Karasû: Komkujiya Mereşê provaya faşîzma 12'ê Îlonê bû

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, komkujiya Mereşê ya 19-26'ê Kanûna 1978'an ji ANF'ê re nirxand. Karasû diyar kir, komkujiya Mereşê provaya fazîzma 12'ê Îlonê bû û ji bo Tirkkirina rojavayê Firatê hate kirin.

Karasû qurbaniyên komkujiya Mereşê bi "minet û rêzdarî" bi bîr anî û qala şert û mercên wê wextê kir.

Karasû got, "Sala 1978'an krîzên siyasî, aborî, civakî û çandî li Tirkiyeyê hebûn. Demeke welê bû ku têkoşîna gelan, kedkar, jin û ciwanan a li dijî desthilatdariya faşîst geş bûbû. Komkujiya Mereşê di nava rewşeke wiha de pêk hat. Piştre, bi qasî ku em hîn bûn, komkujiya Mereşê provaya faşîzma 12'ê Îlonê bû. Ji bo bingeh ji 12'ê Îlonê re bê amadekirin, komkujiya Mereşê hate kirin."

PLANA JI BO TIRKKIRINA ROJAVAYÊ FIRATÊ

Karasû ragihand, desthilatdariyên faşîst timî şer û alozî tev dane û xwestine darbe û desthilatdariyên faşîst rewa bikin. Karasû got, komkujiya Mereşê jî bi vê armancê bi zanebûn û plankirî hate kirin.

Karasû diyar kir, ji avabûna Tirkiyeyê û pê ve, ji bo asîmîlekirina Kurdên li rojavayê Firatê û Tirkkirina vê herêmê planeke gelekî berfireh hate amadekirin û got, "Dema ku mirov bala xwe didin ser komkujiya Mereşê, tê dîtin ku gavên ji bo plana Şark Islahatê hatine avêtin."

LI ROJAVAYÊ FIRATÊ SENTEZA TIRK-ÎSLAMÊ HATE FERZKIRIN

Karasû bi bîr xist, piştî komkujiyê di serî de li Mereşê li bajarên Kurdên Elewî; li Meletî, Semsûr, Sêwas, Erzîngan û Dersimê nifûsa Kurdan hatiye kêmkirin û got, "Elewî ber bi metropolên Tirkiyeyê ya jî Ewropayê hatin koçberkirin û rojavayê Firatê ji Kurdan û Elewiyan hate xalîkirin."

KOMKUJÎ DEMEKE KIN PIŞTÎ DAMEZRANDINA PKK'Ê PÊK HAT

Karasû got, "Rojavayê Firatê kirin erdnîgariyeke ku senteza Tirk-Îslamê lê hatiye ferzkirin" işaret bi avabûna PKK'ê ya wê wextê kir:

"Komkujiya Mereşê demeke kin piştî damezrandina PKK'ê pêk hat. Sala 1978'an tevgera Apoyî li Dîlok, Riha, Mereşê gelekî zû bi pêş ket. Li gel vê yekê, li Dersim, Amed, Êlih, Mêrdîn, Serhed û her deverên din ên Kurdistanê tevgera Apoyî bi pêş ket (...) Komkujiya Mereşê hem bersivek li dijî hemû tevgerên demokratîk şoreşger ên li Tirkiyeyê bû, hem jî bersivek li dijî pêşketina tevgera Apoyî ya li tevahiya Kurdistanê bû."

DIVÊ ELEWÎ LI CIH Û WARÊ XWE VEGERIN

Karasû anî ziman, erk û berpirsyariya Elewiyan, hêzên demokratîk û tevgera Kurd ew e ku encamên vê komkujiyê berevajî bikin û got, "Armanca wan ji vê komkujiyê çi be, divê em jî bi rêya têkoşîna xwe encamê biguherînin. Ji bo vê jî, divê Kurdên Elewî û Tirkên Elewî yên ji cih û warên xwe hatin kirin vegerin xaka xwe û çanda xwe ji nû ve zindî bikin."

Karasû diyar kir, ti komeke etnîkî ya jî çandî ji bilî cih û warê xwe nikare li devereke din bijî û got, "Heta ku li welatê xwe venegerin, nikarin Elewîtiyê biparêzin."

BÊYÎ TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ, ZÎHNIYETA TEKPARÊZ NAGUHERE

Karasû diyar kir, ji bo vegerê jî divê Tirkiye demokratîk bibe û got, "Li Tirkiyeye ya xwedî zîhniyeta tekparêz, ne Elewî dikarin hebûna xwe biparêzin, ne Kurd, ne jî nasnameyên cuda. Heta ku Tirkiye demokratîk nebe, ev zîhniyeta tekparêz, zîhniyeta senteza Tirk-Îslamê wê bidome (...) Heta ku têkoşîna demokrasiyê neyê dayin, nepêkane Elewî bi nasname û çanda xwe bi rengekî azad bijîn."

Karasû bang li Elewiyan kir ku hîn bêhtir cihê xwe di nava têkoşîna demokrasiyê de bigirin û got, dema ku têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP'ê geş bû, wê çaxê ev desthilatdariya faşîst wê teqez têk biçe.