Jiyana Şevger Gever a ku ji Botanê digihije heta bi Rojava

Di zaroktiya xwe de jiyana girtîgehê ya dewleta Tirk û êşkenceya wê dibîne. Fermdarê ku berê xwe dide çiyan Şevger Geverli çiyayên Botanê, li Rojava, Kobanê û herî dawî li qadên çalakiyê yên Cizîrê dibe xwedî ristekî pêşeng.

Şevger Gever (Erhan Aşkan) li qiraxa Gola Wanê ku li ser singa Kurdistanê weke morîka çavan a şîn dibire, sala 1992’yan tê dinê. Di malbateke 6 zarokî ya welatparêz de, di nav nîqaşên giran ê siyasî de tê dinê. Malbata Aşkan ji ber sedema girêdayîbûna bi xaka xwe ve gelek caran li rastî zilman dewletê tên.
Herî dawî neçar dimînin ku ji Wan koçî Geverê bikin.

Ji ava Serhedê, ji xaka wê zîl dide, li Kurdistanê li bajarê serhildêr Geverê, Rojava, Kobanê, li dilê Botanê Cizîrê dibe navê bêtir ê berxwedanê. Xwîşka wî Şevger Gever ji ajansa me ANF’ê re nirxand.

‘WEKE BAVÊ ME LI SER ME DILERIZÎ’

Xwîşka wî Aşkan dibêje, Şevger Gever di nav me de yê herî zîrek, herî berxwedêr û zeraq bû û bihîstyariya wî jî wiha dibêje: ‘’Dema ku em li Geverê bi cih û wan bûn, ji bo debarê malê bi bavê min re dixebitî, dixwest barê li ser milê wî hinekî sivik bike. Şevger weke bavê me be li ser me dilerizî.’’

ŞEVGER TEVLÎ NAV REFÊN PKK’Ê DIBE

Xwîşka wî Aşkan dibêje, dema ku ew li Geverê dijiyan dewlete tim zext li ser wan dikir û Şevger ketiye girtîgehê û êşkence lêh atiye kirin û wiha dibêje: ‘’ Helwesta welatparêz a malbatam e û mêvanperweriya gelê Geverê kir ku em hilmê bistînin. Helbet ev dirêj dom nekir, em dîsa ketin nav lepên dewletê de. Şevger her ku mezin bû li dijî sîstemê û faşîzmê bû xwedî kîneke mezin. Ji ber ku di çalakiyê de kevirek avêtibû di 15 saliya xwe de hate binçavkirin. Di binçav de êşkence lê hatibû kirin. Ew pir tirsandibûn. Piştî ku ji binçav derket, hemû wextê xwe li partiyê di nav xebatên ciwanan de derbas dikir. Sîstema faşîst tim rexne dikir û kêm û alîgir didît.’’

Xwîşk Aşkan dibêje dema ku xebatên ciwanan dimeşand zext û zordariya dewletê zêdetirbûye, Şevger ê ku dilê wî ji bo çiyan dikire kutekir êdî dixwaze têkoşîna xwe li ‘qadên azad’ bide. Şevger careke dî tê binçavkirin. Vê carê 4 rojan êşkence lê dibe. Aşkan wiha dibêje, ‘’ Digot piştî ev qas êşa ku jiyaye êdî qet nema dixwaze bibîne. Ji bo ku bimîne em pir bi ser de çûn lê ji ya xwe nehat xwarê. Piştî demekê tevlî nav refên PKK’ê bû.’’

ŞEVGER BIRÎNDAR DIBE LÊ TÊKOŞîNÊ NAHÊLE

Şevger Gever ku êdî têkoşîna azadiyê di refên PKK’ê de dide, ji ber sedema karekterê xwe yê zîrek û biryardar di demeke kurt de di dilê hevalê xwe de cihê xwe çêdike. 20014’an di şerekî de ji piyê xwe birîndar dibe. Piştî ku birînda wî derman dibe têkoşîna xwe ji cihê mayî didomîne. Pratîka wî ya ne jirêzê, helwesta wî ya pêşeng wî dike fermandar. Şevger di têkoşîna azadiyê de êdî fermandarek e.

EŞQA CÛDÎ WÎ DIBE BOTANÊ

Ji ber hezkirina wî ya li Botanê tim berê wî li Botanê bû. Girêdaneke wî ya sosret bi Çiyayê Cûdî re hebû. Bi rikdarî dixwaze biçe Botanê û li wir têbikoşe. Li çiyayê Botanê çalakiyên gelekî serkeftî dike. Serketinên wî yên mezin pir têne axaftin û vegotin.

LI BOTAN, ROJAVA, KOBANÊ LI QADÊN ÇALAKIYÊ YE

Bi hişmendiya xwe ya têkoşînê ya ku sînoran nas nake dema Şoreşa Rojava nema bi xwe dikare, dixwaze li Rojava têbikoşe. Daxwaza wî pêk tê. Li Rojava tim li eniyên pêş şer dike, li eniyê dibe tirsa dilê çeteyên DAIŞ’ê. Piştî ku çete êrîşê dibine ser Kobanê bêyî ku bi derengî bikeve berê xwe dide Kobanê.
Şevger di berxwedana Kobanê de bi mehan li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dike, bi 4 hevalên xwe re li bînahiyekê asê dimîne û heta ku cebilxaneya wan diqede şerê xwe dikin. Şevger ku di wê bînahiyê de birîndar bûbû, ji bo tedawiyê diçe Efrînê. Piştî ku birîna wî kewiya, bi bayê bezê tê herêma Botanê ya Kurdistanê.

DI BERXWEDANA CIZÎRÊ DE BI NEVIYÊN BEDIRXANIYAN RE MIL BI MIL

Şevger Gever dema ku ji Botanê vedigere xwerêveberî hatibû ragihandin. Piştî ku dewleta Tirk êrîş dibe ser xwerêveberiyê li Botanê, Cizîrê berxwedan dest pê dike. Piştî ku têkoşîna şoreşger a gel dest pê dike, Şevger Gever, bin eviyên Şêx Seîd û Mîr Bedirxan re li Cizîrê mil bi mil şer dike. Di demeke kurt de dengê lîlandina serhildanê ya Cizîrê li hemû Kurdistanê olan dide. Stranên azadiyê li çiyayê Botanê, li kolanên Cizîrê olan dide.

DI JERZEMÎNA HOVÎTIYÊ DE DIBE NEMIR

Li Cizîrê ku dewletê hemû derfetên xwe seferber kirine,  navê pêşeng ê berxwedanê Şevger Gever û hevalên wî bi mehan bê tirs di berxwedanê de heta dawiyê şer dike. Fermandar Şevger ku bi şervanên YPS’ê re berxwedana dîrokî nîşan dide li ser hêzên dewletê bandorkee mezin nîşan dide û JOH-POH’ên ku ev ranegirtin êrîş dibine ser sivîlan, bajêr didine ber tang û topan. Bi dehan mirovên sivîl têne kuştin, bi hezaran mal têne kavilkrin. Şevger ku çi jî be kontrol ji dest nedayî têdikoşe, birîndar dibe. Li gel ku bi giranî birîndar jî dibe hevrêyên xwe yên jêrzemînê tenê nahêle. Piştî ku hêzên dewletê bi dehan sivîl kuştin û jêrzemîna ku berxwedêrê YPS’ê lê bû dayî berê gir, Fermandar Şevger dibêje, ‘’an em ê hemû ji vir derkevin an jî qet we tenê nahêlim’’ li gel ku birîndar jî bû heta bi dawiyê şer dike. Şevger Gever, navê nemir ê berxwedana Cizîrê, weke Mehmet Tûnc ê di jêrzemîna hovîtiyê de, weke gelek hevrêyê xwe, hezkerê azadiyê jiyana xwe ji dest dide.

 ‘LI DILÊ GEVERÊ VEDIGERE’

Cenazeyê Şevger Gevr ku li Navenda Tiba Edlî ya Meletî bi mehan tê sekinandin, piştî ku diya wî testa DNA’yê da bi rapora otopsiyê diyar dibe. Malbat bi rêveberên Meya-Derê cenaze hildigire. Bi girseyeke mezin ku di nav wan de wekîlê HDP’ê yê Colemergeyê Abdullah Zeydan jî hebû li goristana Geverê tê veşartin.