Jiyana xwe mîna fîşekekê ajotin ber tivingê û berdan dijmin

Ji bo Pîr û hevalên wî navekî din ê berxwedanê êdî mirin bû. Nepêkan bû ku bi şêweyekî cuda li ber xwe bidin û encamê werbigirin. Berxwedêran jiyana xwe ajotin ber tivingê û berdan dijmin.

Amed hem ji bo Kurdan hem jî ji bo dewletê navendeke girîng e. Ji ber ku navenda Fermandariya Baskê Artêşê li wir e, girtîgeh û dadgeha leşkerî lê hatiye avakirin. Yek ji armancên herî mezin ên cûntayê tekbirina Tevgera Kurd û hişyarbûna Kurdan bû. Bi vê armancê gelek kadro û sempatîzanên PKK'ê ku pêşeng jî di nav de bûn li Zindana Amedê kom kir. Ev der weke herêmeke pîlot hate hilbijartin.

Eger pêkhateya PKK'ê ya li girtîgehê bihata teslîmgirtin û îtirafkarî pê bihata kirin, hingî wê hebûna gelê Kurd li binê dîwarê beton, li gora li wir bihata veşartin. Armanc û hesabê wan mezin bû. Hêza ku bi ser wan ve diçû jî girtî bûn, ku ji bilî beden û baweriya wan tiştek di destê wan de tune bû. Mîna maça fînalê ya navbera hêz û îradeya jiyan û hebûnê ya Kurd û nijadperestî û hêza tunekirinê ya Tirk de bû.

JI LAOIYÊ SIYASÎ VE XWEST TUNE BIKE

Kujerên cûntayê li şûna tunekirina fîzîkî xwestin ji aliyê siyasî ve girtiyan tune bikin. Bi sedan, bi hezaran mirovên bêçek ên di destê wan de bûn, dikarîbûn bi hesanî bikuşta, lê belê ev yek ji bo paşerojê dikarîbû bibûya cihê nerazîbûnê û hinceta berxwedanê. Li şûna vê yekê ji wan a herî guncaw ew bû ku mirovan bixin wê rewşê ku hebûna xwe înkar dike, bawerî û fikrê xwe diterikîne û pesnê dijmin dide. Eger karîbûya mirovên îtirafkar, ên ku xiyanet li xwe û gelê xwe kirine mîna mîkrobekê berde nava civakê, dikare hîn bêhtir civakê birizîne. Dewlet wê bi vî rengî karîbûya tirs û serîtewandinê li civakê ferz bike.

TÎMA QIBRISÊ ANÎN

Dewleta Tirk bi planeke mezin êriş bir ser Girtîgeha Amedê. Ji bo êriş hîn berfireh û bi rêk û pêk be, Fermandarê Baskê Artêşê Kemal Yamak ji Qibrisê anîn. Kemal Yamak serokatî ji Daîreya Şerê Taybet re jî kiribû, yekî bêrehm û qirker bû. Her wiha serpel Esat Oktay ê ku li Qibrisê her cûre sûc li êsîrên Rûm kir, tevî tîma wî anî bû.

MIROVÊN PÛÇ DIXWESTIN

Piştî ku tîma Esat Oktay di Sibata 1981'ê de hat, Zindana Amedê veguherî navendeke êşkenceyê. Ji bo vegotina wê êşkence û atmosferê gotin, pênase têrê nake. Girtiyên li wir bi giranî bi gotina 'hovîtî'yê pênase dikin. Sîstemeke febrîqeyê hatibû avakirin. bi rêk û pêk, bênavber; her tiştên têkildarî jiyanê, her tiştên têkildarî hebûneya biyolojîk ji bo êşkenceyê dihatin bikaranîn. Dixwestin bawerî, tenduristî û nirxên mirovan; yanî her tiştên ku mirovan dike mirov tune bikin û mirovên pûç biafirînin. Hebûn li dijî jiyanê kiribûn çekek. Ya tu yê li hemberî vê li ber xwe bide, yan jî tu yê nebe êdî tu.

DIVIYABÛ EW ÇEK BIHATA HILDAN

Girtî di Adara 1981'ê de ketin rojiya mirinê. Greva birçîbûnê, berxwedanê fîîlî hemû hatin ceribandin, lê belê bi zilmeke giran bi ser girtiyan ve dihatin. Navekî din ê jiyanê êdî mirin bû. Nepêkan bû ku bi rengekî cuda li ber xwe bidin û encamê werbigirin. Eger jiyan li cihekî veguherîbe çekekê, diviyabû ew çek bihata rakirin. Tu neçar e ji dijminê ku pîvan nas nedikir re bêje 'Tu dikar jiyana min ji min bistîne, lê belê bawerî û fikrê min ti carî nikare'. Berxwedana dîrokî ya li Zindana Amedê nîşaneya vê gotinê bû. Berxwedêran jiyana xwe ajotin ber tivingê û berdan dijmin. Gotin, "Bila bedena me ya te be, lê belê dil û mejiyê me yên hevalên me û gelê me ye." Madem jiyan û hebûn veguherîbû çekeke dijber, wê demê diviyabû ew çek ji destê zalimên nijadperest bihata standin. Bi gotineke din, jiyana xwe mîna fîşekekê ajotin ber tivibinê û berdan dijmin.

HEVRÊYÊN RÊBER APO

Yên ku ev mezinahiya ruh û nêrînê nîşan dan, yên ku ev îradeya têk naçe temsîl kirin hevrê û şagirtên Rêber Apo Mazlûm Dogan, M. Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek bûn. Piştre Çaran bû ku bedena xwe dan ber agir. Berxwedan û têkoşîna herî mezin û berfireh a vê yekê jî rojiya mirinê ya mezin a 14'ê Tîrmeha 1982'an bû. Mehmet Hayrî Dûrmûş 14'ê Tîrmehê li dadgehê bi daxuyaniyekê çalakî da destpêkirin. Axaftina wî kurt bû, lê belê wateya xwe dîrokî bû, pêşdîtin û berpirsyariya xwe gelekî mezin bû. Weke çavkaniyeke jiyanê ya ku me hemûyan vedihewîne berpirsyarî û têkoşîna dîrokî hîn jî rojane ye. Çalakiya rojiya mirinê ya mezin a ku di 14'ê Tîrmehê de dest pê kir di Îlonê de bi şehadetan gihîşte serketinê. 7'ê Îlonê Kemal Pîr, 12'ê Îlonê M. Hayrî Dûrmûş, 15'ê Îlonê Akîf Yilmaz û 17'ê Îlonê jî Alî Çîçek şehîd bûn.

Berxwedana 14'ê Tîrmehê, îradeya şoreşgerî, asta herî bilind a ruhê serketî temsîl kir. Di encamê de ya ku têk çû cûntaya 12'ê Îlonê bû ku neçar ma dest ji polîtîkayên xwe yên xiyanet û îtirafkariyê berde. Esat Oktay ku sembola hovîtî û nijadperestiyê bû ji Amedê hate qewirandin. Pêvajoyê girtîgeh berevajî kir. Hêvî, bawerî û daxwaza rêxistiniyê li nava girtiyan ji nû ve şîn bû. Dewletê li girtîgehê nekarî kesî bike îtirafkar, beşek ji yên îtirafkarî qebûl kirin vegeriyan. Cûntakaran welat bi temamî teslîm girtibûn, lê belê nekarîbûn komek ji girtiyan teslîm bigirin. Ev îradeya berxwedanê hem ji bo gel, hem ji bo şoreşgeran hem jî ji bo kadroyên PKK'ê bûbû çavkaniyeke mezin a sûdwergirtinê. Eger di destê dijmin de bêyî îmkanekê berxwedan dibe, hingî li derve çima nebe? Derfetên yên li derve zêdetir e. Her wiha milîtaniya PKK'ê di pratîkê de hate ceribandin, taybetmendiya wê ya ku têk naçe hate ispatkirin. Fedakariya di asta herî bilind de bû pîvana milîtaniya PKK'ê. Hîmên xeta fedayî ya ku heta niha dewam dike bi vî rengî hate danîn, milîtanî bi vî rengî hate afirandin.