Kalkan: Pêwîstî bi yekîtiya Kurdan û yekîtiya Rojhilata Navîn heye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, ji bo avakirina jiyana demokratîk pêwîstî bi yekîtiya Kurdan û yekîtiya gelên Rojhilata Navîn heye. Kalkan diyar kir, Erdogan di navbera paytextên rojavayî diçe û tê û Tirkiyeyê pêşkêş dike.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan ji ANF'ê re axivî.

Kalkan di destpêkê de bal kişand ser hevdîtina malbata Ocalan a piştî 8 mehan bi Rêberê Gelê Kurd re kir û got, "Bi pêkhatina hevdîtina 3'ê Adarê re tecrîd bi dawî nebû. Sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê dewam dike, bi rengekî giran dewam dike. Ya ku hate kirin bidawîkirina tecrîdê nîne, hewldaneke taktîkî bû ku xwe ji rewşa tengav rizgar bikin.

Faşîzma AKP'ê ji gotinên tewş ên Suleyman Soylû sererast bike û hêrsa ku ji ber wê gotinê derkete holê bi dawî bike destûra hevdîtina 3'ê Adarê da. Ji xwe piştî wê parêzeran û malbatan gelek caran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin, lê belê dewlet heta niha destûrê nade. Eger mirov bala xwe bidin ser wê bê dîtin, ku hevdîtin di nava şert û mercên asayî de nayê kirin. Ya bi grevên birçîbûnê yên mezin, bi berxwedaneke mezin û di encama têkoşînê de tê kirin, encam tê girtin. Bi hêza têkoşînê tê kirin. Bûyerên ku diqewimin vê rastiyê bi rengekî şênber nîşanî me dan."

Kalkan li ser tespîtên Ocalan ên di hevdîtina dawî de kir got, "Rêber Apo beriya niha dema ku rewşa siyaseta demokratîk dinirxand têgînên 'xeta sêyemîn' yan jî 'rêya sêyemîn' bi kar dianî. Niha vê yekê bi şêweyê 'lingê sêyemîn' pênase dike. Dema ku vê yekê ji bo rewşa li Tirkiyeyê dinirxîne, li gel sîstema xwe dispêre du blokên desthilatdariyê, destnîşan dike ku divê hêzeke siyasî ya sêyemîn xwe bi rêxistin bike û bi vî rengî rê nîşanî siyaseta Tirkiyeyê bide."

Kalkan anî ziman ku bi blokên heyî yên desthilatdariyê yên li Tirkiyeyê, nepêkane ku sîstema TC, nepêkane ku Tirkiye bê birêvebirin û got, "Nakokiyên heyî yên Tirkiyeyê gelek in. Nakokiyên xwe yên bingehîn hene ku çareserî jê re divê. Li ser zemîneke welê, zîhniyet û siyaseta  faşîst bi zordarî û tundiyê dikare hinekî xwe li ser piyan bigire, lê belê krîz û kaos jê kêm nabe. Tenê bi tepisandina civakê dikare li ser piyan bimîne.

'LINGÊ SÊYEMÎN; KURD Û HÊZÊN DEMOKRASIYÊ NE'

Di rewşeke wiha de hebûna civakê û afirandina sîstemeke aram bi demokratîkbûnê dibe. Demokrasî ji bo Tirkiyeyê ji nan û avê bêhtir pêwîstî ye, rastiyeke jiyanê ye, madeyeke jiyanê ye. Divê bi vî rengî bê dîtin. Nepêkane ku bêyî demokrasiyê Tirkiye aram bibe û civak karibe bijî. Di vê mijarê de;

* Rêber Apo dibêje, sîstema heyî bi du lingan an jî bi du û nîv lingan nikare li ser piyan bimîne, ji bo aram bibe pêwîstî bi lingekî nû heye. Lingê sêyemîn jî ew e.

* Ev ling naşibe her du lingan, cuda ye. Ji aliyê îdeolojîk, felsefî û siyasî ve cuda ye. Ev yek lingekî demokratîk e. Rêber Apo vê yekê bi gotina 'çareseriya dewlet û demokrasiyê' pênase dike. Mebesta wî ji xweseriya demokratîk, ji konfederalîzma demokratîk ev e.

Siyaseta demokratîk wê aliyekî dewletê be, li aliyê din jî wê bloka her du desthilatdariyan hebe. Divê mirov vê yekê weke formuleke siyasî ya dewlet û demokrasiyê bibînin, bi vî rengî binirxînin. Ji bo civak karibe bijî, ji bo karibe bibe xwedî jiyaneke azad û wekhev pêwîstî teqez bi demokrasiyê heye. Hêza bingehîn a vê demokrasiyê jî Kurd in. Lingê sêyemîn Kurd û hêzên demokratîk in."

'MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST A EWROPAYÊ 200 SAL IN DEST LI ROJHILATA NAVÎN WERDIDE'

Li ser rewşa Kurdistanê û Rojhilata Navîn, destwerdana hêzên derve ya li herêmê jî Kalkan got, "Modernîteya kapîtalîst a Ewropayê zêdeyî 200 sal in ji aliyê felsefî, îdeolojîk, siyasî, leşkerî, aborî û rêxistinî ve di her astê de dest li Kurdistanê û Rojhilata Navîn werdidin. hewl didin ku Rojhilata Navîn bikin kole; parçe bikin, lê serwer bin. Lewma ketiye bin serweriya hêzên derve. Bi 25 parçeyan hatiye parçekirin, di nava xwe de jî gel hatine parçekirin, mîna li Kurdistanê bi sê parçeyan, pênc parçeyan hatiye parçekirin. Li Erebistanê hema bêjin bi 22 parçeyan hatiye parçekirin, welê li wan hatiye ku bi hev re şer bikin."

'ÇARENÛSA GELÊN ROJHILATA NAVÎN DIŞIBE HEV'

Kalkan anî ziman ku çarenûsa gelên Rojhilata Navîn dişibe hev û got, "Yê ku zilmê li yekî ji wan bike, lê yên din jî zextê dikin. Lewma rewşeke welê heye ku mirov dikarin jê re bêjin ji çarenûsa wan yek e, dişibe hev û di zikhev de ye. Pêwîste mirov vê yek3e bibînin û rewşa şênber bi rengekî rast analîz bikin. Meşandina têkoşînê di nava rewşeke wiha de, tecrûbeya PKK'ê afirand... PKK'ê li Kurdistanê wêrekî û fedakarî gihand asta herî bilind. Ev kar jî di xeta lehengiyê de kir, li zindanan kir, li çiyê kir. Gerîla xeteke fedayî afirand ku li devereke din a dinyayê nehatiye pêkanîn. Têkoşîneke mezin meşand, encamên girîng afirand. Lê belê ev yek jî hate dîtin; Kurd çiqasî bibin yek wê hêza xwe ya têkoşînê jî ewqasî zêde bike, li devera ku nebe yek wê lawaz bimîne. Yanî destwerdana derve parçe dike. Destwerdana emperyalîst siyaseta 'parçe bike, bi hev bide şerkirin, bi rê ve bibe' dimeşîne. Piştgiriyê dide aliyekî Kurdan. Lewma têkoşîna aliyê din ê Kurdan lawaz dike. Piştgiriyê û hêzê dide PDK û aliyê din, lê hewl dide xeta lehengiyê ya têkoşîna PKK'ê lawaz bike. Ev jî li pêşiya serketina têkoşînê dibe asteng. Bi rêya şerê navxweyî, nokerî û xiyanetê hewl dide têkoşîna azadiyê lawaz bike. Rewşeke bi heman rengî ji bo Rojhilata Navîn jî derbas dibe.

'PÊWÎSTÎ BI YEKÎTIYA KURDAN Û YEKÎTIYA GELÊN ROJHILATA NAVÎN HEYE'

PKK'ê bi hêza xwe têkoşiya û ev yek dît; Ev têkoşîn heta astekê bi pêş dikeve, lê belê ji bo encamê werbigire neçar e ku yekîtiyê biafirîne. Dema ku yekîtiyê neafirîne, hêzên derve, hêzên dijmin piştigriyê bi aliyekî dike û bi vî rengî li pêşiya encamgirtina PKK'ê dibin asteng. Her wiha Kurd têdikoşin, pêşketina diafirînin, lê belê li Rojhilata Navîn hêza wan bi tena serê xwe têrê nake ku sîstema zext û mêtingeriyê ya modernîteya kapîtalîst, hegemonya û serweriya hêzên biyanî ji holê rake. Yanî pêşketinekê diafirîne, lê belê eger bi gelên din re nebe yek, eger têkoşîneke hevpar nemeşîne nikare dijminê hevpar têk bibe. Bi tinekirina serweriya biyanî li Kurdistanê û bidawîkirina zext û mêtingeriya derve re nepêkane ku azadî û demokrasî bê pêkanîn. Çawa ku tenê bi PKK'ê azadiya Kurdan nepêkan û netêrker e, tenê bi Kurdan jî nepêkane ku li herêmê serxwebûn, jiyaneke azad û demokratîk bê afirandin. Wê demê pêwîstî bi yekîtiyê heye. Yekîtiya Kurdan divê, yekîtiya gelên Rojhilata Navîn divê. Pêwîstî bi têkoşîneke bi hev re heye. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd divê sîstema ku pirsgirêk afirandiye bê têkbirin. Ev sîstem zext, mêtingerî û serweriyê li ser tevahiya Rojhilata Navîn dimeşîne. Wê demê eger mirov gelên Rojhilata Navîn hemûyan tevlî têkoşîneke wiha nekin hingî nikarin dawî li sîstema zext û mêtingeriyê bînin."

'TÊKOŞÎN BI YEKALÎ DIKARE BÊ MEŞANDIN, LÊ SERKETIN BI YEKÎTIYÊ DIBE'

Kalkan destnîşan kir ku têkoşîna bi yekalî encamên girîng bi xwe re anî, lê belê hate dîtin ku serketin tenê nabe.

Kalkan got, "Mirov bi tenê dikarin têbikoşin, lê belê serketin bi yekîtiyê dibe. Serketin bi tenê nabe. Demokrasî bi tenê nayê avaikrin, xwişk û biratî bi tenê nabe, bi yekîtiya demokratîk, xwişk û biratiya demokratîk, bi serketina demokratîk dibe. Bi meşa bi hev re dibe. Lewma têkoşîna bi hev re girîng e. Ev nebe nabe."

'JI HER DEM Û DEVERÊ BÊHTIR, ROJAVA KURD KIR YEK'

Kalkan destnîşan kir ku rola Şoreşa Azadiyê ya Rojava di vir de xuya dike û got, "Kurdan dike yek. Kurd heta niha bi qasî li Rojava bûn yek li devereke din û demeke din nebûn yek. Ne têkoşîna li Bakur, ne jî ya li Başûr û Rojhilat bi qasî têkoşîna li Rojava yekîtiya neteweyî ya Kurdan pêkneanîn."

Kalkan diyar kir ku Kurdan hebûn, îrade û rûmeta xwe bi pêşketinên li Rojava dît, şênber kir û got, "Li wir xwe temsîl dikin. Li wir dibin xwedî jiyana azad. Rûmeta xwe lê dibînin. Vê yekê jî dibînin; eger Rojava ji dest bide wê li deverên din nikarin hebûna xwe biparêzin. Rojava ji ber vê yekê girîng e.

Li aliyê din bîrdoziya Modernîteya Demokratîk a Rêber Apo bi rengê berbiçav, bi bandor û pratîkî li qadê pêk tê. Tecrûbeyeke cidî û yekemîn e."

'NAKOKÎ HEMÛ LI LABORATÛWARA ROJAVA TÊN ÇARESERKIRIN'

Kalkan bal kişand ser tifaqa Kurd-Ereban a li herêmê û got, "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kurd, Ereb, Asûrî, Tirkmen, Çerkez, Ermenî ji yekîtiya demokratîk sîstema Konfederalîzma Demokratîk ava dikin. Bersiva berbiçav a ji bo pirsa 'Gel bi hêza xwe çawa dikarin bi hev re bijîn?' pêşkêş dike. Li şûna şer û dijminatiya navbera Kurd û Ereban, yekîtiya demokratîk, dostanî, biratî û jiyana hevpar diafirîne. Pêşî li yekîtiya Rojhilatan Navîn, yekîtiya gelan vedike.

Ji bo Sûriyeyê jî pêşî li Sûriyeya demokratîk, yekîtiya Sûriyeyê vedike. Li Rojhilata Navîn li ser bingeha tifaqa Kurd-Ereban rêya yekîtiya demokratîk a gelên Rojhilata Navîn nîşan dide, pêşî lê vedike. Ev hemû girîng e. Lewma modelek tê ceribandin, mîna laboratûwarekê ye. Nakokî hemû li laboratûwara Rojava tên çareserkirin. Têkoşîna li Rojava tê meşandin têkoşîneke welê li qadeke teng nîne, hîn berfireh e."

Kalkan destnîşan kir ku eger ber bi çareseriyeke serketî ve biçe wê Kurd azad bibin, Sûriye bibe xwedî yekîtiya demokratîk, tifaqa Kurd-Ereban wê pêk were, tifaqa Kurd-Tirkan pêk were, yekîtî û biratiya demokratîk a gelên Rojhilta Navîn wê pêk were. Wê pêşî li vê yekê veke û lêgerîn û hewldaneke di vê çarçoveyê de heye. Yên ku serketinê biafirîne ev in. Bêguman neserketin jî wê encamên xwe gelekî neyînî be. Wê xizmetê ji hêzên mêtinger û zordar bike. Ji ber vê yekê têkoşîna li Rojava di asta pîrozmendiyê de ye. Karê ku li wir tê meşandin ji bo wergirtina encameke serketî li laboratûwarê gelekî hêja ye. Ceribandin lê tê kirin, ji bo wê ceribandin jî pêwîstî bi hesasiyet û hostatiyeke mezin heye."

'REJÎMA AKP-MHP LI DIJÎ KURDAN HER ROJ LI BER DYE, RÛSYA, EWROPAYÊ DIGERE'

Kalkan diyar kir ku hêza ku yekîtî û yekparebûna Sûriyeyê têk dibe dewleta Tirk e, desthilatdariya heyî ya AKP-MHP ye û got, lewma bi polîtîkayên dijminatiya li Kurdan, ji bo tinekirina KUrdan li Sûriyeyê şer dike û polîtîkayên astengkirina çareseriyê dimeşîne.

Kalkan diyar kir ku dewleta Tirk naxwaze Kurd bibin xwedî ti mafî û got, "Dijminatiyeke xwe ya li Beşar Esad nîne. Ti nakokiya xwe bi DYE û Rûsyayê re jî nîne. Her tiştî li ser dijminatiya li Kurdan dike. Li gorî agahiyên gihîştin ber destê me, hin Emerîkî jî vê dibêjin. Emerîkî, Ewropiyên li deverên cuda yên Rojhilata Navîn hîn nû bi vê hesiyane û bi rengekî matmayî dibêjin, 'Ev Tirk çima ewqasî dijminê Kurdan e'. Yên ku ev dijminatî afirandin ew in."

Kalkan bal kişand ser hewldanên rejîma AKP-MHP'ê yên ji bo dijminatiya li Kurdan û got, "Tayyîp Erdogan geh li ber Emerîka digere, geh li ber Rûsya û Ewropayê. Rojekê dibîne li Brukselê ye û hewl dide biçe Washîngtonê, rojekê jî li Moskowayê ye, sibehekê jî li Washîngtonê diaxive. Sibeheke din jî li Moskowayê diaxive. Yanî hewl dide piştgiriyê ji zîhniyet û siyaseta xwe ya dijminatiya li Kurdan werbigire. Hewldanên xwe ji bo vê ye. Wê bi vê yekê bigihêje ku derê? Tirkiye, Rûsya, Ewropa wê çi bidin Tirkiyeyê? Ew tiştekî nadin, wê jê bistînin. Jê distînin jî û eger gotin di cih de be mîna ku çêlekê didoşin, Tirkiyeyê didoşin."

Ji bo çareseriya rasteqîn jî Kalkan bal kişand ser tespîtên Ocalan û got, "Rêber Apo çareserî di nava Tirkiyeyê de dît. Ji aliyê teorîk û bernameyî ve çareseriya yekîtiya demokratîk a pirsgirêka Kurd li ser bingeha xweseriya demokratîk destnîşan kir û hewl da bixe pratîkê. Dibêje ku heman çareserî li Sûriyeyê jî bi heman rengî dikare bê pêkanîn. Ev gelekî girîng û bi wate ye. Ji xwe rêyeke din a çareseriyê nîne. Nepêkane ku bi rengekî din yekîtiya Sûriyeyê bê pêkanîn. Çareserî tenê bi vî rengî dibe. Çareserî bi demokratîkbûna Sûriyeyê dibe. Bi pejirandina mafên demokratîk ên Kurdan û gelan dibe. Demokratîkbûn nebe yekîtî nabe."

Kalkan di vê çarçoveyê de tespîta "lingê sêyemîn" ê maseyê, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destnîşan kir, bi bîr xist.

'ÇARESERÎ BI HÊZA XWE BI XWE PÊK TÊ'

Kalkan destnîşan kir ku ev hemû jî bi bendewariya ji derve nabe û bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî de diyar kir ku divê gel bi têkoşîna xwe vê pêk bîne.

Kalkan got, "Divê mirov çareyê di nava xwe de peyda bike. Mirov xwe gelekî bi rêxistin bike, hîn bêhtir perwerde bike, zane bike, bikeve nava hewldanan. Bi perwerde, rêxistinbûn û çalakiyê hêza xwe ya çareseriyê biafirîne. Bi vî rengî pirsgirêkan bi hêza xw eçareser bikin. Bi bendewariya ji hinekan çareserî nabe."