Kompanyaya Nefta Bakur nîşaneyên Baasê zindî dike

Rêveberê Kompanyaya Nefta Bakur Ferîd Cebar bi biryarekê hewl dan peykerê çar şûr ên berê ji aliyê rêveberên kerkûkê ve hatibûn rakirin ku sembolên rejîma Baasê ye, ji nû ve bê danîn.

Kompanyaya Neftê ya Bakur hewl didin ku sembolên rejîma Baasê yên ku hatibûn hilweşandin ji nû ve bê danîn.

Îro Kompayaya Neftê ya Bakur hewl dan ku li bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê peykerên çar şûran ên ku sembolên ji rejîma Baasê ne ku berê ji aliyê rêveberiya bajarê Kerkûkê ve hatibûn hilweşandin, ji nû ve bê danîn. Ev yek rastî nerazîbûnên tund ên pêkhateyên herêmê hatin. Li ser vê yekê ji aliyê rêveber, Kurd û hêzên dijî terorê ya Iraqê ve nehate pejirandin û destûra vê yekê nehate dayîn.

KURD VÊ YEKÊ NAPEJIRÎNIN

Li ser heman mijarê Edamên Encûmana Nûneran a Iraqê û Parlemeterê YNK’ê yê Parlemetoya Iraqê Rêbwar Teha ji ANF’ê re axivî ev agahî da: “Îro Rêveberê Kompanyaya Nefta Bakur Ferîd Cebar hewl da ku ew sebolên rejîma Baas a şoven ji nû ve bê danîn.Têkildarî mijarê me peywendî li gel aliyên berpirs daniye û li dijî vê helwesta me Kurdan diyar e, ev yek bi ti awayî nayê pejirandin. Rê nehate dayîn ku ev peyker ji nû ve bê danîn.”