Kanar: Pîvanên Mandela li Îmraliyê têne binpêkirin

Hiqûqnas Ercan Kanar anî ziman ku li Îmraliyê hiqûqa dijminatiyê bi cih tê anîn û got, "Pîvanên Mandela têne binpêkirin."

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hinceta cezayên dîsîplînê hîn bêhtir tê şidandin û nerazîbûna li vê yekê jî zêde dibe. Hiqûqnas Ercan Kanar mijar ji ANF'ê re nirxand û anî ziman ku li Girtîgeha Îmraliyê hiqûqa dijmin bi cih tê anîn ku li dijî rûmet û mafên mirovan e. Kanar diyar kir ku ev yek jî bi rengê ku muxalîfê siyasî weke dijmin dibîne tê pêkanîn û got, "Pîvanên Mandela têne binpêkirin."

Kanar bal kişand ser pêvajoya afirandina Pîvanên Mandela û bi bîr xist ku sala 1955'an têkildarî nêzîkatiya li girtiyan pîvanên standart ên Neteweyên Yekbûyî hatin diyarkirin, lê belê di nava 60 salî de piştî ku di doktrîna mirovahiyê, maf û edaletê de guhertin û pêşketinên girîng çêbûn, sala 2015'an ev pîvan hatin revîzekirin.

Ev pîvanên ku hatin revîzekirin, ji bo bîranîna Nelson Mandela yê ku 27 salan girtî hate hiştin û li dijî şert û mercên nebaş têkoşiya, navê Pîvanên Mandela lê hate kirin. Kanar ragihand ku Pîvanên Mandela ji Pîvanên Tokyo û Danezana Salvador sûd wergirtine.

'NABE KU CIHÊKARÎ LI GIRTIYAN BÊ KIRIN'

Kanar çend ji xalên girîng ên pîvanên ji 100 xalî wiha vegot: "Ji van pîvanan a herî girîng qedexekirina cihêkariyê ye. Tê gotin, girtiyek ji ber îdeolojî, ol, nêrîna xwe ya siyasî yan jî zayenda xwe nabe ku bi kiryareke cihêkar re rû bi rû bimîne. Di xala 5'an de tê destnîşankirin ku jiyana li girtîgehê û jiyana azad divê di asta herî kêm de ji hev cuda bin. Di xala 9'an de tê gotin, rapora li qeydên girtîgehê têkildarî her girtî tê amadekirin, divê kopyayeke wê ji girtî re bê dayin. Her wiha tê destnîşankirin, nabe ku girtî û hikumxwar li heman cihî bêne hiştin. Mînak, li Tirkiyeyê girtî û hikumxwar li heman cihî têne hiştin û heman şert û mercên giran li wan têne ferzkirin. Ev yek bi temamî li dijî Pîvanên Mandela ye. Her wiha di pîvanan de tê destnîşankirin ku kincên rûmeta mirovan dişikîne nabe ku li girtiyan bê kirin, dema ku derket derveyî saziyê divê kincên welê li girtiyan bê kirin ku balê nekişînin. Kontrola tibî divê bi rengekî veşartî bê kirin û weke şert tê ferzkirin ku girtiyek du caran ji ber heman çalakiyê nikare bê cezakirin. Her wiha ti girtî di xizmeta girtîgehê de bi erka dîsîplînê nikare bêne xebitandin, girtî nabe ku bêdem di hucreyê de bê hiştin, qedexe ye ku girtî li hucreyên bi temamî tarî yan jî bi temamî ronî bê bicihkirin, astengkirina xwarin, vexwarinê qedexe ye û nabe ku bi rengekî komî bêne cezakirin."

'DEMA KU EM DIÇIN LI HUNDIRÊ DEVÊ ME JÎ SAX DIKIN'

Kanar destnîşan kir ku Pîvanên Mandela ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbasdar e, lê belê Tirkiyeyê ti carî ev pîvan bi cih neaniye.

Kanar bi bîr xist ku mafên mirovan destpêkê li Îmraliyê têne binpêkirin, piştre li her qadê ev yek dewam dike û girtîgehên Tîpa F weke mînak nîşan da.

Kanar ku sala 1999'an 11 caran serdana Ocalan kir, anî ziman ku ji destpêkê ve li Îmraliyê bêhiqûqî heye. Kanar got, "Her cara ku em diçûn heta nava devê me jî sax dikirin. Li nava porê me dinihêrîn ku tiştek heye yan na. Kiryarên ku rûmeta mirovan dişikand. Lê mixabin wê demê jî hêzên muxalefetê li pêşberî kiryarên li Îmraliyê bêdeng man. Me ji baroyan hemûyan re ev kiryar ragihand, lê belê baro bêdeng man. Tenê Baroya Stenbolê ya bi rêveberiya Yucel Sayman kete nava hewldanan, doz vekir lê mixabin doz hate redkirin."

Kanar destnîşan kir ku ji bo dawî li binpêkirina mafên mirovan bê anîn divê baro û saziyên mafên mirovan Pîvanên Mandela timî di rojeva civakê de bihêlin û di vê mijarê de zextê li desthilatdariyê bikin.

'LI GORÎ KWKE DIVÊ CEZAYÊ LI OCALAN HATIYE BIRÎN JINÛVE BÊ NIRXANDIN'

Kanar diyar kir ku hevdîtina Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) ya 30'ê Mijdarê-2'ê Kanûnê nirxand ku wê biryarên binpêkirina mafên mirovan ên DMME'yê yên têkildarî Ocalan nîqaş bike. Kanar destnîşan kir ku divê KWKE hişyariyê bide Tirkiyeyê.

Kanar anî ziman ku ev mijar dikare bigihêje asta derxistina Tirkiyeyê ji endametiyê, lê belê di şert û mercên heyî de ne bawer e ku biryareke bi vî rengî bê dayin.

Kanar bi bîr xist ku li gorî biryara pêşniyarê ya KWKE'yê ya têkildarî cezayê girtîgehê yên heta bi hetayê divê cezayê ku li Ocalan hatiye birîn jinûve di ber çavan re bê derbaskirin û got, "KWDE pêşniyar dike ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê di navbera 8 û 14 salan de jinûve bê nirxandin. Li gorî wê biryarê divê Tirkiyeyê cezayê li Ocalan hatiye birîn di ber çavan re derbas bike."