Nûçeya Lezgîn: KCK: Ji ber sedemên ewlehiyê wê rojnamevan beşdarî merasîmê nebin

Jiyana civakî û aborî ya li Wanê li ber têkçûnê ye

Bi Rewşa Awarte re jiyana civakî û aborî ya li herêmê gihîşt asta têkçûnê. Daneyên ji aliyê saziyên civakî yên sivîl û odeyên bazirganiyê ve hatine eşkerekirin, vê rewşê piştrast dikin.

Li Kurdistanê, bi şer, qedexeya derketina derve û Rewşa Awarte re jiyana civakî û aborî ya li herêmê gihîşt ber têkçûnê.

Hikûmeta AKP'ê bajarê Wanê weke 'navendeke cazîbeyê' bi nav dike, lê daneyên rastî, rewşeke berevajî nîşan didin. Tevî Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê, rêxistin û saziyên civakî yên sivîl, li ser rewşa civakî û aborî ya li herêmê daneyan radixin pêş çavan. Li gorî hejmarên fermî, asta hatineya milî ya serê şexsekî ku li bajarên mîna Stenbol, Kocaelî, Balikesîrê di ser 10 hezar dolarî de ye, li sê bajarên Bakurê Kurdistanê di navbera 3-5 hezar dolarî de ye. Tevî vê yekê, di rêza bajarên bi pêş ketiye de, Wan di rêza 75. de. Piştî Wanê, Bedlîs, Şirnex, Agirî û Colemêrg tê. Mûş jî di rêza 81. de ye.

ZÊDEYÎ 30 HEZAR BÊKAR HENE

Berevajî gotinên 'cihên kar' ên hikûmet her gavê bilêv dike, li gorî qeyda ÎŞKÛR'ê li Wanê 32 hezar kes bêkar in. Tenê ji sedî 7 ê serî li ÎŞKÛR'ê didin, dikarin kar peyda bikin. Li gorî daneyan, çi xwendibe, çi jî nexwendibe, beşeke girîng a civakê bêkar e.

HÊVIYA DAWÎ: BEXŞÊN YEKÎTIYA EWROPAYÊ

Li Wan û bajarên derdora wê, ji ber 'qadên ewlekariya taybet' ên di mehên havînê de hatin ragihandin, derbeke mezin li karê xwedîkirina heywanan û çandiniyê ket. Hêviya dawî ya welatiyan, bexşên ji Yekîtiya Ewropayê werin, e. Di nava serlêdêrên ji bo hîbeyê de, bajarên li Bakurê Kurdistanê di rêzên destpêkê de cih digirin. Ev yek jî weke nîşaneya vê rastiyê tê dîtin. Wanê bi 290 projeyan serî li alîkariya Yekîtiya Ewropayê da. Balikesîrê bi 14 projeyan û Mereşê jî bi 20 projeyan serlêdan kir.

ŞÎRKET TÊN GIRTIN

Ne aramiya li her qadê, herî zêde bandorê li qada aboriyê dike. Ji şîrketên li VANTSO'yê qeydkirî, di nava salekê de ji sedî 50 hatin girtin. Hat ragihandin, par 227 şîrket li bajêr hatine girtin.

JIYANA CIVAKÎ QELS BÛ

Li aliyê din, şer û Rewşa Awarte bandoreke giran li jiyana civakî jî dikin. Di endeksa jiyanê ya giştî de bajarên Kurdan di rêzên 70. de ne. Wan, ku di nava 'navendên cazîbeyê' yên hikûmetê de cih digire, ji aliyê endeksa jiyanê ve (avahî, kar, hatine, tenduristî, perwerde, hawirdor, tevlîbûna sivîl, xizmetên binesaziyê, jiyana civakî, kêfxweşiya ji jiyanê) di rêza 81. de ye. Rêjeya mirovên ku dibêjin ji aliyê aboriyê ve nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn tedarik bikin, ji sedî 65,2 ye. Li gorî daneyan, tenê ji sedî 23.1 ê şêniyên Wanê dikarin biçin sînema yan jî pêşandana şanoyê. Rêjeya mirovên ji jiyana civakî razî ne, ji sedî 40 e.

DILNEXWEŞIYA JI TENDURISTÎ Û PERWERDEYÊ ZÊDE BÛ

Li Wanê, rêjeya mezûnên fakulte yan jî dibistana bilind ji sedî 9,5 e. Ji sedî 60 ê şêniyên bajêr, ji xizmetên perwerdeyê nerazî ne. Di mijara tenduristiyê de, 4.999 kes dibe para doktorekî. Rêjeya mirovên ji xizmetên tenduristiyê nerazî ne, ji sedî 68 e.