Şivanek hate kuştin, jîngehparêzek hate destgîrkirin

Hate zanîn ku hêzên Îranê li Ûrmiyê şivanek kuştin. Li Merîwanê jî doh jîngehparêzek destgîr kirin.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku îro danê sibehê li ser sînorê bajarê Ûrmiyê şivanê bi navê Weysî Badînî xelkê gundê Sorkan a girêdayî navçeya Mirgewer a Ûrmiyê bû armanca guleyên hêzên Îranê. Şivanê navborî ji ber gulebaranê bi giranî birîndar dibe û ji ber xwînrêjiya zêde û rêgiriya ku hêzên Îranê ya ji bo rakirina wî ya ji bo nexweşxaneyê li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye.

Her wiha hate ragihandin ku hêzên Îranê doh li bajarê Merîwanê çalakê jîngehparêz yê bi nav Nevîd Konepoşî (30) ku xelkê gundê Reşedê yê Merîwanê ye û endamê Encûmenî Sewzî Çiya ye destgîr kirine.

Hate diyarkirin ku hêzên rejîma Îranê dema diçin mala Konepoşî ku destgîr bikin, ji ber ku ew bi xwe li mal nebûye, birayê wî weke rehîn digirin, piştre Konepoşî ji bo ku birayê wî serbest berdin diçe xwe radestê wan dike.