Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bi wesîleya salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê ji ANF'ê re axivî. Beşa duyemîn û ya dawî ya vê hevpeyvînê bi vî rengî ye:
We li ser qada çand û hunerê nirxandin kirin. Ez dixwazim heman pirsê ji bo weşan-çapemeniyê jî bikim. Rewşa Kurdan a 50 sal berê di vî warî de çawa bû, çi bi xwe re afirandin, asta bandora wê çi bû?
Di warê çapemenîyê de navên nimûne hene, mînak zanyarê hêja yê Kurd Musa Anter. Di bin zehmetiyan de dikarin çi bikin, li holê ye. Pergala perwerdeyê di destê pergala qirker û mêtînger de ye. Weke saziya asîmîlasyonê û qirkirinê xebitîn. Xebata herî serkeftî ya PKK'ê ya di têkoşîna xwe ya 50 salî de perwerde ye. Bingeha vê jî propaganda, xweperwerdekirin, civakê perwerdekirin, perwerdekirina kadro û şervan perwerdekirine. Hemû xebatên Rêber Apo ev e. Dema ku ji Rêber Apo pirsîn, çeka te ya herî mezin çi ye, got zanist e. PKK’ê ji destpêkê ve gelek rêbazên propagandayê bi kar anî. Di destpêkê de, propagandaya devkî kir. Ji ber ewlehiyê, di wê rewşê de ne pêkan bû ku yekser materyalan derxe. Ji ber ku PKK’ê xwe sansûr nedikir. Piştî propagandaya devkî pêvajoya nivîskî dest pê kir. Piştre jî perwerdeya çekan dest pê kir.
Di nava PKK’ê de çek bû yek ji amûrên perwerdehiyê yên herî bingehîn. Kadro, gerîla, jin, ciwan, hemû civak perwerde kir. Hîn jî perwerde dike. Wateya çekê ev e. Propagandaya çekdarî di navbera salên 78-86’an de bi giranî hate bi kar anîn. Çapemeniya nivîskî û dîtbarî jî di dema propagandaya çekdarî dewam dikir de, dest bi weşanê kir. Rola çapemenî-weşanê, bi piranî piştî 1990 derket holê. Di qada çapemenî û weşanê de yekemîn kovara Serxwebûn e. Hejmara wê ya yekem di 4-6’ê Îlona 1978’an de li Amed, Çewlîk û Elezîzê bi awayekî nefermî derket. Paşê jî hejmara 5, 6 bi taybet berdewam kirin. Paşê, berhemên wê yên nivîskî ji sala 1982’an û pê ve li ser Ewropayê hate pêş xistin. Heta îro ev 40 sal in her meh tê weşandin. Ji xeynî wê pirtûk û kovar hatin çapkirin. Piştre, ji sala 1995’an pê ve, weşana televîzyon û radyoyê hate pêşxistin. Di salên 90’î de herikî Tirkiyê û Kurdistanê. Li ser Stenbolê Ozgur Gundem û Vejîna Civakî û Gelê Azad derket. Ev yek li Rojava, Başûr û Rojhilat jî pêş ket. Piştî sala 1986’an li Rojava weşana bi Erebî dest pêkirin. Îro veguheriye kuliyateke mezin. Li 4 parçeyên Kurdistanê û derveyî welat bi gelek zimanan di asta nivîskî, dîtbarî û dengî de weşan tên kirin. Bandoreke wê ya girîng heye, lê dîsa jî bandora propagandaya çekdarî jî heye. Gerîla rola xwe ya perwerdekar didomîne. Di vê pêvajoya dîrokî de rewşa bandorbûna çapemenî-weşanê çi bû, divê bê nirxandin. PKK’ê dema derket holê tu materyalek wê tunebû, propagandaya devkî dikir, lê di têkoşîna îdeolojîk de pir bi bandor bû. Ji ber ku rastiyê tîna ziman. Tişta ku her kes didît û venedigot, anî ziman. Ji her tişt xwe nedida paş. Ji ber wê her kes bi hezaran dinivîsî, bi hezaran dipeyivî. Peyvek a PKK’ê hezar derew vala derdixist. Rastiya mesele ev e.
DIVÊ EM DI QADA ÇAPEMENÎ-WEŞANÊ DE NASNAME Û XWESERIYA XWE BIPARÊZIN
Ji ber ku PKK’ê wê çekê di cihê rast de, bi wate bikar anî, propagandaya çekdarî pir bi bandor bû. Rola gerîla pir bi hêz û perwerdekar bû. Çapemenî-weşan jî wisa ye. Erê, niha asteke wê heye, lê hêza wê ne ji pirbûna madî tê, hêza wê ji îfadekirina rastiyan tê. Ji ber derew û berjewendiya wê tune ye, bi hêz e. Çapemenî û weşan hemû derew û hîleyên sîstema şerê taybet ê aliyê din eşkere dike. Heta ku vana derxe holê, dê rastiyê raxîne ber çavan û maskeyê rake. Di asta çirûskekê de be jî ew bi bandor e. Divê em vê rastiyê bibînin. Erka çapameniyê ye ku hîle û derewên pergala şerê taybet eşkere bike. Ew qada têkoşînê ya herî mezin e.
Ji aliyê din ve, rola wê ya perwerdekariyê jî heye. Rola wê ya perwerdekirina civaka Kurd, jin, ciwanên Kurd û bindestan heye. Çapemenî berpirsyar e ku rastiyên ku li Kurdistanê derketine holê bigihîne hemû mirovahiyê. Ew qada xebatê ya mezin û girîng e. Divê em vê rastiyê bibînin ku ferqa çapemenî-weşanên me ji yên dîtir heye. Li vir kêmasî hene. Divê ez wek rexne bêjim. Ew armanca xwe nizane, li ser rola xwe ne hakîme û ji ber vê yekê ew li ser çawaniya pêkanîna wê jî ne xwedî agahî ye. Teqlîdkirina kesên din pir zêde ye. Kesî propagandaya devkî nekir, tenê PKK'ê kir.
Rêber Apo û PKK’ê ne şibihîn kesek din. Divê em di çapemenî-weşanê de nasname û xweseriya xwe biparêzin. Em dengê tevgera azadiyê ne. Em civaka azad, jina azad, ferdekî azad ava dikin. Em têkoşîna azadiyê dimeşînin. Em li dijî şerê taybet têdikoşin. Têkoşîna herî bingehîne qada çapemenî-weşanê. Berê jê re digotin hêza 4’an, niha dibêjin hêza 1’emîn e. Her tişt bi rêya çapemeniyê digihêje civakê. Ji ber vê yekê divê em çapemeniya xwe bînin vê astê. Divê em propaganda û ajîtasyona xwe bi rêya çapemeniyê bi bandortir bikin.
Di dîroka têkoşînê ya 50 salî de çend nifşên ku derketine holê hene. Rewşa van nifşan, bi taybetî ciwan çawa ye? Êrîşên kapîtalîst-modernîteyê yên li hemberî ciwanan çawa bûye, divê sekna şoreşgerî ya ciwanan a bi hişmendiya PKK'ê hatiye teşekirin çawa be?
Çend nifş nebûn, civakek nû derket holê. Temenê Rêber Apo di ser 70 salî re ye, damezrînerên PKK’ê nêzî 70 salî dibin. Rêber Apo di sala 94'an de wiha gotibû: "Rêveberî 40 salî ye, fermandar 30 salî ye, şervan 20 salî ye, PKK di serdema xwe ya herî xurt de ye." Wê demê wiha bû. Ji wê demê heta niha 30 sal derbas bûn. PKK’ê ne çend nifş afirandin, bû hêza ku civakek nû afirand. Di nava PKK’ê de çênebû, lê yên niha hene, ji destpêkê ve PKK’ê nas kirine. Ji kêliyek jiyana xwe wan PKK’ê nas kirin, bandor bûn, tê de cih girtin, dijberî kirin, li kêleka wê bûn. Lewma divê em bibêjin ku bi PKK’ê re civakek nû derketiye holê.
Beriya PKK’ê darazên nirxan û pîvanên civakî çi bûn, niha çi ne? Divê em ji aliyê sosyolojîk, psîkolojîk û îdeolojîk ve muqayese bikin. Ji ber ku pêşveçûnên berbiçav hene. Divê em tenê di warê maddî de nêzîk nebin. Divê em her tiştî di warê siyasî, leşkerî û pereyan de nepîvin. Ciwanên îro di nava PKK’ê de, di têkoşîna li dijî komploya navneteweyî derketiye de avabûye. Divê em ciwanên heyî wiha pênase bikin. Rêbertî dema tevlîbûna gerîla yên salên 90’î dinirxand, li ser şerê taybet gelek rawestiya. Weke ciwanên şerê taybet pênaseyên xwe kirin. Pergala şerê taybet, li dibistan û kolanan şêwa û tevgereke zîhnî bi ciwanan da qezenc kirin. Ew pir xerab bûn, pir ferdperest, pir xweperest bûn. Ji civakê pir dûr ketibû, pir madî bû, pir hîlekar bû. Li hemberî wan perwerde hate pêş xist. Ev nirxandin ji bo şerê taybet jî derbasdar e. Lê ev şer bi komploya 15’ê Sibatê û tecrîdkirina Îmraliyê re tê meşandin. Bi vî rengî divê were destgirtin. Bandora pergala tecrîda Îmraliyê li ser gelê Kurd û ciwanên Kurd çi ye, divê em bigirin dest? Divê em wan lêkolîn bikin.
Êrîşên dijmin ên li ser ciwanan gelek texrîbkar in. Ji şerê taybet wêdetir e. Ew qas sîstemek e xirabe ku tu hêviyek ji paşerojê re nahêle, takekesî, madîbûn û reşbîniyê ava dike. Beşek ji ciwanan bi qirkirina çandî digre û weke kole bi kar tîne. Ciwanên dervî wê dimînin jî, ji bo beşdarî şoreşê nebin, her cure êrîşên şerê taybet dike. Bi fuhûşê û madeyên hişbirê re her cure êrîşên qirêj pêk tîne. Li çapemenîyê binêrin, ev yek li Tirkiyê jî belav bûye. Kiliçdaroglu wê rojê digot ‘ez ê baronên tiryakî eşkere bikim’. Ev şer baronên çekan û baronên siyasî jî eşkere bike dê baş be. Li Tirkiyeyê jî belav bûne, zarokên 10 salî jî êdî li her derê madeyên hişbirê difiroşin. Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê bi awayekî plankirî û bi zanebûn vê dike. Piştî komployê, li Kurdistanê ev yek di asta jor de kirin. Îlker Başbug digot divê em şer bi 7 şêwayan bidin meşandin. Wan ne 7 şêwa, kirin 17 şêwa. Herî zêde jî berê xwe dan jin û ciwanan. Lê êrîşa herî dijwar li ser ciwanan e. Divê gelê Kurd vê rastiyê bibîne. Divê di vê çerçoveyê de nêzî ciwanan bibin. Em jî li dijî wê têdikoşin. Ciwan têdikoşin.
DIVÊ BENDEWARIYA CIWANAN JI VÊ PERGALÊ NEBE
Ciwanên ku di vê têkoşînê de ji dayik bûne û mezin bûne hene. Niha jî beşdar dibin, ji xwe re dibêjin ciwanên Apoyî. Li 4 parçeyên Kurdistanê hene, li derveyî welat jî hene, ev girîng e. Tevlî gerîla dibin, beşdarî qadên din ên têkoşîna azadiyê dibin. Her wiha meşa ciwanan a ku bi Rêber Apo destpê kir heye. Rêber Apo serokê ciwanan e, PKK’ê partiya ciwanan e. Rêber Apo digot, "Me bi ciwan dest pê kir, em ê bi ciwan bi ser dikevin." Dînamîzma ku îro li her qadê têkoşînê dimeşîne dînamîzma ciwanan e. Lê bandorên şerê taybet gelek in, dixe zehmetiyê. Girseyek mezin di bin bandora vê êrîşa şerê taybet de ye. Tevgerên me yên din li dijî van êrîşên li ser ciwanan têkoşînek bi bandor nameşînin. Pêwîste ciwanan hişyar bike û wan ji wê rewşê derxîne. Divê têkoşîneke bênavber bê meşandin. Carna dibêjin, daxuyanî didin, yek-du çalakî tên kirin, piştre radiwestin. Lê belê divê li dijî hemû aliyên şerê taybet têkoşîneke bênavber bê dayîn. Divê ciwanan perwerde bikin, bi zanabûn bikin, tevlî gerîla bikin û di qadên çand-huner, çapemenî û xebatên şoreşgerî de xwedî li ciwanan derkevin. Hewceye em ciwanan bînin wê astê.
Divê ciwan pir bixwînin, pir nîqaşan bikin. Divê hêviyek wan ji vê pergalê zêde nebe. Divê bi xebatên pergalê re neçe tu cihî. Ciwan ber bi pergalê ve dişemitin. Bi taybetî ji bo Bakur û Tirkiyeyê em dikarin vê yekê bibêjin. Jixwe li Başurê jî xwe dide der. Divê Rojava li hemberî vê yekê baldar be. Ciwanên Rojhilat bi vê berxwedanê re ji pergalê qut dibin, ev yek pir girîng e. Divê ciwan ji bo têkoşînê ji nava sîstema heyî derkeve. Şerê taybet ya heyî wê wan tune bike. Li ser vê bingehê divê derkevin dervî sistema heyî û li ser vê esasê zêdetir beşdarî tevgerê bibin. Asta ciwanan a ku bi giranî di bin bandora siyaseta sîstemê de maye derketiye holê û divê em wê bişkînin. Divê ciwan hêzê bidin têkoşîna siyasî, lê belê ew kesê ku wê siyasetê bike ne ew e. Di vî warî de em di rewşeke wisa de ne ku divê em pir baldar bin. Ez hişyariyê didim hevrêyên ciwan û hemû ciwanên Kurd. Bila pir bixwînin, nîqaş bikin, bi rêxistin bikin û pir aktîftir beşdarî têkoşînê bibin. Ji ber ku paşeroj ya wan e. Paşeroja rast jî encex ew dikarin bi destên xwe ava bikin. Ger em vegerin salên destpêkê yên avabûna PKK’ê, 4 parçeyên Kurdistanê çawa PKK’ê nas kir? Komên ewil çawa bi malbatan re hevdîtin pêk anîn û her wiha hevrêyên yekem nêzîkatiya wan çawa bûn?
Ji ber perçebûna Kurdistanê, belavbûna PKKê jî li Kurdistanê perçe perçe çêbû. Bi carekê re çênebû. Derketina Rêbertî, bi koma yekem li Enqerê derket holê. Ji wir belavî Bakurê Kurdistanê bû. Di navbera salên 76-80 de PKK’ê li Bakur ava bû. Pêşbîniya bernameya PKK’ê yekitiya Kurdistanê bû, lê di esasê xwe de bername li ser şoreşa Bakurê Kurdistanê bû. Piştî berxwedana Hîlwan û Siwêregê, avabûna PKK’ê, li Kurdistanê û derveyî welat bandorek mezin kir. Bi taybetî yên ku ji Bakur çûn Ewropayê, li wir welatparêz bi PKK’ê dan naskirin. Li ser vê yekê, li derveyî welat gavên mezin çêbû. Beriya ku PKK’ê were îlankirin Rêber Apo çû Rojava. Ji wir bi Sûriye, Libnan û Filistînê re ket nava têkiliyan. Li ser bingeha vê derbasbûnê, PKK’ê bi derve re têkiliyên wê çêbûn. Ji sala 1979’an û vir ve tevger gav bi gav li Rojava belav bû. Ji Siûdiyê heta Lîbyayê karkerên kurd hebûn, lewma PKK’ê li qada ereban jî belav bû.
Karasungur û komek hevrê di destpêka salên 80’î de derbasî Rojhilat bûn. PKK’ê bi vî awayî li Rojhilat belav bû. Her ku çû komên gerîlla zêdetir dihatin. Başûr di salên 81-82’an de PKK’ê nas kir. Di sala 81’an de hevrê Karasungur, piştre jî hevrê Egît Başûr nas kirin. Hêzên Başûr wê demê li derve bûn. PDK’ê û YNK’ê jî wê demê ne li wir bûn. Hêzên din jî piştî şerê Îran û Iraqê vedigeriyan. Hêza pêşmerge û hêza gel bi qasî dikarîn hatin. Li herêma Rojhilat şahîtî hilweşiyabû, venêrîna rêxistinên kurdan hebûn. PKK’ê wan nas kir. Piştî şer ew têkilî bi rêxistinan re çênebûn, lê bi civakê re berdewam kirin.
Li Rojava jî Rêber Apo yekem car malbatan nas kir. Piştre komên yekem derbasî wir bûn. Me li Qamişlo, Kobanê, Efrîn û Helebê xanî girt. Em li mala welatparêzan man, lê malên me jî hebûn. Bi taybetî jî piştî paşve vekişîna 12’ê Îlonê, pêdiviya me bi malên me girtine zêdetir hebû. Ji bo pêdiviya amadekariyên gerîla bi têra xwe têkilî hatibûn avakirin. Li Bakur PKK’ê di nav gel de belav bûbû. Di destpêkê de, têkilî bi piranî li ser xwendekaran pêş ket. Ne tenê ciwan bû, bi rewşenbîr û karmendên dewletê re jî têkilî pêş ket. Li ser wan re PKK’ê xwe gihande malbat, gel, karker û kedkaran. Piştre jî li gundan pêşket.
GEL EDALET Û HEQÎQETÊ DI KADROYÊN PKK’Ê DE DÎTIN
Hem aliyên wê yên erênî û hem jî yên neyînî hebûn. Ne her kes ne zelal bû. Welatparêz bûn, lê ditirsiyan, diviyabû hay ji xwe hebana, dûr disekinîn. Li dijî tevlîbûn û profesyonelbûna zarokên xwe bûn. Hişmendiya welatparêz be, nekeve pêş, bila hinek din pêşengî bikin hebû. Zehmetiyên wisa hebûn, têkoşîneke xurt pêwîst bû. Derdoreke weke niha tunebû. Mînak veqetîna jinek ji malbatê pir zehmet bû. Têkoşînek dijwar dixwest û demek dirêj jî girt. Bi naskirinê re pêş ket. Ji ber ku Rêber Apo ev hemû baş dizanibû, şêwazeke têkoşînê ya taybet ji bo Kurd û Kurdistanê pêş xist. Perwerdeya kadroyan, teşekirina koma Apoyî bi tevahî li ser esasê van zanînan bû. Hûn ê gel nas bikin, hûn ê nirxên gel biparêzin, rêz li mal, can û rûmeta wan bigirin.
Gelê Kurd ne di wê rewşê de bû ku bi gotinan bawer bike. Gelekî ku di bin zilmê de bû, di gelek qetlîaman re derbas bûbû û di bin qirkirinê de bû. Ji bo ji te bawer bike diviyabû bidîta û biceribanda. Wê demê hûnê tevger û şêwaza jiyana xwe ber çav re derbas bikin. Têkiliyên gel di nava PKK’ê de wisa teşe girt. Xwedî taybetmendiyên bi pîvan bû, baldar bû, mirovan bandor dikir û xwe bi mirovan dida qebûlkirin. Li holê xeteke girseyî hebû, hûn ê bi kê re têkilî daynin, hûn ê çawa nêzî mirovan bibin, hûn ê çawa nêzî jin, kedkar û malbatan bibin? Çawa têkilî tên ava kirin, mirov çawa tên razî kirin, hemû li gorî armancê û ji bo serketinê teşe digire. Di vê mijarê de gelek hesas û baldar bûn. Prensîb û pîvanên Rêbertiyê pir bi bandor bûn. PKK’ê her tiştî efû dike, vê yekê efû nake. PKK’ê di vî warî de pir hesas bû. Bi xebatên wiha bandor li gel kir, bi awayek adîl tevdigeriya, neheqî nekir û zehmetiyan dernexist.
Gel rastî, edalet û heqîqetê di kadroyên PKK'ê de dît. Karker, kedkar û jin dema vê rastiyê dîtin, pir bandor bûn. Rêber Apo di parastinê de wiha nivîsî, “Gel ne ji peyvan, ji sekn û şêwaza jiyana Apoyî bandor bû û bawer kir û di her warî de piştgirî da.” Dema ku wisa be, girêdana gel pir mezin dibe û her tiştê xwe feda dike. Gelê Kurd ji bo kesên têkoşîna azadiyê didin, her tiştê xwe dan. Jinên Kurd jixwe welatparêziyê temsîl dikirin, hemû malbat û civakê derbas kirin. Sûcê ku di PKK’ê de nayê efûkirin sûcên li dijî gel e. Di vê warî de, di nava xwe de dîsîplînekê dimeşand. Civak jî vê yekê dît. Gel ji xwe zêdetir, bawer kir ku PKK’ê nûnertiya huqûq û edaletê dike û li ser vê esasê pêve hatibû girêdan.
Beriya damezrandina PKK'ê ruhê kesên ku di wê demê de di nava têkoşîna PKK'ê de cih girtin, kesayeta wan a têkoşer û taybetmendiyên Apoyî çawa bû?
Min hewl da ku wan îfade bikim. Berî her tiştî ev yek girêdayî armancê ye. Îdîaya PKK’ê mezin bû, armancên wan zelal bû. Û bi karên cidî re mijûl bû. Kesayetiya Rêber Apo disîplîne, rêxistinbûne, cidiyete û bi armancê ve girêdanbûne. Van taybetmendiyan hemû da partî û kadro. Li gorî cidiyet, pîvan û prensîbên xebata ku pê re mijûl dibû tevdigeriya û pratik kir. Her kesî nikarîbû bi her awayî di nava PKK'ê de cih bigirta. Her kesî û her pîvanî qebûl nekir. Yên ku tevlî PKK’ê bûne, li ser navê PKK’ê xebat kirine, tiştek ji bo xwe ne kirine an jî lêgerîneke takekesî çênebûye. Her tiştê xwe ji bo têkoşîna azadiyê, ji bo rizgarkirina gelan ji bindestî û mêtingeriyê dane. Ew tiştek nagirin, xwe feda dikin. Wan hemû tiştên xwe didan, ji ber vê yekê her kesê ku pê re têkilî danîbûn tiştek dida wan. Gel baş dizanibû ku çi bidin wan, ew ê ne ji bo berjewendî û hewcedariya şexsî, wê ji bo têkoşîn û pêdiviyên gel were bikaranîn. Ji ber vê yekê jî mirov bi bandor dibûn û tevlî dibûn.
Xebatên wê demê yê herî baş hevrê Mazlûm, Kemal, Xeyrî li dadgehan anîn ziman. Gotin ‘em birçî jî man, tî jî man, hewce bike 3 saetan, ger hewce bike 300 saetan jî em axifîn. Ji bo qezenckirina kesekî û têkilî danîn heta dawiyê em li pey armancên xwe ketin.’ Digotin em li nav bexçe û kuçeyan mane, me cîhê razanê nedidît, xwarin peyda nedikir. Lê tu carî gazin ji wê yekê nedikirin, bawer dikirin ku dê bi ser bikevin. Bi tiştekî hazir re tevnegeriya. Niha her kes derfeta aborî dixwaze. Dema karek biçûk tê xwestin dibêje, 'Ka bide ez li gorî wê bikim'. Tu eleqeya wan bi PKK’ê re nîne. Xebata Apoyî bêguman ne wisa ye. Hûn dikarin tenê berpirsiyariyê bigirin. Ger hûn li ser navê PKK'ê dixebitin, ji bo we kêfxweş e. Hûn ê hilberînin, hûn ê bixebitin û qezenc bikin. Şoreşgerî, siyaset, têkoşîn û serkeftin, xebateke serkeftinê ye. Ne nirxên heyî bikar anîne. Şoreşgeriya PKK’ê tu carî bi vî rengî nebû.
Ger wisa bûya, Apoyî çênedibûn, PKK’ê qet ava nedibû. Ji ber ku tiştek amade tune bû. Bi rastî ne kes û ne jî 5 qirûş pere hebû. Mînak em bêjin wê ji Enqereyê biçe Amedê an jî biçe Dîlokê, ger pereyê xwe yê rê peyda kiribe gelek kêfxweş dibû, ji wê pêve êdî ew diafirand. Hevrê Heqî, dema ku pêdivî bi pere hebaya karkerî dikir, bar radikir. Di vê wateyê de her gav serkeftinek bû, pêşketin hebû. Ji her cihê ku diketinê encam derdiket. Bi armancên xwe ve girêdayîbûn û cidî nêzî karê xwe dibûn. Mirov dema ku kadroyên PKK’ê û Apoyî dîtin bawer dikirin. Mînak komek ji dorhêla Amed-Siverek hebû, Serxwebûn dixwendin. Xwestin bi me re hevdîtinê bikin. Ez tevî hevrêyekî xwe çûm. Em matmayî man ku wê çi bibe, me dît ku Serxwebûn di destê wan de heye. Gotin, "Me nivîsên di Serxwebûnê de xwend, gelo PKK’ê bi rastî tiştên li vir hatiye nivîsandin wê bike yan na? Me xwest em ji we vê yekê bipirsin." Helbet em hêrs bûn. Me nerazîbûn nîşan da. PKK’ê tişta ku ew ê neke nanivîse. Tiştê dibêje dike, tiştê dike dibêje. Pîvanên wê ev in. Bê guman ew ê bike. Digotin, "Eger wê pêk bîne, em jî PKK'yî ne, em tevlî PKK'ê bibin." Bi vî awayî beşdar bûn. Bi vî awayî gel hatin qezenckirin.
Di têkoşîna PKK’ê de yek ji sernavên herî girîng berxwedana jinan e. Di vê wateyê de ji roja destpêkê heta niha dewamkirina têkoşîna jinan çawa pêşket?
Herî dawî li Berlînê konferansa jinan a navneteweyî hat lidarxistin. Hat diyarkirin ku biserketî derbas bûye. Li ser navê partîya me wê konferansê silav dikim. Ez bawer dikim ku encamên wê jî biserketî be. Ji 41 welatan tevlîbûn hatiye kirin, bi rastî jî nîqaşêk baş hate kirin. Gotin, şoreşa me azadkirina jiyanê ye. Îdia, vîn û hişmendiyek mezin hebû. Di xalekî baş de destgirtibûn. Bawer dikim ku bandorê li ser tevgerên jinan ên li her çar aliyên cîhanê bike. Ji bo jinên li Rojhilat û Îranê jî bû peyam û piştgiriyek mezin. Bû wekî kongreya piştgiriya ji bo şoreşa “Jin Jiyan Azadî”. Em bawer dikin ku wê bandorekî mezin li ser bike.
Mijara azadiya jinê girîng e. Kurd di eslê xwe de civakeke dayiksalarî ye û neolotîkê jiyaye. Lewma civakeke ku çanda dayika xwedawend jiyaye. Lê ev her tim welê nema ye. Bi taybet di sîstema Osmaniyan de, di 200-300 salên dawî de axatiya ku li Kurdistanê pêş ket, feodalîtiya desthilatdariya mêr di asta herî jor de bilind kir û baviksalariyê pêş xist. Sîstema feodal û derebeytî rewşê heyî berevajî kir. Piştre desthilatdariya qirker berê xwe da jinan ku herî zêde nûnertiya çanda neteweyî dike. Tekî berê Fermandariya Giştî ya Jendermeyan kiribû, bi dawiya salên 1980’î de fermandarî ji baskekî artêşê yê li Kurdistanê re kiribû. Rojnamevanekê pê re hevpeyvîn kiribû, digira. Digot, ‘Me nekarî xwişkên xwe bikin Tirk, me kêmasiya herî mezin di wir de kir, lewma bûyer rû didin’. Li têkçûna xwe mikru dihat. Ew xwe mukir dihatin; di hedefa êrîşên mêtînkar û nîjadkujî de jin hene û di vir de têkçûne.
Berevajîkirina vê yekê jî heye. Polîtîkaya şerê taybet herî zêde zehmetî da jinan. Êrîşên şerê taybet dîsa herî zêde ciwan û jinan hedef girtin. Eger di aliyê PKK’ê de bê nirxandin, belê PKK’ê di destpêkê de nebû tevgereke ku jinan tevlîbûnekî xurt pêş bixin, ji xwe ne pêkan jî bû. Li Enqereyê destpê kir, li Kurdistanê jî nekarî gavê biavêje. Sîstema desthilatdar welê bû. Lewma ger di pêşengtiya jinan de şoreşekî netewî dest pê kiriba, ji xwe li wê derê koletiya netewî û koletiya jinê nedibû. Jinan ji destpêke ve tu carî di nav rêxistinên din de cih negirtin, lê kêm jî be di nava PKK’ê de nûnertiya xwe dît. Di kongreya damezrandina partiyê de heval Sara hebû. Ez heval Sara jî bi rêzdarî û mînetdarî bi bîr tînim. PKK’ê bang li jinan kir. Rewşa Kurdistanê û rewşa jinê mîna hev dît.
ŞOREŞA JINAN LI KURDISTANÊ ŞOREŞEKE MEZIN E
PKK’ê ji jinan re got ku rizgariya netewî ya Kurdistanê ji bo azadiya we pêwîste, ew bi hev re girêdayî ne û li ser vê bingehê banga tevlîbûna têkoşînê kir. Cidîbûn, dîsiplîn û rêxistinbûna PKK’ê ya di nêzîktayiya wê ya hemberê civak, gel û têkoşînê de, di mijara jinê de jî heman bû. Dibe ku hişmendiya wê kêm bû, lê pir baldar bû. Mîna rêxistinên burjiwa, şoreşgeriyê weke saziyeke zewacê nedît. Ne bi têkiliyên zewacê, lê bi hevretiya têkoşînê dest pê kir. Ji Êlîhê heta Mêrdînê, ji Dêrsîmê heta Serhatê li her qadê xebatên jinan jî hatin kirin. Tevlîbûn jî çêbûn. Me di profesyonelbûnê de hinek zehmetî kişand, ew rewşekî xwezayî ye. Di derketina derveyî welat de koma jinan jî hebû. Perwerdeya gerîlatiyê hate dîtin. Piştî pêvajoya 15’ê Tebaxê tevlîbûna refên gerîla zêdetir bûn. Ji xwe di sala 90’î de Yekîneyên Jinên Azad derketin holê, PJAK, YJA Star (yekîneyên parastina cewherî ya jinan) hate avakirin. Hêzekî mezin a rêxistinkirî û şoreşa azadiya jinê derket holê. Rêber Apo ji bihara 87’an ve mijara jinê nirxand. Kongreya me ya 3’emîn dahûrandineke girîng bû, dahûrandina malbatê bû. Li wê derê pêşketinekî mezin a îdeolojîk û şoreşgerî hat jiyîn. Rêbertî li ser encamên wê nirxandinên xwe li ser veguherandina hişmendiya teorîk û pêhisandina civakê pêşxist. Pirsgirêka azadiyê her ku çû di nav civakê de derket pêş. Tevlîbûn zêdetir bûn. Rêbertî di zivistana 93-94’an de arteşbûna jinê nirxand, piştre îdeolojiya rizgariya jinê û jinelojiyê di pareznameyan de pêş xist. Şoreşa neteweyî ya Kurd ji nîva sala 90’î ve bi şoreşa azadiya jinê re bû yek. Serhildanên heyî şoreşa azadiya jinê bûn. Pêşengiya jinan her ku çû bû bîngeha şoreşa azadiyê. Ev bû pêşengtiya xeta îdeolojîk, azadiya netewî û azadiya civakî ya xwe dispêre azadiya jinê hat raberkirin. Şoreşa jinan li Kurdistanê şoreşeke mezin e. Jinelojî ramana herî kûr û azadîxwaz e. Xeta îdeolojîk e.
DIRÛŞMEYA JIN JIYAN AZADÎ LI HER DERÊ TÊ QÎRÎN
Azadiya Kurd, azadiya netewe û azadiya civakê bi pêşengiya jinan û bi azadiya jinê pêş dikeve. Ev yek bandorê li ser Rojhilata Navîn û cîhanê dike. Mîna min got, me di konferansa herî dawî ya li Berlînê de dît ku çawa bûne tevgreke enternesyonalîst. Sedsala 21’an ji niha vê bûye sedsala jinê. Dirûşmeya Jin Jiyan Azadî li her derê tê qirîn. Em di vê mijarê de pêwîste girîngiyê bidin Rojhilat û Îranê. Tişta ku li wir teqiya wê rê li ber pêşketinên mezin weke, pêşketinên şoreşgerî diafirîne û wê biafirîne. Şoreşa jinan ya li Kurdistanê jî wê bandoreke mezin li ser Rojhilata Navîn û cîhanê bike. Hate gotin ku sedsala 21’an sedsala jinan e, Tayyip Erdogan jî derket û got sedsala Tirkiyeyê ye. Teqlîdkirinek ewqas jî nabe. Ne welê hêsan e. Ji bo ku Tirkiye xwe di vê sedsalê de bibîne, pêwîste azadiya jinê, azadiya Kurd û Elewiyan bingeh bigre. Pêwîste mafê karker û kedkaran bike bingeh û şoreşa radîkal û demokratîk pêk bîne.
Ji bo vê ne tenê faşîzma AKP û MHP’ê, sîstema heyî ya Komara Tirkiyeyê jî pêwîste guhertinekî radîkal pêk bîne. Pêwîstiya civaka Tirkiyeyê bi şoreşekî mezin a hişmendiyê heye, encex dikare welê bibe. Lê ev yek bi diziyê çênabe. Sedsala 21’an bi rastî jî ji niha vê karî ku bibe sedsala jinan. Dirûşmeya şoreşa Fransa ya huriyet, wekhevî û xwişk û biratî û dirûşmeya şoreşa Cotmehê ya sosyalîzîm, bandorê li ser tevahiya cîhanê kir. Niha jî şoreşa jinê bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bandorê li ser tevahiya cîhanê dike. Em dikarin bibêjin ku dirûşme û şoreşa sedsalê dest pê kir. Serkeftinê dixwazim.
Herî dawî, asta têkoşîna PKK’ê ya di roja me de çawa li herêm û cîhanê belav bûye?
Hinek dibêjin em ê PKK’ê tune bikin. Wê li ku derê û çawa tune bikin? Dibêjin, eger em çend kesên PKK’î bikujin û deriyên Îmraliyê bigrin em ê PKK’ê tune bikin. Rêbertî her curê tecrîdê şikand. Rêber Apo got, ‘Min mirinê têk bir’. Ev rast e. Rastiyeke Rêbertiye heye ku pêkhatiye û serketiye. Tu kes nikare pêşiya wî bigre. PKK’ê bi deh hezaran şehîd da. Her şehadet bû destpêka pêşketinên nû. Bi qetilkirina endamên PKK’î, PKK’ê tune nabe. PKK’ê hat kijan rewşê? PKK’ê bû şoreşa jin û ciwanan. Her çar parçe jî civaka Kurdistanê girt nava xwe. Tevgera demokratîk a gel a Rojhilata Navîn e. Tevgera azadî û demokrasiyê ya mirovahiyê ye. Şoreşa Rojava hem bandorê li ser jinê û hem jî mirovahiyê kir. Her kes li dijî DAÎŞ’ê tevlî berxwedana Kobanê û Rojava bû. Niha bandora têkoşîna ku li dijî faşîzma AKP û MHP’ê tê meşandin, belavî hemû cîhanê dibe. Rewşenbîr, hunermend, sîyasetmedar û akademîsyen piştgirî didin vê berxwedanê û ji bo azadiya Rêber Apo têdikoşin. PKK’ê heta wir belav bû. Jin û ciwanên cîhanê dixe tevgerê, PKK’ê bû tevgereke mezin a enternasyonalîstan. Enternasyonalîzma PKK’ê bihêz e, ji ber ku zayîna Rêbertiyê, avêtina bingehên xeta destpêkê ya îdeolojî û polîtîk a PKK’ê ji hemû tevger û şoreşên cîhanê û aliyên van ên êrenî sûdwergirt û hat avakirin. Xeta şoreşa azadiya Kurdistanê şenberbûna têkoşîna gelan a cîhanê ye.
PKK’ê bi vî rengî enternasyonalîzma xwe ava kir. Niha têkoşîna ku li Kurdistanê pêş ket û rastiya ku derdikeve pêş, belavî hemû mirovahî, jinan, ciwanan, gelan û bindestan dibe. Ew xwe di PKK’ê de dibînin. Ji ber ku bi rastî jî ji avabûyîna tezên teorîk ên yekem yên PKK’ê bigrin û hetanî xeta polîtîk û îdeolojîk bandor û tevlîbûna wan heye. Lewma wisa dibînin. PKK’ê wê belav bibe û kes nikare pêşî lê bigire. Li ser vê bingehê têkilî û tifaq pêşdikevin, dibe ku hin zêdetir jî pêşbikevin.
Li Tirkiye guherîn û nûbûnek heye û bi hêzên şoreşger, demokratîk û sosyalîst re têkiliyên baş hene. Di bingeha Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) de tîfaqek me ya girîng heye. Têkoşîna li dijî faşîzma AKP û MHP’ê bi vî rengî didome. Kêm zêde bi hemû girseyên gel ên Rojhilata Navîn re têkilî hene. Têkiliyên bi jin û ciwanan re pêşdikevin ku li cîhanê ketine nava lêgerînên nû. Hêzên Çep-Sosyalîst û rewşenbîr hin bêhtir têkilî datînin. Niha hewl didin li dijî çekên kîmyewî fealiyet pêş bixin, dikarin bikin jî ji ber ku hatiye vê astê. Hemû tişt li ber çavan e. Li aliyekî sîstema cîhanê ya qirker heye ku hebûna Kurdan înkar dike, Kurdistanê parçe dike û li aliyê din jî li ser bingeha azadiya Kurd pêkhatina jiyaneke nû, têkiliyên mirovan û civakeke nû pêk tê. PKK’ê Kurdan û Kurdistanê gihand vê astê.
Em di 45’emîn salvegra damezrandina fermî û 50’emîn salvegera ji dayikbûna giştî ya rêxistinî de, di têghiştina rastiyan de ne. Em vê têkoşînê hin zêdetir rêvedibin û em ê rêvebibin. Haveyna xwe girtiye, rê hatiye vekirin û meşa li ser rê hatiye asteke girîng. Ya mayî jî wê bibe pêşketinekî azadîxwaz û pêşketina şoreşgerî ku ji serketinê ber bi serketinê re dibeze. Di sala 45’emîn a damezrandina PKK’ê de em ê vê yekê bi rengekî bi hêztir pêkbînin. Li ser vê bingehê careke din cejna partiyê û 45’emîn salvegera PKK’ê destpêkê li Rêber Apo, hevreyên me, gelê me û dostên me pîroz dikim û di têkoşîna demokrasî û azadiyê de ji her kesê re serketinên mezin dixwazim.