Kakeyî: Bikaranîna çekên kîmyewî binpêkirina serweriya Iraqê ye

Receb Asî Kakeyî ragihand ku bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyê ve binpêkirina serweriya Îraqê ye û divê Hikumeta Iraqê û rêxistinên herêmî û navneteweyî demildest tevbigerin.

Dewleta Tirk ji 23’ê Nîsana 2021’an û vir ve her roj deverên Metîna, Zap, Avaşîn, Zagros, Xakûrkê, Heftanîn û Garê yên başûrê Kurdistanê dike armanc û çekên giran û kîmyewî yên qedexekirî bi kar tîne. Gelek dîmen ji aliyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ve hatine weşandin ku vê rastiyê piştrast dikin.

Her wiha hin medyayan têkildarê karanîna çekên kîmyewî nûçe parve kirin ku tê de behsa nîşaneyên nexweşiyan li ser sivîlên li deverên ku ji aliyê balafirên artêşa Tirk a dagirker ve hatine hedef girtin û ji bombebarana gaza jehrî bandor bûne derketine û di encama gazê de, sivîl bi bêhntengbûn, sorbûna çavên wan û lezbûna lêdana dil zehmetî dikşandin. Ev ne cara yekê ye ku dewleta Tirk a dagirker di operasyonên xwe yên leşkerî de li dijî gelê Kurd çekên kîmyewî bi kar tîne, ji ber ku di salên 2015 û 2016’an de li bajarên Nisêbîn, Cizîrê, Şirnex û Sûra Amedê çekên kîmyewî bi taybetî çekên gaza jehrî bikar anîn.

Her wiha dewleta Tirk a dagirker di piraniya şerê xwe yê li hember Hêzên Parastina Gel û YJA-Starê de çekên kîmyewî bikar tîne.

Di sala 1988’ê de rejîma Seddam Hisên jî çekên kîmyewî li bajarê Helebçayê bikar anî û di encamê de zêdetirî pênc hezar Kurdên sivîl hatin qetilkirin. Her wiha di encama operasyonên Enfalê yên rejîm û artêşa Iraqê ku di navbera salên 1986-1989’an de pêkanîbû de zêdetirî 182 hezar Kurdên Başûrê Kurdistanê (Herêma Kurdistana Iraqê) jiyana xwe ji dest dan.

Serokê Rêxistina Mîtra ya Çand û Geşepêdana Yaresanî Receb Asî Kakeyî di hevpeyvîna xwe ya bi ANF’ê re kirî de got: “Xelkê Herêma Kurdistana Iraqê rastî bombebarana balafirên Tirkiyê ya bi çekên kîmyewî yên di asta navnetewî de qedexekirî ne tên. Ev yek binpêkirina eşkere ya serweriya dewleta Iraqê û mafên mirovan e."

Kakeyî bi bîr xist ku peymanek navneteweyî ji bo pêşîgirtina li bikaranîna çekan li dijî sivîlan heye û got, "Bi qanûnên mafên mirovan ên navneteweyî hatiye parastin. Ji ber ku ew ne aliyê şer e, lewma divê Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê yekser li herêma Kurdistana Iraqê destwerdanê bikin û derbarê tawanên li dijî sivîlan lêpirsînê bidin destpêkirin. Bi taybetî agahî hene ku di encama bombebarana balafirên Tirk de welatî bi gaza kîmyewî bandor bûne."

Receb Asî Kakeyî bibîr xist ku Tirkiye endamê civata giştî ya Neteweyên Yekbûyî ye û wiha pêde çû: "Divê Hikumeta Iraqê jî li hember vê destdirêjiyê bêdeng nemîne û bi tundî li hember rabe. Her wiha divê Hikumeta Herêma Kurdistanê û Parlamenta wê jî helwesta xwe ji bo parastina destketiyên neteweyî yên gelê Kurd bi tundî nîşan bidin. Em Komkara Erebî jî ji bîr nekin, ji ber ku Iraq dewleta damezrîner a Komkara Erebî ye."

Her wiha Kakeyî bang li Rêxistina Konferansa Îslamî kir ku li dijî armanckirina Kurdên Misilman a bi çekên qedexekirî yên din ku çendîn care bi rêya balafirên şer û topbaranên li ser Herêma Kurdistanê pêk tên, bêdeng nemîne.

Kakeyî di beşek din a nirxandinên xwe de qala pêwîstiya nîşandayina helwesta rêxistinên navneteweyî kir û ragihand, "Rêxistinên navdewletî yên pêwendîdar bi mafên mirovan divê destwerdanê bikin, her wiha rêxistinên civaka sivîl yên herêmî li Iraq û Herêma Kurdistanê, divê ne tenê ji bo temaşekirinê, belku bi dayina daxuyaniyan û nivîsandina raporên ku van êrişan belge bikin û pêşkêşî raportorê taybet ê Mafên Mirovan a li Cenevreyê bikin."