'29'ê Cotmehê hewildana komkujiyê li dijî nûnertiya me ya Hewlêrê çêbû'

Parlamentera HEDEP'ê Bêrîtan Guneş diyar kir 29'ê Cotmehê hewildana komkujiyê li dijî nûnertiya me ya Hewlêrê çêbû û got: "Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê rê nede ku Başûrê Kurdistanê bibe cihê terorkirin û qetilkirina Kurdan.”

Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Başûrê Kurdistanê der barê gef û zextên li ser jiyana endam û alîgirên HDP’ê de daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Parlamentera HEDEP’ê Bêrîtan Guneş ve hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li Başûrê Kurdistanê gef û metirsî li ser jiyana alîgirên HDP’ê yên li Başûrê Kurdistanê hene, ji bo wê erkê hikûmetê ye ku jiyana endam û alîgirên HDP’ê biparêze û wiha hate gotin: “HDP bi awayekî demokratîk xebat û çalakiyên siyasî lidardixe. Her wiha HDP li her çar beşên Kurdistanê ji bo mafê gelê Kurd têkoşîn dike. Endam û alîgirên HDP’ê yên li Başûrê Kurdistanê ne rehetin. Kurdên Bakurê Kurdistanê ji ber gef û metirsiya MÎT’a Tirk penaberî Başûrê Kurdistanê bûn, lê niha li Başûrê Kurdistanê jî gefên MÎT’a Tirk li ser wan berdewamin.”

Guneş diyar kir ku di 29’ê Cotmehê de di sedsaliya damezrandina Komara Tirkiyeyê de, çend kesan çavdêriya Navenda Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê dikirin, hewl didan êrîşî HDP’ê bikin û endaman qetil bikin, lê planên wan negihiştin serî.

Guneş anî ziman ku divê desthilat û hikûmeta Herêma Kurdistanê jiyana endam û alîgirên HDP’ê yên li Başûrê Kurdistanê biparêze û got: “Divê hikûmet komplogerên li pişt van buyeran diyarbikin û ceza bikin. Em bang li Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafê mirovan û aliyên peywendîdar dikin, rê nedin ku jiyana penaberên siyasî bikeve bin gef û metirsiyan de. Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê rê nede ku Başûrê Kurdistanê bibe cihê terorkirin û qetilkirina Kurdan.”