmet û rêzdariya xwe hebû. Ango hevalekê wisa bû. Di gelek aliyan de xwedan pîvanekê nimûneyî bû. 

Di sala 2006’an de rêxistinê biryar da ku mewzî/sengerên binê erdê bi pêş bixe, ew çax Heval Fazil, fermandarê Zapê bû, bi rastî hinek li ser sekinî. Ne wekî niha, wekî tûnêl, lê sengerên binê erdê. Yanî belkî fermandarekê din bûya, hema ewqas bi cidiyet li ser nesekiniya. Lê Heval Fazil li ser sekinî û di encamê de we dît, di 2008’an de dijmin xwest êrîşê Zapê bike, di zivistanê de, di 21’ê Sibatê de, ji nişkan ve êrîş bike û Zapê bixîne. Biryargeha navendî li wir bû. Lê bi saya amadekariya Heval Fazil, û jixwe ew fermandarê berxwedana li dijî operasyona dewleta Tirkiyeyê bû. Li wir, dewleta Tirkiyeyê, şikestineke kûr xwar. Heta ew şikestina li Zapê xwar, di hundirê pergala dagirkeriya Tirkiyeyê de, bû sedem ku guhertineke bingehîn dest pê bibe, ango forsa leşker û generalan şikest. Fermandarê wê, Heval Fazil bû. Amadekariyên berê kirî, sengerên binerdê bi pêş xistine û bi hişyarî şer birêvebirina wî, bû bingeha wê serkeftinê. 

Cardin, dema ku dewleta Tirkiyeyê, dewleta Sûriyeyê, a Îranê, tifaqa dijKurd çêkir û li ser Qendîlê wisa xeterî hebû, Heval Fazil ji bo fermandariya Qendîlê hatibû vesazkirin û jixwe di sala 2011’an de, dewleta Îranê êrîş bir ser Qendîlê, li wir şer çêbû. Hin caran sekinî lê bi giştî derdorê du mehan dewam kir. Cardin li wir jî amadekariya Heval Fazil kirî, pergala ava kirî, li hemberê êrîşên dewleta Îranê, bû astengeke cidî. Li kêleka wî Heval Simko hebû, fermandarê YRK’ê, yanî wan her duyan bi hev re, berxwedan bi pêş xistî, bi taybetî ew newala sîxuran hebû. Îranê kir û nekir, hêzên xwe yên taybet ji Tehranê anîn, teknîk bi her curî bi kar anî, nekarî bigire. Bi dûv re sekinî, YNK, PDK kirin navberê ji bo ku şer bisekine û piştî şer sekinî, generalekê Îranê gotibû; ‘Ez dixwazim, meraq dikim, herim van sengeran bibînim‘ jixwe hatibû, dîtibû, şaş û maş mabû. Yanî, leşkerek bû Heval Fazil, fermandarek bû, di karê xwe de pir nişmî (hûrbijêr) bû, deqîq bû. Hesas li ser disekinî. Perspektîfên rêxistinê dixwest wisa bi afirînerî têxe meriyetê. Di ser guhên xwe re nediavêt. Kesekê wisa bû. Ji boneya wê jî cihê ku herî hesas, cihên ku wisa divê parastin lê xurt bibe, bi pêş bikeve, Rêxistinê, Heval Fazil lê vesaz dikir. Fermandarekê wisa bû. Tevahiya jiyana xwe ji boneya têkoşînê, ji boneya serkeftinê, ji boneya di xeta Rêber Apo de bibe, leşkeriyeke baş serf dikir. Bêyî dudilî wisa bû.  Hurmeta xwe ji Tevgerê re, hurmeta xwe ji hevalan re, bi biçûkan re biçûk, bi mezinan re mezin, pozbilindî li gel tu nîn bû. Mezinahî, li gel tu nîn bû.  Nefsbiçûk bû lê keda xwe zêde bû. Cesareta xwe xurt bû. Fermandarekê wisa bû. 

DI ŞIKESTINA ÊRÎŞÊN DAÎŞ’Ê DE ROLEKE XWE YA GIRING ÇÊBÛ

Dema ku li Rojavayê Kurdistanê, di şevekê de li Til Beraqê û li Til Hemisê, gundek hebû; navê xwe Hisênî. Di heman şevê de li van her du cihan 101 fermandar û leşkerên YPG’ê şehîd ketin. Wisa bû derbeyek ji bona YPG’ê. Xuya bû ku êrîşên wan çeteyan, wê çaxê El Nûsra bû, ew hêzên pê re digot OSO, yanî artêşa azadiya Sûriyeyê, di dil xwe de. Bi dûv re hemû bûn çete. DAÎŞ bû, van hemû bi hev re, wê çaxê êrîş li ser herêma Cizîrê bi pêş xistibûn. Di wê demê de, Heval Fazil, derbasê Rojava bû û mirov dikare bibêje ku bi rastî derbasbûna Heval Fazil, wek fermandarekê herî zêde bi tecrûbe û ku pergala parastinê bi pêş dixe, asta xwe ya birêvebirina şer heyî, derbasbûna wî ya Rojavayê Kurdistanê, wekî şansekî bû. Çima? Lewra destpêka sala 2014’an bû. Hema piştî wê me dît, ê ku ew şer koordîne dikirin, dewleta Tirk li pişt bû. MÎT’ê, vesaziya wan hêzan çêdikir. Me dît ku ew hêzên din hemû dan paş, DAÎŞ da pêş û êdî DAÎŞ’ê yekser êrîş bir ser Rojavayê Kurdistanê û pişt re êrîş bir ser Şengal û ser Kobanê û heman demê herêmên Cizîrê. Şer dijwar bû. A di wê demê de, Heval Fazil li Rojavayê Kurdistanê bi rolekê giring rabû. Di şikestina êrîşên DAÎŞ’ê de, bi rastî sengerên çekirine, koordîneya bi pêş xistiye, xebatên ku meşandin, roleke xwe ya giring çêbû. Jixwe her kesê nas dikir, didît, tespît kir. Wisa bû. Bi pişt re Adara 2015’an, bi şêwazeke bêyî şans û talihî heval giran birîndar bû. Wê çaxê ji bona ku bê tedawîkirin, bi rastî Fermandariya YPG’ê, Rêveberiya PYD’ê, ketin hewildaneke giring. Ji bo me jî pir cihê xemgîniyê bû. Ji bo hemû hevalên nas dikir, dizanî, wisa bû. Bi dûv re derbasê Hewlêrê hat kirin. Demekê li wir di nexweşxaneyê de ma û li wê derê jî rêzdar Kusret Resûl her hal pê dihise ku fermandarekê wisa xwedan berhem e, lêçûna wî ya li nexweşxaneya Hewlêrê, hildabû ser xwe. Bi pişt re, bi hewildanên dîplomatîk, rayedarên Fransayê jî bûn alîkar ji bo ku biçe Parîsê tedawî bibe. Em hemû kesên ku di vê serdemê de bûne alîkar ji bo tedawiya fermandarê hêja Heval Fazil, spas dikin. Li Fransayê ma, tedawî bû, yanî pêşî li şehadetê hate girtin. Lê bi temamî tenduristiya xwe baş nebû. Rexmê ku xebatkarên tenduristiyê yên Fransayê kedek jî raber kir, lê tenduristiya heval bi temamî rast nebû, bi pêş neket, dûmahîkê heval ji encamên wan birîndariyan û fîzîka xwe êdî lewaz ketibû û şehîd bû.

FERMANDAREKÎ NETEWEYÎ BÛ

Heval Fazil bi giştî sih û çar salan ji bo vê şoreşê nefes da û stend. Ked raber kir, ji van salan, 28 salan bi berdewamî li çiyayên Kurdistanê, di şer de bû.  Dervayê şeş-heft mehên li qada Serokatiyê, li gel Serokatiyê mayî, her tim li çiyayên Kurdistanê, li herêma Botanê, li herêma Behdînanê, Soran û li gelek deverên Kurdistanê, ked raber kir. Bi zanebûna xwe, bi tecrûbeya xwe, bi cesareta xwe, bi duristî û paqijiya xwe, xebateke giring meşand. Ew, fermandarekê neteweyî bû. Ji bo her çar parçeyên Kurdistanê têkoşiya. Li hemberê dewletên dagirker ên li Kurdistanê, li hemberê hemû artêşan, şer kir, şer bi rêve bir. Heman demê, bi şerê li dijî DAÎŞ’ê, bû sîperek li hemberê DAÎŞ’ê. Bi wî şerî xizmeteke mezin ji bo tevahiya mirovahiyê kir. Bêyî guman sala 2014’an, sala ku DAÎŞ bilind dibû. Li hemberê DAÎŞ’ê sekin, ne hêsan bû. Bo nimûne, wê çaxê, li hemberê êrîşên DAÎŞ’ê tu kes nedisekinî. Çima? DAÎŞ’ê ji insanên xwe re gotibû; ‘ger hûn bimirin, hûn ê herîn bihuştê’. Yanî jiyaneke baştir li dinyaya din heye. Ji wê boneyê, insanên DAÎŞ’ê, bi taybetî wê demê, niha dibe ku ew tişt li gel wan zeîf bûbe, lê wê demê bi rastî ji mirinê neditirsiyan. Ji wê boneyê her hêz nedikarî xwe li ber wan bigire. Encex hêzên Apoyî sekinîn. Çima? Ji ber hêzên Apoyî jî, ji bo azadiya welatê xwe, ji bo fikir û ramana xwe, ruhekê fedaî pê re hebû. Cesareteke mezin hebû, ji wê boneyê li Kobanê, li Cizîrê, li Şengalê, li Mexmûrê, li Kerkûkê, li hemû deveran, hîn di destpêka êrîşên DAÎŞ’ê de, ev tevger, bi hişmendiya ruhê fedayî li hemberî DAÎŞ’ê rawestiya. Wan fermandarên, di wan serdemên giring de ev berxwedan û rawestina bi pêş xist, jê yek jî Heval Fazil bû. Yanî xizmeta xwe ji bo tevahiya mirovahiyê jî hebû. Heval Fazil, fermandarê hêja, egîdê Tevgera Azadiyê, wê tu car ji bîr nebe. Taybetmendiya Hevrê Fazil, ji bo me her kesî, nimûne ye. Li Ewropayê şehîd bû. Ji bo hemû kadroyên Ewropayê jî nimûne ye. Yanî, duristî, paqijî, jidilî, girêdayîbûn; ev pîvanên pir giring in. Fedekarî, cesaret, girêdayîbûn, ev her tim ji bo me nimûne ne. Ev taybetmendiya Apogeriyê di şexsê hevrêyê hêja Fazil de pêk hat, nimûneyeke zindî ye li ber çavên me. Em ê şopdarên wan bin. Girêdayê doza wan bin. Taybetmendiyên wan ên wisa dîrokî, bidin jiyandin. Di bipêşxistina şerê azadiya Kurdistanê, azadiya Rêber Apo de, bibîranînên wan bidin jiyandin. Em ê wisa van egîdan û wisa hevrê Fazil Botan, şehîdên şoreşa Kurdistanê, bikin kesên nemir. Bi bilindkirina têkoşînê, bibîranînên wan bidin jiyandin, wisa bibin kesên nemir û em li ser vî esasî dibêjin, şehîd namirin, şehîd namirin, şehîd namirin."