BI DÎMEN

‘Kaosa li Rojhilata Navîn encama sîstema îxanetkar e’’

Ên ji Başûrê Kurdistanê diyar kirin li gel ku di ser komloyê re 18 sal derbas bûne jî têkoşîna azadiyê ya Kurdan berdewam dike û ev komplo hatiye pûçkirin, bang kirin ku li dijî faşîzmê têkoşîna hevpar were geşkirin.

Ên ji Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku kaosa li Rojhilata Navîn bi Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pêk iriye û tenê bi têkoşîna azadiyê ya gelan ev komplo bi temamî dikare were pûçkirin.

Gîvara Alî yê ji Başûrê Kurdistanê ji ANF’ê re axivî û got, ‘’bi radestgirtina Rêber Apo ji wan weye ku wê têkoşîna azadiyê biqedînin lê têkoşîn mezin bû û bû ya hemû gelan’’

 ‘XWESTIN KU DÎROKÊ DUBARE BIKIN’

Gîvara Alî diyar kir, berpirsê kaosa Rojhilata Navîn texmîn nedikirin ku fikrên Rêber Apo li qadeke wiha berfireh berblav bibe û got, ‘’ Di pêvajoya Imraliyê de ramanên Rêber Apo bêhtir bi pêş ketin û vê bandora xwe li têkoşînê jî kir. Têkoşîn geş bû. Sedema vê paradîgmaya Rêber Apo ye. Têkoşîn bi demê re li hemû Rojhilata Navîn berbelav bû. Tenê ne Kurd hemû gelên herêmê rizgariya xwe di felsefeya Rêber Apo de dibînin.’’

Şemal Hesen jî got, komplogeran dixwestin ku gelê Kurd ji Rêbertî qut bikin û bi vê re dîrokê dubare kiriye. Hesen wiha got: ‘’Dewletên dagirker weke ku di dîrokê de kirin, careke dî bi tasfîyekirina Rêber Apo bawer dikirin ku wê têkoşîn bêencam bimîne. Wê tevgera Apoyî tasfîye bikirana û radest bigirtana. Lê di vir de bi ser neketin.’’

 ‘APOYÎTÎ BÛ HÊVIYA RIZGARIYÊ YA HEMÛ GELAN’

Şemal Hesen diyar kir ku Apoyîtî tenê ne ji bo Kurdan ji bo hemû gelên herêmê jî bû derfeta ku li nasnameya xwe xwedî derbikevin. Hesen diyar kir ku Apoyîtî bûye kana bestê ya bûneweriya gelan, yên çewisandî ji fikir û îdeolojiya Rêber Apo hêzê digirin.

Hesen diyar kir ku Federasyona Bakurê Sûriyê encma vê rastiyê ye û wiha domand: ‘’Li Bakurê Kurdistanê li dijî her cure êrîşkariyê têkoşîneke bêhempa hate nîşandan. Bi tecrîda ku van salên dawî hatî girankirin jî hewl tê dayin ku berxwedana mezin a bi pêşengiya YPS’ê pêk hatî bişkênin. Dixwazin Bakur bi giştî radest bigirin û Rojava tasfîye bikin. Lê wê bi ser nekevin. Tiştên ku hatin jiyîn ev nîşan da. Li hêla dî jî, li çar parçeyên Kurdistanê têkoşînek çêbû. Ji hêla Rojhilata Navîn ve hêviyek çêbû. Êdî ne pêkan e ku pêşiya vê bikaribin bigirin.’’

Yek ji rêveberê Tevgera Azadî Seyîd Xalid jî berxwedana bêhempa a18 salan a Kurdan,  a li dijî komployê mînak da û got, ‘’Vê jî kir ku komplo bêencam bimîne.

Tevgera Kurd, tevgera Apoyî kir ku bibe tevgereke Rojhilata Navîn. Îro kaosa li Sûrî, Rojava, Başûr, Tirkiyê, li Rohilata Navîn encama vê sîstema îxanetkar e.’’

 ‘JI BO JIYANA AZAD DIVÊ LI DIJÎ KOMPLOYÊ TÊKOŞÎN WERE GEŞKIRIN’

Seyîd Xalit ji bo tecrîda ku ev 2 sal in dewam dike û komplo bi temamî were pûçkirin, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya gelan tiştên ku divê werin kirin wiha got:

‘’Berpirsyariya her kesî ji bo azadiyê û demokrasiyê divê li felsefeya Rêber Apo xwedî derbikevin. Gelê Kurd ev 18 sal in gav bi gav têkoşîn geş kirin. Li Rêbertiya xwe xwedî derket. Kir ku hem hêzên desthilatdariyê yên global û hem jî dewleta Tirk bi Rêber Apo re hevdîtinê bike. Ji ber ku di vê têkoşînê de ew jî bi ser neketin. Bi taybetî jî ji ber ku li Rojava û li Başûrê Kurdistanê planên wan ên dagirkeriyê bi ser neketin, van demên dawiyê tecrîda li ser Rêber Apo girantir kirin.

Li Bakur ji bo vê komkujî kirin, kavil kirin. Gelê Kurd û hêzên azadiyê û demokrasiyê yên herêmê, divê bi awayekî xurtir têbikoşin. Li herêmê û dinyayê li dijî vê têkoşînek tê dayin lê divê ev têkoşîn were geşkirin û komplo bi tûmî were pûçkirin. Divê şerê ku Erdogan ê faşîst û dewleta Tirk dayî destpêkirin were pûçkirin û jiyana azad, wekhev were serwerkirin.