Kakaî serdana Dersimê kirin

Elewiyên Kakaî yên Herêma Kurdistana Federe, ji bo zanînên xwe parve bikin hatin Dersimê, serdana sazî û dezgehên Elewî kirin.

Elewiyên Kakaî yên li bajarê Silêmaniyê ya Herêma Kurdistana Federe dijîn, bi çarçoveya bernameya heftiyekê, hatin Dersimê û hevditin kirin. Şandeya ji 15 kesan pêk tê şevê din hat Dersimê. Hevserokên Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Selda Guneş û Mûsa Kûlû, Pîr û dayikan şande pêşwazî kirin. Şandeyê derbarê baweriya Elewiyên Dersimê de li hevdû şêwirin. 
 
Şande, di çarçoveya bernameyê de destpêkê çû Qada Seyît Riza û derbarê bûyerên di salên 1937-38’an de hatin jiyîn û Seyît Riza ji wan re hatin vegotin. 
 
Elewiyên Kakaî derbarê serdanên xwe yên sazî û dezgehên Elewî yên li Tirkiyeyê agahî dan. Elewiyên Kakaî, di hevdîtinên kirin de, anîn ziman ku hemû Elewiyên cîhanê nas bikin û baweriya Rêya Heq a Elewiyan bidin jiyîn. Kakaiyan, diyar kirin ku ji bo vê baweriyê bidin jiyîn, ev gavek erênî ye.
 
Şandeyê dûre serdana Dayika Fatma kirin, çira pêxistin û loqûm belav kirin. Di serdanê de, bandora Dayika Fatma a li ser jinên Elewî û civaka Elewî hate vegotin. Şandeyê piştre serdana Gola Çetû kirin. Şande, wê di çarçoveya serdana îro de, biçe serdana Bavê Masûr û Ocaxa Agûçan.