Kalkan: Ji bo PKK'ê û Kurdan sûcdar bikin Palme kuştin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan qala plansaziya NATO'yê kir ku piştî kuştina Olof Palme li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd xiste meriyetê.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan di hevpeyvîna xwe de ya bi rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re kir, qala pêvajoya piştî kuştina Olof Palme kir.

Kalkan diyar kir, kuştina Palme diyar kir, ku kuştina Palme ji bo sûcdarkirina PKK'ê û Kurdan, ne tenê li Swêdê her wiha li tevahiya Ewropayê ji destpêkê ve bû hinceta bingehîn û destnîşan kir ku kuştina Palme bi zanebûn û bi plan hate kirin.

'JI BO PKK'Ê Û KURDAN SÛCDAR BIKIN, PALME KUŞTIN'

Kalkan got, bûyer bûyereke herêmî nîne û got, "Ji bo vê bûyerê nabe ku mirov bêje; Palme hate kuştin, hêzên ku ji bo qirkirina Kurdan tevdigerin ji bo sûdê ji bûyerê werbigirin PKK û Kurd sûcdar kirin û êriş birin ser wan. Di vir de, ji bo karibin PKK'ê û Kurdan berpirsyar nîşan bidin û êriş bikin, kuştina Palme plan kirin, biryar li ser dan û pêk anîn. Lewma ne tenê cînayeteke, pêvajoya piştî wê jî hatibû plankirin û ev plan berê hatibû kirin. Divê ev yek baş bê zanîn. Yanî nabe ku bê gotin; bûyer bû û hin hêzan sûd jê wergirtin. Rastî ne bi vî rengî ye.

Her wiha nabe ku bê gotin; ev rewş tenê li Swêdê bû, zext li Kurdên li Swêdê hate kirin, hatin sûcdarkirin, hatin destgîrkirin, zext li Kurdan hate kirin, piştre jî li welatên din ên Ewropayê belav bû. Bûyera kuştina Palme hem ji bo sûcdarkirina têkoşîna azadiyê ya Kurd û rewakirina hewldanên qirkirinê yên TC'ê hate kirin, hem jî ji destpêkê ve ne tenê Swêdê, tevahiya dewletên Ewropayê herî kêm bi qasî Swêdê xwe spartin bûyerê û zext û êriş li Kurdan û PKK'ê kirin. Mînak; Elmanyayê ji Swêdê bêhtir êriş bir ser PKK'ê û Kurdan. Hîn bêhtir Kurd girtin. Ev rastî divê teqez bê zanîn.

'JI BO DESTEKKIRINA QIRKERIYA DEWLETA TIRK HATE KIRIN'

Nêzîkatiyeke berevajî vê, şaş e. Bûyera Palme bûyereke ewçend ji rêzê û hêsan nîne. Bûyereke herêmî nîne. Ne bûyereke welê ye ku ji bo armanceke cuda hate kirin û ji bo sûcdarkirina Kurdan hinekan sûd jê wergirtin. Ji destpêkê ve di asta Ewropayê û global de hate plankirin, biryar li ser hate dayin, ji bo destekkirina qirkeriya dewleta Tirk û sûcdarkirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurd hate plankirin. Bûyereke bi vî rengî ye. Asta biryarê û plansaziyê bi vî rengî ye. Di vê astê de Kontrgerîla ya Tirk û MÎT jî di nava bûyera kuştina Palme de hebûn. Hêzên din jî hebûn. Hêzên cuda yên gladiyoyê jî di nav de hebûn. Rast e, armancên wan ên siyasî-aborî ji hev cuda bûn, lê belê hemûyan li ser kuştinê li hev kirin. Yanî yekalî nîne, lewma ji destpêkê ve ji bo karibin Kurdan, hebûna Kurdan, têkoşîna azdiyê ya Kurdan sûcdar bikin, terorîze bikin, pêşî li piştgiriya derve ya ji bo têkoşînê bigirin, bi taybetî ji bo têkiliyên li Ewropayê bibirin ev bûyera kuştinê kirin. Rêxistinek ku tevlî bûyera kuştinê ya Palme bû wê kî piştgiriyê bide. Wê kî têkiliyê pê re deyne? Kes silavê jî nade. Ji xwe bi vî rengî kirin. Xwe spartin bûyera kuştina Palme û li dijî PKK'ê, li dijî Kurdan û Tevgera Azadiyê ya Kurdan li Eworpayê û li her devera dinyayê îzolasyoneke giran kirin. Ev rastî tê zanîn."

'DEWLETA TIRK XALA 5'AN A NATO'YÊ LI DIJÎ PKK'Ê XIST DEWRÊ'

Kalkan pêvajo bi vî rengî formule kir:

"Cûntaya Kenan Evren Pêngava 15'ê Tebaxê bi gotina 'tevgera sê-çar eşqiyayan' pênas kiribû. Tê zanîn. Di çapemeniyê de jî heye. Di payiza sala 1984'an de bi fermandariya Kenan Evren bi xwe dest bi êrişan kirin û qaşo xwestin sê-çar eşqiyayan tune bikin. Lê belê bi ser neketin. Berevajî, gerîla di nava sê mehan de derdora şêst çalakiyên leşkerî kir. Konvoya Kenan Evren bi xwe, ku hatibû Şemzînanê bû hedefa gerîla, parêzvanên Kenan Evren hatin kuştin. Artêşa Tirk li pêşberî gerîla têk çûbû. Li ser vê yekê di sala 1985'an de dewleta TC'ê meseleya PKK'ê bir ber destê NATO'yê. Xwest ku xala 5'an a NATO'yê bi cih bê anîn. Xala 5'an wiha bû: 'Eger li hemberî endamekî NATO'yê êriş bê kirin, ev êriş wê weke li endamên din ên NATO'yê hatiye kirin, lewma ji bo parastina endamê ku bûye hedefa êrişê wê endamên din bikevin şer, destekê bide yê ku bûye hedefa êrişê û biparêze'. Dewleta TC'ê xwest ev xala NATO'yê li dijî PKK'ê bi cih bê anîn. NATO'yê ev yek nirxand û qebûl kir.

'JI SALA 1985'AN Û PÊ VE ŞERÊ LI DIJÎ PKK'Ê JI HER ALÎ VE JI ALIYÊ NATO'YÊ HATE MEŞANDIN'

Şerê ku ji sala 1985'an û pê ve li dijî PKK'ê hate meşandin ji her alî ve ji aliyê NATO'yê ve hate birêxistinkirin, plankirin û meşandin. Hemû kiryarên dewleta TC jî di asta herî bilind de ji aliyê NATO'yê ve hatin pejirandin. Dewleta TC kete rewşeke welê ku ti tiştekî ji wir nehatiye pejirandin nikaribe pêk bîne. Ev pêvajoyên şerê taybet hemû bi palpiştiya NATO'yê hatin meşandin. Divê em bi vê yekê zanibin. NATO'yê tevî êrişên xwe yên aborî-siyasî-çandî-îdeolojîk her wiha mîna kuştina Palme bi rengê psîkolojîk jî êriş kir. Ev jî bi qasî qadên din di şerê dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd de bi bandor bû. Ji xwe piştî ku têkoşîna gerîla ya PKK'ê li nava NATO'yê hate nirxandin, di 28'ê Sibata 1986'an de Palme hate kuştin. Dema ku Palme hate kuştin, pirsgirêka Kurd, têkoşîna gerîla ya PKK'ê û têkoşîna li dijî PKK'ê di rojeva NATO'yê de bû. NATO'yê ev yek nirxandibû û biryar li ser dabû. Bûyera kuştina Palme di pêvajoyeke wiha de pêk hat. Piştre di Hezîrana 1986'an de dewletên Ewropayê, dewletên îstîxbaratê hemû civîneke hevpar li dar xistin, pirsgirêka PKK'ê nirxandin û biryar dan ku li dijî PKK'ê dest bi lêpirsîneke hevpar bikin. Li ser vê bingehê di asta Ewropayê de li dijî PKK'ê lêpirsînê dest pê kir. Agahiyên ku kom kirin kirin yek, dan dewleta Elman û li ser van agahiyan jî dewleta Elman jî dest bi doza Dusseldorfê kir.

'DI ENCAMA BIRYARA HEVPAR A DEWLETÊN EWROPAYÊ DE DOZA DUSSELDORFÊ DEST PÊ KIR'

Doza Dusseldorfê di dawiya pêvajoyeke wiha de dest pê kir. Agahî hatin komkirin, biryar hate wergirtin. Ji Sibata 1988'an û pê ve pêvajoya girtina rêveberiya PKK'ê li Ewropayê dest pê kir. Biryar bi vî rengî hatibû wergirtin. Beriya ku bigirin me ev agahî wergirtibûn. Hin hêzan agahî dan me ku wê rêveberiya me ya navendî ya li Ewropayê bê girtin, biryareke bi vî rengî eye, doz hatiye vekirin. Em vê jî bêjin. Pêwîstî pê nîne ku mirov bêje kê biryara girtinê wergirtiye.

Ji ber vê yekê doza Dusseldorfê tesadûfî nîne, yan jî ji pêvajoyê cuda nîne. Hemû li gel hev pêk hat. Ya rast ji sûîqesta Papa dest pê kir, piştî 15'ê Tebaxê di sala 1985'an de NATO kete dewrê, Palme hate kuştin. Xwe spartin wê û bi vî rengî li dijî PKK'ê dest bi lêpirsînê kirin. Ji destpêka sala 1988'an û pê ve bi doza Dusseldorfê de pêvajoya girtinê dest pê kir. Dawiya sala 1998'an, destpêka sala 1999'an nehiştin ku Rêber Apo xwe bigihîne Ewropayê, ji Romayê hate derxistin ku di vê mijarê de jî rola vê pêvajoyê hebû. Elmanyayê, Fransayê deriyên xwe li Rêber Apo girtin. Weke kesê ku nayê xwestin ragihandin. Hincetên xwe jî spartin kuştina Palme.

'DIVÊ EM QÎMA XWE TENÊ BI LÊBORÎNÊ NEYNIN'

Komplo hîn jî li ser vê bingehê dewam dike. Komploya navneteweyî herî zêde spartin vê bûyera kuştinê û pêk anîn. Hîn jî bi vî rengî dewam dikin. Ji ber vê yekê divê em qîma xwe tenê bi lêborînê neynin. Divê komploya navneteweyî ji holê bê rakirin, dawî li sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê bê anîn. Divê şert û mercên jiyana azad ê Rêber Apo bê afirandin. Eger zerarên hatine dayin bê tazmînkirin tenê bi vî rengî dikarin bên tazmînkirin."