Karasû: Erdogan dixwaze qirkirina Kurdan bibe serî

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Karasû got, "Eger têkoşîn nebe, wê faşîzma AKP-MHP'ê ji faşîzma 12'ê Îlonê bêhtir bi şêweyekî nexêr bixwaze qirkirina Kurdan bibe serî."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, li ser rola AKP'ê ya piştî darbeya faşîst a leşkerî ya 12'ê Îlonê ji ANF'ê re axivî.

'BI RÊYA ÎSLAMA SIYASÎ XWESTIN KURDAN QIR BIKIN'

Karasû got, "Di salên 1970'î de piştî ku Tevgera Azadiyê ya Kurd derkete holê û dewleta Tirk hejand, biryareke bi vî rengî dan; Ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd bê tasfiyekirin, ya jî bi temamî ji holê were rakirin, divê hem Îslama siyasî di nava sîstemê de bê bicihkirin, hem jî hêzên çep bên tevizandin ya jî di nava sîstemê de werin bicihkirin. Bi vî rengî xwestin Kurdan bi tenê bihêlin û tasfiye bikin."

Mûstafa Karasû destnîşan kir, ku darbeya faşîst a 12'ê Îlonê bi plansaziyeke bi vî rengî hate kirin û wiha dewam kir: "Ji xwe wê wextê DYA ji bo bandorê li Rojhilata Navînb ike, Îslama siyasî ya nerm û noker bi kar dianî. Piştî 12'ê Îlonê, ji bo Kurd bi tenê werin hiştin û bên qirkirin, Îslama siyasî xistin nava sîstemê. Wê Îslamiyên siyasî bixista nava sîstemê û ew jî bikira hevparê qirkirina Kurdan. Bi vî awayî wê Kurd bi hêsanî bieciqanda û tasfiye bikira. Beşek çepgiran jî bieciqanda, beşek jî bi dewletê ve girê bida û li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd bi kar bianiya. 12'ê Îlonê Îslamiyên siyasî bi vî rengî xiste nava sîstemê. Fethûllahî ji ber ku ji destpêkê ve hewl didan bi sîstemê re li hev bikin, piştî 12'ê Îlonê yên herî zêde cihê xwe di nava burokrasiya dewletê de girtin ew bûn."

Karasû anî ziman, rêya desthilatdarbûna AKP'ê hê wê demê hate vekirin û got, "Ji xwe darbeya 15'ê Tîrmehê ya sala 2016'an, nîşaneya şerê kontrol û desthilatdariya navbera beşên Îslama siyasî yên li nava dewletê rêxistinbûyî bû. Îslamiyên siyasî ji bo di nava dewletê de serdest bibin, bi hev ketin. Erdogan di vê bihevketinê de bi ser ket. Destpêka ketina van hêzan li nava dewletê, 12'ê Îlonê ye."

'SÎSTEMA QIRKER-FAŞÎST HÊ BI ORGANÎZE DIKIN'

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû destnîşan kir, ku ji dîrokê û ji têkoşîna xwe ya dehan salan wan fêhm kirine, ku faşîzma her serdemê, bi tecrûbeyên ji qirker û dijminên Kurdan ên beriya xwe wergirtî, şer befireh dike û sîstema faşîst a qirker kûrtir dike.

Karasû got, "Sîstema faşîst a qirker hê bi organîze dikin, dewlemendtir dikin û pir alî dikin. Lewma desthilatdariya AKP'ê, Tayyîp Erdogan bi tifaqa bi Devlet Bahçelî re kirî, êrîşên qirkirina Kurdan berfirehtir kiriye. Ji ber vê yekê, êrîşa qirkirina Kurdan a niha tê kirin, ji êrîşa faşîzma 12'ê Îlonê berfirehtir e. Bêguman faşîzma 12'ê Îlonê jî dixwest Kurdan qir bike, lê belê bi vî rengî organîze nebû, bi vî rengî gelek derdor di nava xwe de venehewandibûn."

Karasû bi bîr xist, ku beriya 12'ê Îlonê jî PKK xurt bû, bi bandor bû, bandor li civakê dikir, lê belê dewleta Tirk bi qasî vê serdemê, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd xetere nedidît. Karasû got, "Wê wextê şerê gerîla ewqasî bi pêş neketibû. Di vê astê de serhildan nedibû. Têkoşîna azadiyê ya Kurd negihaştibû asta îro, gelê Kurd ewqasî nêzî azadiyê nebû bû. Nebûbû xwedî hêzeke ku jiyaneke azad û demokratîk ewqasî nêzî xwe bike. Lewma gefa mêtingeriya qirker jî ewqasî nêzî xwe nedîtibû. Lê wê wextê bilêvkirina navê Kurd jî dewlet aciz dikir. Lê belê rewşa niha ji ya wê demê gelekîw wêdetir e. Faşîzma AKP-MHP'ê, faşîzma Erdogan-Bahçelî ji faşîzma 12'ê Îlonê bêhtir êrîşkar e û rêbazên faşîst ên herî giran bi kar tîne. Rewşa desthilatdariya AKP-MHP'ê ji her alî ve qels bûye. Lê belê ji bo feraseta netewe-dewletê ya ku sedema hebûna wan e biparêzin, êrîş dikin. Bi rastî jî rêbazên ku nehat bîra faşîzma 12'ê Îlonê bi kar tînin. Salên 1990'î şerê qirêj hebû, gund hatibûn şewitandin û xerakirin, mirov bi rengekî kiryar nediyar hatin kuştin. Rêbazên ku wê wextê jî nedihatin bikaranîn îro jia liyê faşîzma AKP-MHP'ê ve tê bikaranîn. Lewma eger îro têkoşîn neyê dayin, eger pêşî lê neyê girtin, wê faşîzma AKP-MHP'ê ji faşîzma 12'ê Îlonê jî bêhtir bi rengekî nexêr bixwaze Kurdan qir bike."

Karasû da xuyakirin, ku Tevgera Azadiyê ya Kurd bi rengekî serketî û xurtî ji pêvajoya 12'ê Îlonê derket û got, "Desthilatdariya AKP'ê li pêşberî tevgera me ya azadiyê ya xurt bûye û gel, ya wê pirsgirêkê çareser bike ya jî wê ji berê qat bi qat zêdetir êrîşên faşîstî bike. Ya ku niha desthilatdariya AKP-MHP dike, ev e."

'ERDOGAN TIRKIYE BI TEMAMÎ PARÇE KIR'

Mûstafa Karasû anî ziman, ti desthilatdariya Tirkiyeyê mîna desthilatdariya niha negotiye 'yek al, yek milet, yek welat' û diyar kir, mîna ku serê xwarinê ya jî karekî bismillaîrehmanûrehîm tê gotin, ev jî dibêjin 'yek milet, yek dewlet, yek welat, yek al'.

Karasû ragihand, ku desthilatdariya heyî timî qala darvekirinê dike, qala kincên ji yek tîpî dike û got, "Ev yek nîşaneya lawaziya wan e. Ji ber ku Tevgera Azadiyê ya Kurd û têkoşîna azadiyê weke hêza ku karibe desthilatdariyê serberjêr bike dibînin, êrîşên ewçend giran dikin. Desthilatdariya AKP'ê dibîne, ku heta Tevgera Azadiyê ya Kurd binpê neke, nikare li ser desthilatdariyê bimîne. Li Tirkiyeyê eger tu nikare pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bike, eger zîhniyeta demokratîk bi te re tine be, yekane qanûna bûyîna desthilatdariyê, zext û zordariya li Kurdan e. Ti partiyeke siyasî ya nikaribe li ser Kurdan serdest be, nikare bibe desthilatdar. Erdogan jî niha vê yekê rê her kesî dide û dixwaze li ser desthilatdariyê bimîne. Bi rêbazên gelekî tund bi ser her kesî ve diçe. Yanî Tirkiye bi temamî parçe kiriye. Ew heye, beşek ji MHP'ê heye. Huda-Par ber bi xwe ve kişandiye. Dogû Perînçek heye ku beşek ji neteweperestên faşîst ên marjînal e, heye. Ev hêzên navborî desthilatdariyê xurt nakin, lê qels dikin. Ji ber ku qels dike, êrîşî her kesî dike. Ji xwe bawer nake. Ji xwe bawer bikira, ji xwe piştrast bûya, êrîşî her kesî nedikir. Kî hinekî mûxalefetê dike ya jî rexne dike, yekser bi ser ve diçe. Bi ser rewşenbîr, rojnamevan, akademîsyenan ve diçe. Wekîlê CHP'yî Sezgîn Tanrikûlû kuştina sivîlan bi balafirên bê mirov ê bi çek xiste rojevê, bi ser wî ve diçe. Amerîkî ya jî hêzeke din a rojavayî tiştekî dibêje, nerazîbûnê nîşanî wan dide. Ev yek ji ber lawaziya wan e. Eger bi hêz bûya, wê her kes li hemberî xwe ranekiribûya."

'TIRKIYE WÊ JI AKP'Ê RIZGAR BIBE'

Karasû anî ziman ku desthilatdariya AKP'ê bi vê helwesta xwe re Tirkiye li hundir û derve tengav kiriye û her kes kiriye dijminê xwe.

Karasû diyar kir, yekane çavkaniya wê ya hêzê, geşkirina hestên şovenîzmê ye û bi vî rengî hewl dide li ser piyan bimîne. Mûstafa Karasû destnîşan kir, ku mîna dema şerê sar êdî kes zêde piştgiriyê nade dijminatiya Tirkiyeyê ya li Kurdan û got, "Li hember Tirkieyyê radibin. Ya jî Tirkiye li ber her kesî radibe. Ev helwesta AKP'ê zerareke mezin dide Tirkiyeyê. Desthilatdariya AKP'ê nikare vê yekê ji bo demeke dirêj bidomîne. Ev yek rewş wê li Tirkiyeyê rê li ber şikestinekê veke. Tirkiye wê di dawiya dawî de ji desthilatdariya AKP'ê rizgar bibe."

'LI DIJÎ KINCÊ BI YEK TÎPÎ, BERXWEDAN DIVÊ'

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû di dewama axaftina xwe de bal kişand ser kincê ji yek tîpî yê li girtîgehan, ku di dema dawî de ketiye rojevê û got, "Ferzkirina lixwekirina kincê yek tîpî, xwedî armanceke qirêj û li derveyî mirovahiyê ye. Di şexsê girtiyan de dixwazin vîna gelekî bişikînin. Pirsgirêk ne tenê lixwekirina kincekî ye. Ferzkirina kinc şêweyekî şikandina vînê ye. Dixwaze bêje 'ez her tiştê dixwazim bi te didim qebûlkirin'. Ev yek ji 'cezakirinê' jî wêdetir e. Nêzîkatiya, 'tu yê bi ya min bike, ez çi bêjim tu yê wê bike, ji niha û pê ve tu yê li tiştekî nefikire û teslîm bibe' ye."

Karasû destnîşan kir, ku di şexsê girtiyan de hewl tê dayin vîna civakê were şikandin û got, "Li dijî vê yekê pêwîstî bi berxwedanekê heye. Ne rast e ku ev berxwedan tenê li ser milê girtiyan bê hiştin. Pêwîste hemû demokrat, rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên civakî yên sivîl û saziyên demokratîk li hemberî ferzkirina lixwekirina kincê ji yek tîpî derkevin. Ji ber ku ev yek pêkanîneke faşîst e. Pêkanînên faşîst jî ne tenê li hemberî girtiyan e. Li derve jî êrîşên faşîst li dijî her kesî tê kirin."

Karasû got, "Divê ferzkirina lixwekirina kincê ji yek tîpî weke sedemeke berxwedanê bê dîtin. Pêwîste weke êrîşek li dijî civakê bê dîtin. Wekî din ev bexwedan ne tenê meseleya girtiyên Kurd e. Divê hemû girtiyên din jî tevlî vê berxwedanê bibin. Ne tenê malbatên girtiyên Kurd û hêzên demokratîk ên Kurd, divê hemû hêzên siyasî yên li Tirkiyeyê, malbatên hêzên şoreşger ên Tirkiyeyî yên li zindanê tevlî vê berxwedanê bibin."